Şahbanûya Helbesta Modern a Kurdî: Diya Ciwan û Zikata Evîna Wê

Helbest kaniyek e, ji dil dizê. Helbestvan, ji dilê xwe her wekî ji wê hewzê avê dikêşe ser axa beyar û hişk a welatê xwe. Bi dîtin û hizirînên xwe pêli kelemên jiyanê dike. Pif dike dîrokê û tif dike zulm û nedadiyê. Helbestvan bi pêlikên peyvan hildikişe ser ezmanên ramanan. Ramanên xwe bi ezmûnên xwe av dide û hingivê gotina xwe ji çîçekên (kelîmeyên) baxçeyê (zimanê) xwe digire. Êş û janên xwe ji êş û janên gel û jiyanê diwelidîne, disêwirîne, diseyîne û di şiklê helbestê de radestî civaka xwe dike. Peyv pir bi qîmet e ji bo helbestvan û her wiha ya ku tehtê helbestê nerm dike û bi hestiyên xwe helbestê avasaz dike jî bêje ye. Lewra ew di şûna şûr de ye, her wiha mertal e jî.

Bi peyvan peyaman diçikîne di ruhê newzad û wicdanên biha de. Diya Ciwan yek ji wan şairan e ku heta niha bi vî şûrî çendîn ceng li dar xistine. Bi vê mertalê çendîn berevanî ji jiyanê û ji gelê xwe kirine. Gelek pirtûkên wê yên helbestê hatine weşandin. Lê mixabin li ser axa welatê xwe pir nehatiye dîtin û kêm hatiye keşifkirin. Ev berhema ezê qala wê bikim jî şûrek ji wan şûrên jiyanê ye. Di çarçoveya nivîseke wiha bisînor de, helbet ezê nikaribim hemû helbestên vê pirtûkê helbisengînim. Lê heta ku ji min bê, di nava van rûpelên hindik de ezê hewl bidim ku peyama van helbestan ragihînim. De kerem kin em bi hev re temaşe kin. Temaşeya hundirê Zikata Evînê.1

Çendîn ku naveroka van helbestan bi mijarên xurt, mişt dagirtî be jî, çendîn ku di nava helbestan de bizotê agir bi xweliyê nuxumandî be jî, dîsa zimanê helbestê rê dide ku xwendekar para xwe ji wî agirî werbigire. Di çarçoveya vê pîvanê de hin behs û peyamên derdikevin pêş ên van helbestan wiha ne:

diya ciwan

Evîn mijareke coşane ye di nav Zikata Evînê de. Pênaseya evînê bi kurtasî wateya jiyanê ye û şair dibêje eger evîn di hundirê me de tunebe em hemî qalikên vala ne. Her wiha zimanê evînê jî li gorî helbestvanê zimanekî taybet e û di helbesta “Bizanin” de dide zanîn ku kesê bi vî zimanî nizane ew bi tu zimanan nizane. Zikata evînî xwe bera nava “Xwezî”yê daye û hêlîna xwe li wir ava kiriye. Di helbesta “Evîn”ê de evîn, ji evîniyê dil bi kevir guherandiye. Di helbesta “Her ku” de evîn sernigûn dibe û bi her awayî li hizra şairî vedigere û xwe pê radipelikîne. Di helbesta “Piştî Te” de şairê ji evîna xwe naumîd û qudumşikestî ye û dengê xwe yê zîz bi evînê re dilorîne. Û di helbesta “Xwezî”yê de evîn lûtke ye û şahikaya xwe, ala xwe bilind dike û dilîrîne. Di helbesta “Tu Çûyî” de helbest û hesretê dîsa serî rakiriye. Em dibînin ku evîn her dem bi awayekî xweşbextane nehatiye şayesîn. Carûbaran evîn derdekî bê derman e. Di helbesta “Evîn”ê de em dibînin ku şaira me dixwaze ji ber evînê bireve. Lê ewê bi ku de bireve? Çikû evîn di hundir de ye.

Rengekî balkêş xuya dike di helbesta “Ev”ê de. Lewra mezinahî, dewlemendî, sipehîtî û qenciya vê dinyayê çiqas pir û mezin dibe bila bibe, piştî ku pêlava min teng be, min çi jê ye. Ev “pêlava min” û “teng” bûna wê, metaforên balkêş in û bi puxteyî xwendekaran li xwe vedihewîne û herkesî jî dîsa vedixwîne hundirê xwe û derdora xwe…

Mijarên cem’eta Kurdan û civaka me û welatê Kurdan mijara herî xurt a van helbestan e. Di helbesta “Welatê Min” de, hebûn û nebûna Cegerxwînan bi hebûn û nebûna welat ve hatiye girêdan û bi vî awayî rengê welat şênber bûye. Di helbesta “Bextiyarî”yê de neşterek li hemû êşên mezin ên dinyayê û her wiha bi taybet li yên Kurdistanê hatiye dan. Derd û elema mirovahiyê li nav dilê şairî kulîn ava kiriye û kon vedaye. Helbestvan di helbesta “Nalîn”ê de nalîna welat û ya xwe dike yek parçe û yekê mikro ya din jî makro dihesibîne û xwe weke nalîna hemû nalangirtiyan hest dike, dilînên xwe bi vî rengî berpêş dike. Di “Mamik”a evînê de evîn bûye mamik û li ber serê xwendekar sekinandî ye. Dîsa di helbesta “Desthilat”ê de helbestvanê giriyê ku ji pitikatiyê wergirtiye parastiye, ji ber êşên vî welatî, ji ber êşên dêrîn ên vê dinyayê û girî her xwebaqî hiştiye di nav dilê helbestvanê de. Yekîtiya welatê Kurdan û her roj xwe nîşandana wê ya bi rengekî cuda, kifşe dibe di tenûra vê helbestê de. Di helbesta “Dilê Min” de şairê dilê xwe kiriye meydana şer û pevçûnan, kiriye mûzexaneyeke hezar salî û dîrokê digel azarên wê di hundirê dilê xwe de dimeyîne. Keseran kedî dike û her wekî dayikeke ku zarokekî xwe yê nûciwan ji dest dabe, êşê dikişîne. Êş şairê diceribîne û dicebirîne û şair êşê weke hingivê çiyayî, bi peyvên rûken di nanê helbestê de dide. Ev helbest trajediya dil bi xwe ye. Lewra dil zexm e, giran e, bargiran e, loma jî “hemî çûne û ew hiştine.”

Mijara parçeyên Kurdistanê jî di nava mijarên Kurdewariyê de cihekî taybet werdigire. Di helbesta “Rojava” de, rojava hatiye xemilandin û şayesandin bi piçûka hersê xwişkan ve. Loma jî ew delalîka ber dilê Kurda ye. Helbet ev rojava Rojavayê Kurdistanê ye ango welatê Kurdên Sûrî ye.

Di nav hest û dilînên welatperweriyê de Kurdînî jî pişta xwe daye helbestên Diya Ciwan û Diya Ciwan jî ev Kurdînî bi şanazî li pişta xwe bar kiriye û ji cîhanê re dibêje “tu deryayên dî ez fêrî avjeniya xwe nekirim, loma ez di deryaya Kurdîniya xwe de noq bûme, çendîn ku min nedixwest jî…”

Di nava helbestên vê Zikata Evînê de, ciyê Cûdî, Cizîra Botan, Dicle, Ferat, Pira Bafîd, Pira Şaneder û hê gelek bermayiyên Kurdistanê cih digirin û dibin leheng ji romana helbestê re. Helbestvan di helbesta “Welato” de hemû rondikên xwe diyarî axa welatê xwe kiriye, bêyî ku hinekan ji xwe re bihêle. Bi vî awayî tîne ziman ku jiyana xwe hemû ji bo vî welatî terxan kiriye, enerjiya xwe yekser di xizmeta welatê xwe de xerc kiriye. “Mehbûranî” ango bi Tirkî “Aşermek” helbesteke biçûk e lê wateya wê ya welatparêzî gelekî kûr û dûr e. Ax di vê helbestê de hem welat e hem jî amojgar…

Helbest bi xwe jî mijarek e di nava van helbestan de. Hebestvan di helbesta “Yek Bi Yekê” de mêjû û mijûliya xwe ya bi helbestê re û encama wê eşkera dike û helbesta “Rûpel” jî her berdewamiya agirê nivîsandina helbestê ye, dîsa. Di helbesta “Helbestê” de helbest, bi axê û tenûrê ve hatiye wesifandin. An na ew helbest belkî nanê şewitî be. Di helbesta “Helbestên Min” de helbestvan diyar dike ku, eger Kurd nebin û li helbestên min xwedî dernekevin/nexwînin, ew tu car xwedî nabin, mezin nabin, kedî nabin. Ango helbesta wê, bi nanê Kurdan xwedî dibe, mezin dibe, bilind dibe û diedile. Di “Helbesta Min” de em dibînin ku helbestvan wesfê helbesta xwe aniye ziman û behsa helbesta hejîner û vejîner dike. Bi vî awayî balê dikêşe ser helbesta baş û qenc. Di helbesta “Bo Çi..!” de şair bi helbesta xwe re diaxive. Her wekî hin şairên klasîk ku bi pênûsê diaxivîn, pê re şer dikirin û li hev dihatin. Her wekî Ehmedê Xanî, Şêx Ebdurehamanê Aqtepî, Mela Nurullahê Godişkî û Mela Eliyê Baqustanî… Diya Ciwan jî di vê helbestê de bi nezaket lava ji helbesta xwe dike ango ji qelema xwe dike û tika dike ku xwe veneşêre û zû bi zû derkeve meydanê. Metafor û muzakereyeke balkêş heye di vê helbestê de. Vêca eger helbestê ango qelemê serî li ber hestên helbestvan tewxand û helbest hate wucûdê, gulên rûyê şair ji nû ve vedidin. Di helbesta “Helbest”ê de şair vê rewşê wiha rave dike; “her ku/ helbesteke min dizê/ çavên min/ gul û kulîlkan dibarînin…”

Di hin helbestan de şîret hene, ango tecrûbe û ezmûnên salane bûne kurtehelbest di vê pirtûka helbestan de. “Arîşe” yek ji wan helbestan e ku rêya arîşeyê şîret dike. Her wiha di nava van şîretan de helbestvan car caran li xwe jî şîretan dike. Di helbesta “Tirs”ê de helbestvan ditirse ku jiyana wê ji mijûliyê azade bibe û valahî bikeve şûna xebatê. Di “Berê Bê Nav” de ev tecrûbeyên jiyanê dibin heşt hevok û xwe li nav helbestê bi cihûwar dikin. Di helbesta “Kurdo” de şîret li Kurdan hatiye kirin û qedrê dê, civat û deşt û çiyayên welêt derxistiye pêş, bi vegotinên sadedil û şênber. Di helbesta “Bizanibin” de şîret di sûretê Kurdewarî û welatparêziyê de xwe daye der. Helbest kurt e lê wateya xwe gelekî gir e. Hêlîna kund a li welat û rêtina êşê ji qelemê weke sebeb-encam hatiye diyarkirin ku ev tiştekî şairane ye û her wiha di hundirê wê de hişyarî jî heye. Dîsa di helbesta “Çi Dibî Ew Be” de gelek mînakên kesayetiyên perwerdekirî hatine destnîşankirin. Bi giştî şîreta ‘wekexwebûnê’ li xwendekaran hatiye kirin. Di dawiyê de mijar, bi welat ve tête girêbestkirin ku ev mijar, ji du hizrên serdest ên sereke ên helbesta Diya Ciwan in, digel evînê. (Evîn û Welat)

diya ciwann

Helbestên şoreşger û serhildanî jî hene di nava vê pirtûkê de. Referandûma başûr cihê xwe bi helbesteke dirêj werdigire. Dîsa koçberiya kurdên Rojava yên di sala 2015an de… Ala Kurdî her wekî sirûd jî di vir de cih girtiye.

Kul û derd para helbestê ye. Şairê ku derdê wî/wê tunebe nikare helbesteke heqîqî binivîse. Vêca em dikarin bêjin ku ava aşê helbestê jan e. Milkê helbestê yê pola kelem û elem e. Diya Ciwan dibêje “her ku tama devê min tal dibû/ min dizanî ku ezê helbestên şêrîntir bihûnim…” tal û şîrîn çendîn dijberî hev in jî, lê ji bo helbestê hevûdu xwedî dikin. Yanî eger tama devê meriv şîrîn be helbest dernakeve ji wî dilî. Ango jiyana şairekî di nava kêf û şahiyê de bihurî be, ne mumkun e ku bibe şair, belkî muteşairek be. Vêca em di nava van helbestan de jî serdanpê vê kederê bi eşkerayî dibînin. Lê hin helbest bi xwe ji janê welîdîne. Yek ji wan helbestan helbesta “Hîn Min Çi Divê” ye. Diya Ciwan dibêje “her ku ez helbestekî, di ber biskên xwe re dikim/ bi dehan qutabiyên Cizîrî… Xanî… Sindî… Tîrêj û Cegerxwîn/dikevin cezbeyekî sermedî…”

Di nav mijarên derdan de helbesta “Derzî” pir bala min kişandiye. Lewra Diya Ciwan derziyê ji nû ve saz dike û eşkere dike bê ka, bi wê qelafetê xwe yê hûrik çendîn karên gewre pêk anîne. Bala me dikêşe hûrgiliyên jiyanê, bala me dikêşin çendîn piçûk bin jî, divê em qîmetê bidin tiştan, kesan û hestan. Derziyê di jiyana wê de serhildan rakirine, rapêrînên derziyê wiha tîne ziman; “Vê derziyê çi kirye û çi nekirye…/bi vî qelafetê piçûk karê gêsnekî kiriye…/min bi serê wê yê zirav /devê birçîbûnê dirût û xizanî bingor kiriye..” Xuya ye ku karê dirûtinê ji helbestvan re bûye deriyê akar û dahata jiyanê û paşê ew derziya pîroz bûye navek ji navên helbesteke miqedes. Di dawiyê de dibêje, ez vê derziyê nadim bi şûrê Şamê. Ev e ye şoreşa derziyê…

Mirin di helbestên Diya Ciwan de wekî azadiyê hatiye pênasekirin. Lewra can ji zindana laş derdiçe, azad dibe. Helbesta “Mirin”ê kurteya hesta mirinê rave dike.

Gul, di helbesta “gul”ê de ciyê xwezîpêanînê ye. Lewra tenê gul bêhna xweş dide qenc û xeraban û li hember vê qenciyê tiştekî jî naxwaze.

Ji Melayê Cizîrî heta Mela Mistefa Barzanî gelek serkirde, leheng û hizirvanên Kurd di gelek helbestan de cih digirin, hin ji wan bi tena serê xwe helbestek in.

Motîfên folklora Kurdan di xemla helbestê de roleke berbiçav dilîzin û helbest jî bi wan dikemile. Di gelek helbestan de biwêj, peyvên resen ên Kurdî, peyvên Kurdî yên li ber mirinê, gotinên berê hene lê helbesta “Tu Nehatî” serdanpê pişta xwe daye folklora millî ya Kurdan. Gava ku dibêje “leha sabûnê ji destê me diket û radiwesteha…/pişîka malê riwê xwe dişûşt…/ xwişka min a du salî radihişte kunoşik û der dimaliştin…” van gotinên mirî zindî dike û helbestê bi qalibên Kurdiya resen dihûne.

Li dinyayê ez dibêm kêm kesan ji zarokên xwe re helbest nivîsandine. Na na. Zarokên xwe kirine helbest. Lê di nav jinan de, qet texmîn nakim. Lê ji Kurdan? Tune, ji bilî Diya Ciwan, nizanim. Eger hebin jî hindik in. Li helbesta “Zarokêna Min” binêrin û helbestvan bo her zarokeke/î xwe çawa helbest nivîsandiye. Divê em bêjin ku ji bo Ciwanqedrekî mezintir heye. Helbet bê sedem nîne.

Beşa “Li Welatê Me” wêneyeke ‘edet û kevneşopiyên welat bi rêya makîneya helbestê hatiye kişandin. Gelek edetên sosret di nava van helbestan de cih digirin ku ciyê lêkolînê ne. Bi taybet rêya girtî ya li ber evînê ya li welatê me bûye mijara gelek helbestên vê beşê.

Weke encam ez dikarim bêjim ku ev helbest kurt in. Ev rast e. Lê di kurteya wan de maneyên dirêj hene. Loma divê meriv dubare, sêbare li wan vegere. Xala duwem, Diya Ciwan hem mijarên xwe hem jî peyvên xwe ji çanda gelê xwe wergirtiye û ji bo ku derdê wê bête famkirin nivîsiye. Wate, wê xwe û hizr û boçûnên xwe di nava peyvan de veneşartiye û wê bi peyvbaziyê û hunera listîka peyvan, nexistiye pêşiya wate û peyama hizrên xwe. Yanî ne wek kesên ku dibêjin “huner ji bo hunerê” bileksê vê ew ji ekola “huner ji bo gel” tê û vê aktîvasyonê diparêze. Ev yek jî poetîkaya helbesta wê ya sereke ye. Lewra Diya Ciwan, serapa helbesta xwe ye, û helbesta Diya Ciwan jî, Diya Ciwan bi xwe ye.

1- Zikata Evînê berhema helbestan a nû ya Diya Ciwan e ku hêj nehatiye çapkirin. Niha ji bo çapê tête amadekirin

* Ev nivîs di hejmara 156an a Nûbiharê de hatiye weşandin. 

Nivîs ji malpera nubihar.com ê hat standin

M. Zahir Ertekin

Derbar Çand Name

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply