Xîtaba Li Hurrîyetê

Ey hurriyeta şer’î! Tu bi dengekî wisan bidehşet; lê belê xweşik û mizgînwarî bang dikî ku Kurdekî mîna min ê ku di bin tebeqeyên xefletê de raketiye, hişyar dikî. Ne ji te bûya, ez û gel gişt, dê di zîndana esîrtiyê de bimana. Ez mizgîn didim te ku temenekî te yê ebedî heye. Heke tu, wê şerîeta ku heyat bi xwe ye, ji xwe re bikî çavkaniya jiyanê û tu di wê cennetê de şax û gulî bidî, mezin bibî, ez mizgîn didim ku ev miletê mezlûm, dê li gor zemanê berê, hezar dereceyan zêdetir bi pêş bikeve. Lê belê heke ew, te baş bike rêber û bi wan xerezên xwe yên şexsî û bi wê fikra tolhildanê, we lekedar neke,

اَلْعَظَمَةُ لِلّٰهِ وَالْمِنَّةُ لَهُ

vê jî, em ji qebra wehşetê û ji îstîbdad û zordestiyê derxistin û wê, em vexwendin cenneta îttîhadê û muhebbeta millî.

Ya Reb! Çi qiyameteke biseadet e û çi heşreke xweşik e ku mîsaleke piçûk a

وَالْبَعْثُ بَعْدَ الْمَوْتِ حَقٌّ

ê vî zemanî ji me re weha teswîr dike: Ew medeniyeta qedîmî ku di quncikên Asya û Rûmeliyê de definkirî ye, dest bi jiyanê kiriye; îca yên ku berjewendiyên xwe, di zerardayîna li her kesî de digerin û dilê wan li dû zordestiyê ye, wan dest pê kir

يَا لَيْتَنِى كُنْتُ ترَُابًا

dibêjin. Hukûmeta me ya nû ya meşrûî, ji ber ku mîna mûcîzeyê derket holê, înşellah heta salekê, em dê bibin mezherê vê raza 

تَكَلَّمَ فِى الْمَهْدِ صَبِيًّا

xêr û sewaba vê remezana sukût(bûn)ê ye ku sî salî, me ew bi mutewekkilî û sebir û semaxî girt, bi awayekî bêezab, wê ew deriyên cenneta tereqqî û şaristaniyê li me vekiriye. Ew qanûna şer’î ya ku berata destpêka hakimbûna gel e, mîna xezîneyên cennetê, me vedixwîne hindurî.

Gelî birayên mezlûm ên hemwelat! Em rabin biçin daxil bibin!

 Deriyê wê yê pêşî, yek-kirina dilan;  

   Deriyê wê yê duduyan, muhebbeta millî;  

   Ê sisêyan, mearîf; 

   Ê çaran, keda merivan;   

   Ê pêncan, terka sefîhiyê ye.

Ez yên din hewaleyî zihnên we dikim. Lewra gava meriv bê vexwendin, wacib e ku meriv îcabet bike. Fatîheya vê şoreşa mezin, ji ber ku mîna mûcîzeyê dest pê kir, divê ku li xêrê bê şîrovekirin. Îca dawiya wê jî, dê gelek xweş be. Bala xwe bidê:

Vê şoreşa ha, çawa ku wan zincîrên giran ên fikra merivahiyê parçe parçe kir û wan sed û bendên ku li pêşiya bipêşketina qabiliyetan bûn serabin kir û wê, hukûmet jî, ji talûkeya mirinê xelas kir û di vî miletê mezlûm de, wê, ew cewherê merivahiyê derxist holê û bi awayekî azad, berê wan rast da kabeya kemilînan, mizgîn dide ku dawiya wê jî, ango bi qasî sî salî, mîna wan ewrên sor ên agirba û rengerengî, yan jî, mîna xemla maran, ew lezzetên nemeşrû yên mîna sefîhî, hewesat û îsrafan ku gunehkariyên medeniyetê ne û ew dewleta medeniyetê, mîna wê hukûmeta zordest, ew karûbarên ku sewqî xerabûnê dikin, ji aliyê maddî ve, dê zerarên xwe bidin der û dê bi merivan pê bidin hisandin. Îca ew ewrên reşetarî û kesîf, li ser daxwaza giştî, ji ber ku dê derkevin meydanê, ew heyva medeniyetê ku roja şerîetê ye û ciyê makesê ye û eynik e, di bin wê fezaya saf û zelal a esmanan de, dê Asya û Rûmeliyê ronî bike û dê wan bigre nava xwe, di nav xwe de bihewîne û ew tovên/toxumên wan qabiliyetên kemilînan, dê bi barana hurriyetê mezin bibin û dê bi awayekî rengerengî bixemilîne. Ha ev şîroveyeke mizgînwarî ye ku ew dide me. Mûcîzeya Pêxemberî (s.) e û ji vî miletê mezlûm re înayeteke Îlahî ye û keramet e ji wê niyeta xalis a cemiyeta milletê re ku ev îttîhada dilan û muhebbeta millî ku kana seadet û madena hurriyetê ye, belaş ket destê me. Îca wan gelên dî, bi milyonan ji wan cewherên şêniyên nufûsa xwe feda kir û peyre wan ev qezenc kir. Wan hest, ‘emel û meylên me yên bilind ên millî û wî exlaqê me yê xweş ê Îslamî ku mirîbûn, ev dengê hurriyet û edaletê ku li ber guhê vê kureya erdê ya ku mîna mewlewiyekî ye û ketiye cezbê, şingînî tîne û kêfa temamê miletê xweş dike û bi awayekî xerîb wan dixe tevgerê û mîna nefxa sûr a Îsrafîl, wan li jiyanê vedigerîne.

Nebî nebî gelî birayên welat! Bi sefahetan dîsa mekujin. Îca ev Qanûna Esasî ku li ser şerîeta pak û ronak, li hember temamê wan fikrên xerabûyî û li dij exlaqê rezîl û li hember wan desîseyên şeytanî û li dij qeşmerî û melaqiyan hat damezrandin, ket hukmê Ezraîl; wî ew kuştin.

  Gelî birayên welat ên bihemiyet! Bi wan îsraf û lezzetên nemeşrû, careke dî wê îhya mekin! Nexwe heta niha em di gorê de bûn; diriziyan. A niha, bi vê îttîhada millet û meşrûtiyetê, em derbasî rehma maderê bûn; em dê çê û mezin bibin. Ji wê mesafeya tereqqiyê ku em sed salî li paş mane, înşellah em dê bi mûcîzeya Pêxemberî, ji aliyê ‘emelî ve li trêna qanûnên şer’î ya esasî û ji aliyê fikrî ve jî, em dê li bûraqa meşwereta şer’î siwar bibin. Em dê ji vê çola mezin a nav wehşetê, di demeke kurt de, ji hêla wan tekemmulên destpêkî ve derbas bibin û em dê di milê wan miletên medenî de, mil bi mil bikevin pêşbaziyê. Lewra gel li Erebeya ga siwar bûne û ketine rê. Îca em, tafilê li mebadî’ên mîna trên û balonê siwar bibin û em dê derbas bibin. Belkî bi xêra heqîqeta Îslamê û qabiliyeta fitrî û feyza îmanê û bi xêra wê birçîtiya zêde ku rehetî dide hezmê, em dê fersah fersah derbas bibin. Çawa ku wextekî em derbas bibûn.

Ji ber xatirê ku telebetî wezîfe dide min, ez tînim bîra wê fermana mezûn a hurriyetê ku:

Gelî gedeyên welêt! Bi awayekî nebaş, hurriyetê tefsîr mekin; da ku ji destê we nereve û da ku ew, wê esareta berê ku genî ye, di derdaneke dî de, bi me nede vexwarin û me pê nefetisîne. Lewra hurriyet, bi îtaetkirina li hukman û bi edebên şerîetê û bi exlaqê xweş bera [û rasteqînî dibe] û mezin dibe. Digel ku di serdema sehabiyên kîram de wehşet û cebra zordestiyê li ser hukum bû jî, ew azadî, edalet û wekhevbûna wan, ji vê angaştê re delîlekî eyan beyan e. Îca heke hurriyet, bi sefahet, lezzetên nemeşrû, îsrafat, tecawuzat û bi serbestbûna îtaetkirina li hewaya nefsê bê tefsîrkirin û bi vî awayî pê ‘emel bê kirin, wisa dibe; mîna meriv ji esareta padîşahekî derkeve, îca bikeve bin esareta rezîl a nefsê û wê gavê jî, îstîdata zarokatiyê li ser milet dide nîşandan û diyar dike ku milet sefîh e; Lewra meriv, dibin musteheqê wê esareta herişandî ya berê. Çimkî ew sefîh, dorpêçkirî û sînorkirî ye. Gava meriv nebe layiqê wê hurriyeta nû ya fireh û ronak (Çimkî ji zarokan re fireh nabe) ew îttîhada millî ya ku bi şan û şûrt e, dê ji ber wan rewşên genî û xerabûyî, bibe hedefê nexweşîneke fena. Jixwe tefsîra ehlê kemal û wicdan, ne wiha ye. Mezhebê wê jî, dê dijber be. Em gelên Osmanî, mêr in. Li wê qameta merdane ya îstîdata/qabiliyeta me ya millî, ew sefahet, hewesat û îsrafên ku mîna kincê jinan xemilandî ne, xweş nayê. Bînaen‘eleyh, em neyên xapandin. Em qaydeyê 

خُذْ مَا صَفَا دَعْ مَا كَدَرَ

ji xwe re weha bikin dustûrê karûbar:

Wan tiştên ku di hêla şaristaniya pêşveçûnê de, li ba biyaniyan hene û dikarin bi me re alîkariyê bikin, -mîna fen û senayiyê- em dê ji xwe re bi memnûnî bigrin. Lê belê hin ji wan edet û exlaqê nebaş ku guneh û mesawiyên medeniyetê ne û ew li cem biyaniyan, weke gelek xweşiyên medeniyetê dor li wan girtiye, kirêtî û çirkîniya wan, wisan zêde xwe li ba wan nîşan nade. Îca gava em wan ji xwe re bigrin, ji ber sihûda nebaş û ji ber wê rêya hilbijartina nebaş, wê wisan bê serê me ku, gava em wan xweşiyên medeniyetê ku bi zorî û zehmetî tên bidestxistin, lê belê em wan terk bikin, ew guneyên medeniyetê ku mîna zarokan, li hewa û hewesê tên, dikevin stûyê me û ji ber vê yekê jî, bivê nevê, em dibin mîna wî mêrê muxennes an jî, mîna wê jina ku bûye mêr. Ango, gava pîrek, mîna mêran kincan li xwe bike û mêr, bi xemla pîrekê xwe bixemilîne, qehpewarîtî ye; lê nayê. Ew zilamê ku xwedîşeref e, nabe ku bibe mîna wê xanima cîlwedar a bi ku zîv û zêr hatiye xemilandinê.

   Elhasil: Em dê, bi şûrê şerîetê li pêşiya wan guneh û mesawiyên medeniyetê rawestin da ku di hudûdê hurriyetê de nekevin nava medeniyeta me. Da ku ciwantî û ciwaniya medeniyeta me, bi xêra wê ava eynulheyata şerîetê bê parastin. Di hêla ked û kesba medeniyetê de, ji me re lazim e ku em jî mîna Japonan bikin. Çimkî digel ku ew wan xweşiyên medeniyetê ji Ewrûpayê digrin jî, wan ew edetên xwe yên millî ku neteweya wan pê ebedî dimîne, muhefeze kirin. Îca yê me, ji ber ku ew edetên me yên millî, bi Îslamê neşwûnema bûne û mezin bûne, pêdivî heye ku em ji du aliyan ve xwe bi wan edetan ve bigrin.

   Gelî gedeyên welêt! Wan kesên cemiyeta millî, ruhê xwe feda kir û bi vî awayî wan, rê li ber seadeta me vekir. Em jî, dê hin lezzetên xwe terk bikin û bi wan re alîkarî bikin. Çimkî em tevî wan, li ser wê sofreya nîmetan rûdinin. Ew kesên xwedî fikrên fasid û xerabûyî, ango yên ku daxwaza îstîbdad û mezaliman dikin, ez dixwazim li hember wan û li hember wê îstîbdada ku bûye mezherê mirina ebedî û di zikê zemanê berê de definkirî ye û li hember wan mezalimên di nav wê lehiya gur a demê de gêndir bûye, ji bo ku careke dî, êdî qet li wan neye temaşekirin, bi xêra beyana vê tarîxa heyata hurriyetê, di navbera zemanê berê û niha de, seddeke hesinî ya ku qet qul nabe bikşînim.

   Ha wiha ku: Mîna wan heft nûwazeyên navdar, vê şoreşa mezin, bi xwe re hurriyet anî û ji ber ku wê ew da ber terbiyeyê meşwereta

şer’î, dê wê qeweta gel a berê û hêza wî ihya bike. Heke rastî wan qesd û xerezên pîs ên şexsî ku mîna ye webayê neye, hurriyet tam di dema xwe de derket. Ev rewş û pêdiviyên demê, bivê nevê bi awayekî ji awayan, dê wê terbiye bike. Ne sun’î û li gor daxwaza dilan e; da ku muhtacî gelek kulfetan bibe. Mîna zemanê berê, dibe ku ji ber zorpêdayîna van zorî û pêkûtiyan be, ew hemiyeta millî ku ne ji fena û bêhêvîtiyê ye, wisan hatiye coş peroşê ku eynî mîna ku hurriyet, di rehma maderê de, hatiye temenê gihîştin û tekmîlê. Zemanê ku wê gav avêt qada hebûnê, wê ew hukumfermantiya xwe îlan kir û mîna seddeke hesinî yê ku li hember tu pevçûnî xwe zelîl nake û neqeb tê de venabe, yan jî mîna textê Belqîsa, li ser “Pênc Heqîqetên Sabit” hatiye damezrandin û çêkirin.

   Heqîqeta Pêşî: Di giştî de qewetek heye. Tu ferdek, nikare bibe xwedî qewetê. Mîna qeweta têlekî zirav ê di wê şirîta stûr de û qeweta temamê wê şirîtê yan jî, mîna hukûmeta nû ya ku temamê fikran di xwe de dihewîne û mîna wê hukûmeta me ya berê. Ey millet! Em vê gavê, şirîta stûr in. Her kî, bi dijberî û bi xweseranî, rabe vê lawaz bike, cînayeteke wisan li giştî dike ku qet nayê efûkirin.

   Heqîqeta Duduyan: Zemanê berê, li alemê, wehşet bi xwe li ser hukum bû û ji wê wehşetê jî, qewet û cebir derdiket. Îca ev qewet û cebira ku seltenet bi xwe bû jî, mehkûm bû ku li paş bimîne û xera bibe. Ev qewet û cebir, ketibe şûna dewr û daîma xwîna kîjan dewletê, wê ew dewlet, eynî mîna xwe, bi imrekî tebîî qeyd kiriye û wisan kiriye ku bikeve nav pençeya wî ecelê hilweşîn û xerabûnê û rûpelên dîrokî yên dewletên bi wî awayî, mîna hêlînên wan kundan, rêzikên wan, gazî xerabûna wan dikin û qelebalix dikin. Îca di dema biserdegirtina medeniyetê de, hukumfermayê alemê,ilim û merîfet e. Ji ber ku muwellidê wê medeniyet e û şana wê zêdebûn e û umrê wê ebedî ye, ew bûbe jiyan û mudebbirê kîjan dewletê, wê ew hukûmet, mîna xwe, ji wê qeyd û leleya imrê tabîî xelas kiriye û ji wî ecelê xerabûn û pelaştinê rizgar kiriye û îstîdat û qabiliyeteke wisan daye wê dewletê ku ew, bi qasî kureya erdê bijî. Ew rûpelên wan kitêbên Ewrûpayê, bi awayekî elenî, vê nîşan didin. Heke hûn ji vê heqîqetê re mîsal bixwazin, li hukûmeta me ya berê û li hukûmeta me ya niha binihêrin!

   Heke bê gotin: Heta niha, wan merivên adî, dikaribû ev hukûmeta kêmqewet îdare bikira. Îca vê hukûmeta nû ku evqas qewî û metîn e û bi dehşet e, ka divê ew merivên wisan hebin ku nuwaze bin û dahî bin. Digel vî awayî, ka gelo ev zeviya Asya û Rûmelî dikarin mehsûlên wiha bidin?

Bersiva ji vê re: Erê.

Û baş bal û dêhna xwe bide Heqîqeta Sisêyan. Binêre:

Di vî zemanê berê de, digel ku însan, xwedî qabiliyeteke bêsînor e jî, di nav daîreyeke ewqas teng û sînorkirî de tevdigere ku: Digel ku meriv însan e jî, mîna heywanan dijî û fikir û exlaqê meriv, li gor wê daîreya teng, berepaş çûbû û mehsûr mabû. A niha, vê hurriyeta ‘adîlane, ew zincîrên giran ên merivahiyê şikandin û wê ew seddên li pêşiya wan qabiliyetên pêşveçûnê jî, bela wela kir û wê ew daîreya biçûk, bi qasî dunyayê fireh kir. Hetta merivekî mîna min gundî û reşexelk, wê îdareya giştî ya ku bi qasî Sureyyayê ulwî ye, dê li ber çavan bigre û dê wan filîzên daxwaz û meylên xwe, bi wê ve girê bide. Îca ji ber ku her yek fîîl û helwestek, li wê derê dê bikeve liv û tevgerê û dê derî ji xwe re bibîne, dê hîmmeta wê bi qasî Sureyya bilind bibe, exlaqê wê jî dê li wê goriyê tekemmul bike û fikrên wê jî, dê bi qasî wan milkên Osmanî berfireh bibe, înşellah dê Eflatûnan, Îbnî Sînayan*, Bîsmarkan, Dekartan û Teftezaniyan li paş bihêle. Em bi awayekî gelek zêde hêvîdar in ku ev zeviya zexim a Asya û Rûmeliyê, dê gelek ciwanên welêt, mehsûl bide.

   Nemaze: Ev memleketên Osmanî, ji ber ku ciyê derketina temamê nebiyan e û ciyê sazbûna wan dewletên şaristanî yên berê ye û ciyê hilata wê roja Îslamê ye, ev qabiliyetên kemalê ku di fitreta wan de hatine danîn (ev her sê tişt) gava bi barana hurriyetê bên avdan û mezin bibe, dê qabiliyeta her kesî û ew fikra wan a ronakbîrî, mîna dara tûbayê, dê li her aliyî şax û gulî bide. Û dê wisan bike ku nîsbeta şerqê li ber xerbê, bike mîna nîsbeta seherê ya li ber rojavabûnê. Çi heye heke, bi xuya zexeliyê û bi wan xerezên jehrkirî neyê ziwakirin û hişkkirin.

   Heqîqeta Çaran: Şerîeta pak û ronak, ji ber ku ji kelamê ezelî tê, dê biçe ebedê. Lewra ew meyla pêşdeçûnxwaziyê ku di merivan de heye û şaxekî wê alema ku meyla îstîkmal û gihandinê ye. Îca qabiliyetên merivan jî, ji vê meyla ha çêbûne û meyweyên wê bi xwe ne. Gava ev qabiliyet, bi wan fikrên hevgirtî û zexim, encamek çêbibe û van encaman vexwe û jê re bibe qût, îca dê pê mezin bibin. Li gor mezinbûna wê, dê şerîeta pak û ronak jî mîna wan xwedîjiyanan berfireh bibe û pê re li hev bike. Ha ev ku heye, delîlekî gelek ronak e ku ew şer’a ronak, ji ezelê hatiye û dê biçe ebedê. Ew hurriyet, edalet û wekhevbûna wê dewra pêşî ya Îslamê, nexasim di wê hingê de delîlekî qet’î ye ku şerîeta pak û ronak, temamê wan wekhevbûnên, edalet û hurriyeta

heq ku ne di kemalê de bûn, tevî wan rabite û pêdiviyên wan, bi giştî di xwe de dihewîne. Ew pêldan û berhemên Îmamê ‘Emer, Îmamê ‘Elî û Selaheddînê Eyyûbî yê Kurdî, ji vê muddea û angaştê re delîlên elenî ne. Ez li ser vê yekê bi awayekî qet’î hukum dikim: Ew noqsaniyet, li paşmayîn û rewşa me ya nebaş, ji ber çar sedeman hatiye:

1 – Ji ber ku me bêîtaetiya wan hukmên şerîeta pak û ronak kiriye;

2 – Ji ber wê şîroveya nebaş a hin ji wan mudahîn û qeşmerên ku li gor kêfa xwe kirine.

3 – Ji ber wê hişkebaweriya wan alimên cahil ên zahirperest an jî wan cahilên alim,

4 – Ji ber ku wê sihûda nebaş û wê tercîha nebaş wan tiştên xweş ên medeniyeta Ewrûpayê ku bi zorê tên bidestxistin; lê belê me ew terk kirine û mîna zarokan, wan guneh û nebaşiyên medeniyetê ku li gor hewa û hewesê ne, bi qaydeyê tûtiyan teqlîd dikin û ev bi xwe jî, wê encam û aqûbeta nebaş nîşan dide. Heke ew kesên mamûr, wan wezîfe û peywirên xwe, bi awayekî rêkûpêkî bînin cî, îca yên ku ne memûr in jî, gava ku li gor wan pêdiviyên şert û şurûtên demê ked û emek bidin, ji sefahetê re dê zeman nemîne. Ji van her du qisman, tenê yek ferdek jî xwe ji sefahetê re sist bike, di nav temamê vê civakê de, dikeve sûretê mîkrobeke muzir û zerarker.

   Heqîqeta Pêncan: Zemanê berê, ji ber ku ew hevgirtinên civakî û tiştên ku ji debara merivan re lazim bûn û ew feydeyên medeniyetê, ew qas zêde nebûbûn û li şax û beşan cihê nebûbûn, fikra hin kesên besît, têra îdarekirina dewletê dikir. Îca a niha, vê dewrê, ew tiştên ku civakê bi hev ve girê didin ewqas zêde bûne û ew lazimatiyên debarê ewçend zaf bûne û ew meyweyên medeniyetê wisan ketine hêla pisporbûnê ku ancax ew meclîsa meb’ûsan ku di hukmê dilê gel de ye û ew meşwereta şer’î ku di meqamê fikra ummetê de ye û ew hurriyeta fikran ku di menzîla şûr û qeweta medeniyetê de ye, dikare vî barî hilgire û îdare û terbiye bike. Îca ji vê heqîqetê re mînak jî, ew hukûmeta zordest a berê û ev hukûmeta meşrûte ya nû ye. Ez bi wezîfeya ku ew Heqîqeta Sisiyan wê dide min û bi wê fermana mezûniyê ku hurriyet wê dide min, sê tiştan îxtar dikim:

   Ê yekê: Muhal e ku cismek, bi yek carekê ji zerreyan, tehellul û xalî bibe û dîsan nabe ku cismek, tafilê ji zerreyan çêbibe. Îca cismê dewletê jî, heke ne muhal be ku wan memûrên xwe bi carekê hilîne, rake û li şûna wan, yên nû bi cî bike; lê zor e. Lewra wan merivên ku qabiliyeta wan xebîs e û îslah nabin, cismê dewletê, bi def’eke sirûştî dê wan bavêje derve. Îca yên ku dikarin bên îslahkirin, ji ber ku hîna roj ji aliyê rojava ve derneketiye, deriyê tobeyê vekirî ye. Divê ku ji tecrubeyên van mifa û sûde bê girtinê. Ji bo tijekirina ciyên wan, çil sal lazim in. Ku ne wisan be, gava meriv rabe li dij wan zimanê xwe bigerîne û wan rezîl bike, tê wê wateyê ku meriv, dê ji ber hin fikrên wan ên xerabûyî û ji ber wî exlaqê wan ê nebaş, wê îttîhada bişana miletê, ji nexweşînekê re bike hedef.

   Ê duduyan: Ez li çiyayên Kurdistanê mezin bûbûm. Min xeyal dikir ku navenda xîlafetê xweş e. Wexta ku berî heft heşt mehan ez hatim Derseadetê [Stenbolê] min dît ku dirûvê Stenbolê dişibihî merivekî wehşî yê ku ji ber tirs û fikaran û ji ber jihevnefretkirina dilan, kincê medenî li xwe kiriye. Vê gavê, bi xêra îttîhada millî, di kincê merivê medenî; lê belê nîv-medenî, nîv-wehşî de xwe nîşanî me dide. Wexta berê, weke sedemê wan fenatiyên Kurdistanê, min zenn dikir û min digot qey ev uzwê Kurdistanê bi xwe nexweş ketiye, Lewra ev tiştên nebaş diqewimin. Îca dema min Stenbol dît û min li nebza wê nihêrt, min baş jê fam kir, hîna nû ez tê gihîştim ku ew nexweşîna dil e ku gihîştiye her aliyî. Min hewl da ku tedawî bikim; ez bi dîwanetiyê hatim mukafatkirin.

Bi ser de jî min dît, Îslamiyeta ku şaristaniya heqîqî di xwe de dihundirîne, ji vê medeniyeta îro, gelek li paş maye. Mîna ku Îslamiyet, ji ber wî exlaqê me yê nebaş xeyidîbe, berê xwe dabe aliyê zemanê berê û diçe. Dê giliyê me li cem Zemanê Seadetê bike. Sedemê herî mezin ê vê yekê ew e ku di pey îstîbdadê de, sê şaxên mezin ku murşîdê giştî ne û armanca wan giştan yek e; lê belê rîwayet muxtelîf e yan jî ew ehlê medrese, ehlê mekteb û ehlê tekiyayê ku bûne mesedeqê vê beyta

عِبَارَتنَُا شَتَّى وَحُسْنُكَ وَاحِدٌ * وَكُلٌّ إِلَى ذَاكَ الْجَمَالِ يُشِيرُ

û fikrên wan cihê ne û meşrebên wan ji hev re muxalif in.   Jixwe vê tebayuna fikran, kiriye ku asasê Îslamê ji binî biheje û îttîhada Îslamê jî, kiriye çetel çetelî û ji wê ew pêşveçûna medenî, li paş hiştiye. Çimkî yek, ê din bi îfratê kafir dihesibîne û yek jî, yê dî, bi dalaletê tawanbar dike. Îca yek jî, yê din bi tefrîtê, nezan dihesibîne û wisan nîşan dide ku bawerî pê nayê. Çareya vê ew e ku bi qencî, berê xwe bidin hev û di nav xwe de yekîtî pêk bînin û di nav fikrên hev de têkiliyeke hevgirtinê daynin û qewetê bidin hev û li hev bikin; da ku di hêla îtîdalê de, musefehe bikin û hev bigrin û bi vî awayî nehêlin ku ew ahenga pêşveçûnê xera bibe.

Ê sisêyan: Min li waizan guhdarî kir. Şîretên wan li min tesîr nekir. Ez fikirîm. Ji bilî dilhişkiya xwe, min sê sedemên dî dîtin:

   Ê yekê: Zemanê îro, didin ber zemanê berê û tenê wê teswîra muddea, bi awayekî ronak û mubalexeyî nîşan didin. Ji bo tesîrkirinê, digel ku diviya muddea îsbat bikirana û li ser rastiyê vekolana, îca ew vê îhmal dikin.

   Ê duduyan: Gava meriv tiştekî teşwîq bike û jê bide tirsandin, bivê nevê meriv qîmeta tiştekî ku hê ji wan ên din girîngtir e, jê dadixîne. Ji ber vê egerê, denge û mêzîna şerîetê naparêzin.

   Ê sisêyan: Ew, wan gotinên ku li gor pêdiviya demê û belaxetê ne û minasibê naskirina nexweşînan in, nabêjin; tu dibêjî qey merivan dikşînin wan quncikên demê û bi wan re dipeyivin.

   Hasilê Kelam: Waizên me yên mezin, divê hem ji wan aliman bin ku bi lêkolînan gihîştine rastiyan; da ku îsbat û îqna bikin. Hem divê xwedî hîkmeteke wisan hûr, kûr û dûr bin ku wê muwazeneya şerîetê xera nekin. Hem divê xwedî belaxeteke wisan bin ku bi rehetî karibin îqna bikin; da ku li gor pêdiviya rewşê û demê karibin gotinan bibêjin û bi mêzîna şerîetê jî bikşînin. Jixwe şert e ku wiha bin.

   Her bijî şerîeta pak û ronak!.. Her bijî edaleta Îlahî!.. Her bijî îttîhada millî!.. Bila bimre îxtîlaf!.. Her bijî muhebbeta millî!.. Bila bimrin ew xerezên şexsî û ew fikrên tolhildanê!.. Bila bijîn ew eskerên ku wêrekiya cisimbûyî ne!.. Bila bijîn ew artêşên ku hêz û qeweta wan, bi çavan tê dîtin!.. Bila bijîn ew cemiyeta wan kesên ku ji hurriyetê re alîgir in ji aqil û tedbîrê re bûne cisim!.. Her bijî xelîfeyê Pêxember ku di wê fikrê de ye ku birînan tedawî û derman bike!

Hezimkirina wê meyweya dara çiyayîn a Kurdistanê giran e. Îca baş û bi baldarî bicûn; da ku bigibire. Ku ne wisan be ez dê helal nekim. Çawa ku du rojnamevanan peyvên min xera kiribûn, heke hûn jî wisan bixwînin, bila Xwedê bê hawara we. Bêyî ku li çi metnî binihêrim min gotibû. Çi heye ku di her kelîmeyê de amanceke min heye. Baş bala xwe bidinê; da ku hûn nebin meseddeqê,

وَكَمْ مِنْ عَائِبٍ أَمْرًا صَحِيحًا * وَاٰفَتُهُ مِنَ الْفَهْمِ السَّقِيمِ

wesselam…

Melayê Kurd ê Meşhûr- Zehra.com rûpel-16-24

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply