ROMANEKE GIRÎNG ”LEQAT”

”Leqat” navê romana birêz Receb Dildar e. Wî berê çend pirtûkên çîrokan û helbest nivîsîbû û weşandibû. Ev romana wî a yekem e. Ji bo romanê ez gotina dawî pêşî bibêjim. ”Leqat” romaneke serketî ye, girîng e û hêjayê xwendinê ye. Mijara wê balkêş e û herweha divê xwendevanên kurd wê bixwînin. Zimanê romanê kurdiyeke/kurmanciyeke pak e, zelal e û li gor rastnivîsînê, şêweya gramerê/rêziman rast e. Naveroka wê dewlemend e.

Di derbarê romanê de ji birêz Burhan Tek heta mamoste Amed Tigrîs gelek kesên edebiyatzan, zanîstên wêjeya kurdî nivîs/gotar nivîsîn û weşandin. Lewre jî ez naxwazim tiştên ku derbarê romanê de hatine nivîsîn dubare bikim. Ez ê bi kurtahî bahsa hinek xalan bikim û bal bikşînim ser hinek xalan.

Di nav romanên kurdî de herî pir civînên danasîna romana ”Leqat” hatiye kirin. Li Amedê, Stenbolê, Îzmîrê, Ankarê, Danmarkê û hwd, ji bo nasîna romanê û herweha derbarê huner û naveroka romanê de civînên ku nivîskarê romanê Receb Dildar bi xwe beşdar bubû hate lidarxistin. Bi texmîna min piştî romanên rahmetî Mehmed Uzun, herî pir romana ”Leqat” hatiye danasîn û hatiye firotin.

Di derbarê serhildana Şêx Saîd Efendiyê  nemir de çend pirtûkên lêkolînî û romaneke bi tirkî û du romanên kurdî hatine nivîsîn. Di romana tirkî de a Metîn Aktaş de hinek şaşî hene. Herdu romanên kurdî bi tevahî li ser serhildanê nîn in. Di beşeke romanan de wek dîmenên serhildanê tê rave kirin. Di romana ”Leqat” de serpêhatî û serboriyên Hesenê Karazî de dema serhildana Şêx Saîd efendî tê qal kirin.

Leşkerên artêşa dewleta dagirker a kemalîst agir bera mala Hesenê Karazî didin û xanî dişewitînin. Leşker dibêjin qey Hesen di hundirê xanî de ye. Lê, Hesen na, hespê wî di hundir de ye û dişewite. Leşkerên artêşa hov di dema serhildana Şêx Saîd efendî de li Serhedê, li gundên Dara Hênê û li gundên Licê xaniyan bi însan û dewaran ve dişewitand in.

Roman bi beşa sernavê wê ”Şewat” e dest pê dike. Taswîra xwezayê/naturê û gund bi berferehî tê kirin. Paşê şewata xaniyê Hesenê Karazî ji alî leşkeran ve tê rave kirin.

Di vê beşê de serhildana Şêx Saîdê nemir, herdu fermandarên wî Amerê Faro û Heqî Begê Licî û katibê wî Fehmiyî Bîlal î Licî hene. Herweha sergirtina dorlêgirtina bajarê Diyarbekirê ji alî çekdarên Şêx Saîd Efendî ve, dijwarî û zahmetiya derbasbûna nav bajêr, topbaran û gulebaranên leşkerên komara kemalîst ji devê Hesenê Karazî tê rave kirin.

