ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de
ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG
Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî girîng wergirtiye. Di Çanda Kurdî de jî, pir girîn e û ji sala 950 bi destpêka avakirina Medreseya Kurdî ku tê de 24-25 şaxên zanistiyê hebûne, perwerdehiya gelek şaxên zanistiyê di nava Kurdan de bi rêkûpêk domandin. Lê di van dused salên bihurî de pir kêm bûye û datekiye jêrê.
Babeta perwerdehiyê ji ber ku pir berfireh e, tenê li ser çar xalan dê rawestim ku ew di nava Kurdan de bi bêgavî dihatein bikaranîn:
. Avjenî
. Gulaş
. Rim, Tîr û Kevan
. Siwarî
AVJENÎ:
Her kurdek divê zarûkên xwe fêrê avjeniyê bike:
Avjenî, soberî û livbaziya di nava avê de, pir girîng e ku meriv zanibe. Her Kurd zarûkên xwe fêrê avjeniyê dikin. Li hin herêmên ku av nebe jî, wan dibin cihê ku av lê heye û zarûkên xwe fêr bikin.
GULAŞ:
Gulaş, qebgirtin, bikaranîna kulm û pehînan, ji bo jiyana mirovan pêwîst in. Her Kurd zarûkên xwe (çi keç û çi jî kur) fêrê wan livbaziyan dikin.
RIM, TÎR Û KEVAN:
Her Kurd zarûkên xwe fêrê bikaranîna Rim û Tîr û Kevan dikin.
Lê ji ber ku niha Rim û Tîr û Kevan zêde nayên bikaranîn, divê zarûkên xwe fêrê bikaranîna çekan dikin.
SIWARÎ:
Her Kurd zarûkên xwe fêrê Siwariyê dikin.
Lê ji ber ku niha siwariya hespan pir kêm heye yan jî nemaye, divê li şûna siwariyê, ew zarûkên xwe fêrê ajotina makîneyan bikin. Ew makîne êdî teqsî bin, mator bin, otobêz bin, trên û balafir bin, divê zarûknên xwe (keç û kur) fêr bikin.
Zarûkên ku perwerdehiya van çar xalên ku li jorê htin behskirin nebin, ew zarûk dema mezin bibin seqet û nîvmeriv têne hesibandin.
Eger dê û bav jî, zarûkên xwe bi taybetî jî fêrê van çar xalan nekir, dema ew zarûk mezin bibin, wê dêwbav pir êş û azar bikişînin û wê gelek jî poşman bibin.
Lê di pêşiya wan perwerdehiyan de, xwendina zarûkan girîngtir e.
Xwedayê mezin bibe alîkarê zarûkên me û wan di gelek şaxên zanistiyê de serkeftî bike.
Zeynel Abîdîn Zinar
10/ 04/ 2023. 00:10

Derbar ziman

Check Also

FOTO ŞÎROVE: Sûlava Xelef û Çîroka Wê

Sûlava Parmûk an jî bi navekî din sûlava Xelef yek ji sûlavên Çewlîgê ye ku …

Leave a Reply