Di romanê de şîroveyek derbarê taybetmendiyên dewleta dagirker û zilm û zordariya wê, êrişkarî û talankariya roma reş, hovîtî/barbariya wan ya li hember gelê kurd bi gotin û hevokên balkêş aniye zimên. Binêrin di rûpela 35an de weha tê gotin : ”Em di bin pêyên zaliman de bûne wek pêlîstokeke, kî digihîje bi hêlekê ve daf dide. Îcar zalim hene, zalim hene, di vana de ne dîn heye, ne îman heye. Ji xwe ji roja pêşîn de ji wan re gotine Roma Reş. Her tim bi çek in û êriş dikin. Ne dibêjin zar û zêç in, ne dibêjin kal û pîr in, kî ber bi şûrê wan ketibe, kî bi ber talana wan ketibe, careke din îflah nebûye. Kî ketiye nav lepên wan, ew xistine nav mengenê û peliçiqandine. Wek şevşevokan bi canê wan ketine, heta dilopeke xwîn di damarên wan de maye, pê ve mijiyane. Tiştekî bi navê ujdan di hêla wan ve neçûye. Ji bo berjewendiyên xwe dikarin birayê xwe bikujin, bavê xwe bikujin. Serê bav û birayan ji xwe re kirine goga lîstokê, îcar ew ê çawa li xelkên din nekin. Ew ê çawa bi çavê biratiyê, bi çavê cîrantiyê li me binêrin. Ji roja hatine van deran û heta niha erda me bi xwînê diecile. Em ne ji xwe re ne û dengê hewara me jî nagîşe tu kesî. Bi korfersendiya xwe nav dane. Hema bayê wan li te bê, tu çûyî. Qewmeke wisa ye. Jiyana wan li ser zor û talanê ye.” Jêgirtin dirêj bû lêbelî ev gotinên li jor rewş û karektera dewleta dagirker ku ji dema Osmaniyan ve Kurdistanê dagir kirine û berdewama Osmaniyan komara kemalîst jî dagirkeriyê bi tundî, bi zilm û zorê domandiye, tîne zimên.

Dema min romana birêz Receb Dildar xwend, ez di xeyal û binheşê xwe de çûm salên biçûkiya xwe ku bapîra min û hevalê kalikê min Ahmedê Pito ji min re behsa dema serhildana Şêx Saîd Efendiyê nemir dikir in. Ahmedê Pito ji mehla Mellan a mahleyek Lîcê bû. Ew bubû leşkerê Şêx Saîd. Ew bi kalikê min re û çend birayên kalikê min ve çûbûn beşdarê leşkerên Şêx Saîd Efendî bûbûn û çûbûn ser Diyarbekirê. Li wir çend apên bavê min şehîd ketibû û kalê min Alî Axayê Mala Hecî Usman birîndar bûbû. Apê bavê min Amer û hevalên wî ew bi birîndarî anîbûn Licê. Li Licê piştê çend rojan kalê min wefat kiribû. Birayê wî Amer jî ji alî çeteyên hukmatê ve ku ê kujer navê wî Feqiyê Mamedî bû Amer dikujin û ew û leşkerên tirk serê wî jê dikin tînin di Licê de di çarşiya genim de dieliqînin. Dema kalikê min wefat dike bavê min bebika qumatekê a 40 rojan bû. Ahmedê Pito behsa şerê Diyarbekir ji min re dikir û digot : ”Heger kalikê te şehîd neketa niha te dê wî bidîta.” Bapîra min jî tim behsa dema serîhildana Şêx Saîd Efendî dikir, zilm û zordariya ku fermandarên artêşa tirkan Alî Barut û Alî Haydar li Licê pêk anîbû dikir.

Di romanê de fîgurekî romanê ku navî Celalê Xerzî ye, ji Hesenê Karazî re behsa rewşenbîrê kurd ê hêja yê dema serhildanê û herweha katibê Şêx Saîd efendî bûye, behsa Fehmiyê Bîlalê Liceyî dike. Dema min ew der xwend, qalkirina Xalê Ahmedê Pito û Zinar Şîro hate bîra min. Fehmiyê Bîlal ji mehleya me bû. Van herduyan jî ji min re gelek caran behsa rewşenbirî/ronakbirî û welatparêziya Fehmiyê Bîlal dikir in. Di romanê de helbesta ku Fehmiyê Bîlal nivîsiye ku sernavê wê ”Giliya Daran”e jî heye. Helbestek gelek manedar e, girîng e.

Piştî têkçûna serhildanê leşkerên dagirker wahşetek, zilm û zordariyek nedîtî li hemberê gelê kurd pêk tînin. Hesenê Karazî vê rewşê weha tîne zimên. Binêrên rûpel 47 û 48.

”Ev du mehên dawîn bi hezaran esker şandin bi ser me de. Dixwazin tovên berxwedanê ji binî ve biqelihînin. Wek kuliyên bi ser zeviyan ve bigrin, wek qimilên bi nav genim bikevin û ji min ve biqelihînin, esker qefle bi qefle bi ser gundan ve girtin, ji ber ku li gelek ciyan mêr xwe didin alî, jin û zarokên mayî dixin kadînan û agir bera wan didin. Me gelek gund dîtin, bi temamî hatibûn qirkirin. Dibêjin di navbera Licê û Dara Hênê de gundekî saxlem nemaye. Çend roj berê jî Dêrqama Hênê şewitandin.

Du fermandarên zalim û xwînxwar li ser eskeran e. Bi wan re ne dîn heye ne îman heye, ne ûcdan heye ne rehm heye, zar û zêçan bi saxî dixin kadînan û diçewitînin. Yek jê navê wî Bînbaşî Alî Barût e, yê din jî Bînbaşî Alî Haydar e. Yek bi gundên hêla Pasûrê ketiye, yê din jî gundên Hênê û Licê dane ber xwe. Dixwazin xof û tirseke wisa bavêjin ser xelkê ku careke din tu kes behsa azadiya Kurdan neke. Loma rê û rêbazên herî hovane bi kar tînin. Ciyê vê zilmê ne di huqûqê de ne jî di şerîetê de heye. Gundên ku piştgirî dabûn hareketa Şêx Saîd Efendî bi kuştin û şewatê tên cezakirin.” Rûpel 47 û 48.

Di romanê de çîroka bûyera ku hatiye serê kaloyê ku navî Qasim e ku ji Hesenê Karazî re qal dike, dil û kezeba mirov dişewitîne. Binêr rûpel 50.

Di beşa duyem a romanê de êdî  Fatêya jina Hesenê Karazî dibe vebêj û gelek tişt rave dike. Trajediyek tê serê Fatê jî. Ez ê behsa wê nekim. Ji xwe min heta niha behsa beşekî romanê kir, beşên din jî bila wek meraq bimînin. Divê xwendevanên kurd va romana girîng bikirin û bixwînin.

Di romanê de Fatîme, Eyşo, Cemîlê kurê Hesenê Karazî, Helîme, Hesê Cemîl û gelekên din hene. Serpêhatî û serboriyên wan naveroka romanê dewlemend kiriye. Di qalkirina Fatîme de, komkujiya filehan/ermeniyan xela û birçîbûna wê demê, zewaca wê û zahmetiya ku di jiyana xwe de kişandiye tê rave kirin.

Di romanê de behsa Şêx Fexrî jî tê kirin. Li navçeya Farqîn/Silîvan û Licê û li gundan xelkê ji Şêx Fexrî gelek hez dikir. Piştî têkçûna serhildanê û îdama/dardakirina Şêx Saîd Efendî, leşkerên wî ên ku bûn mahkûm li dijê artêşa dewleta dagirker a komara Tirkiyê berxwedana çekdarî domandin. Wan wek komêm çekdar li çiyayê Lîs a Cebexçûrê û li derdora Amedê, Farqînê û Licê wargehên leşkerî pêk anîn û li hemberê leşkerên dewleta kemalîst çalakiyên çekdarî pêk anîn, şer kirin.

Şêx Fexrî, Amerê Faro û Hemê Markî birêvebirên komên çekdar bû. Mêraniya wan li herêmê navûdeng dabû. Esas şerê gerîlatiyê, şerê partîzaniyê wan wê demê dimeşand. Di her şerî de heger yek ji wan bihatana kuştin, deh, bîst leşkerên tirk dihatin kuştin. Rewşa wan, şerê ku wan dimeşand wek ên niha Xwedêgiravî li ser navê gerîllatiyê guro were min bixwe nebû. Niha çekdarên ku xwe wek gerîlla bi nav dikin nizanin şer bikin û her tim têne kuştin. Di nav van çar salên dawîn de 20 hezar xortên pak hatin kuştin. Salê 5 hezar xort û keçên ciwan ên  kurd têne kuştin. Di nav yên niha de lehengekî ku nav û deng bide tune. Ji xwe koma ku derdikeve çiya yan jî ji Qendîlê dişînin di nav sê, car mehan de têne îmha kirin. Lewre jî lehengekî ku bi salan li çiya bimîne, şer bike, bibe navdar, navûdeng bide tune. Yekî wek  Şêx Fexrî, Amerê Faro, Hesen Keyayê Celkî. Amerê Hecî Usman, Yadîn Paşa, Seyidxan û gelek lehengên din ên wê demê di nav çekdarên niha de derneket.

Nivîskar/helbestvan û romannivîserê kurd î hêja Receb Dildar jiyan û têkoşîna Hesenê Karazî, kurê wî û newiyê wî bi zimanekî resen a edebî/wêjeyî bi hevûdu ve hunandiye û wek romaneke serketî û herweha ji hêla mijara xwe ve girîng afirandiye. Bi hêviya ku romannivîserê hêja birêz Receb Dildar romaneke ronahiya di nav deqa Kemallê Millî de jî binivîse.

Hesenê Karazî, Şêx Fexredîn, Şêx Evdirrehîm, û Cemîlê Seyda ku leşkerên dagirker wan di nav erdê genim de bi zindî şewitandin û bi gelemperî piraniya kurdan û malbatên kurd ku ketine ber xezeba dewleta kemalîst a hov/barbar, jiyan û têkoşîna wan dikare bibe roman. Ez vê nivîsa xwe bi bi hevokek gelek balkêş ku di dawiya romana birêz Receb Dildar a bi sernavê  ”Leqat” de hatiye rave kirin bi dawî tînim. Binêr rûpel 177.

”Bawer im niha mirov destê xwe bavêje dîroka kîjan malbata kurd wê ji çîrokên wan xwîn binuqute. Wê zarezarên îşkenceyên li wan hatine kirin bigihîjîn erşê ala. Divê ev rastî hemû bên zanîn. Divê rûpelên dîrokê yên bixwîn di nav bîrên bêbinî de nemînin. Divê salên şewatê di nav kadînên ku li mirovan bûbûn gor de neyên jibîrkirin. Divê em bîrên bêbinî bi projektoran ronî bikin û dîrokê ji wê zulûmata reş, ji nav wê tariyê rizgar bikin. Divê nifşên nû, heq û neheqiya dîrokê li ber çavê xwe bibînin ku careke din, rêya xwe di nav wê tariyê de wenda nekin. ”

Belê, ev xebateke hêja ye û romaneke girîng e ku birêz Receb Dildar afirandiye. Edebiyat/wêje di guhartinên civakî de bandoreke erênî pêk tînin.

Roman ji 7/heft beşan pêk tê. Sernavê beşan ev in; Şewat, Leqat, Sibat, Gêre, Şîrfiroş, Zîv û kitêb, Pêşkêşî. Roman 180 rûpel e û di nav weşanên ”Dara” de li Amedê hatiye weşandin. Berga romanê bi amatorî hatiye çêkirin. Wêneya li ser berga romanê jî wêneyek nebaş e. Wêne wek seriyeke bêgewde û wek yekî dînik, çavbilok, di berga paş de jî heman wêne wek seriyekî mirî ye. Min digot qey weşanên ”Avesta” û  ”Lîs” bergên nebaş ji bo pirtûkan çêdikin, lê waye diyare weşanên ”Dara” jî tevlê wan bûye û bergek nebaş amade kiriye. Weşanxaneyên kurd ji bo pere nedin bergên pirtûkan li gel grafîkerên profesyonel nadine çêkirin. Ew bi xwe bi amatorî û bê mesref çêdikin.

Wek gotina dawî, teşe û tevna romanê, mijar û bûyerên di romanê de, zimanê wê, taswîrên tê de, li hevûdu hunandina beşan, pevgirêdana bûyeran û rave kirina demên cuda, xeyal û rastiyên di cîhana romanê de, werhasil bi her awayî romaneke girîng e,  serketiye, bi nirx e.

Lokman Polat

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply