ÇATOM (bi tirkî: Çok amaçlı toplum projesi, anku, Projeya pirralî ya civakê)

ÇATOM, dezgeha asîmîlekirina jinên Kurd. Dezgeha şerê psîkolojîk. Di bin siya qursên ziman, qursên karên destî jinan kom dike, ji wan re qaşo riya pere qezenckirinê vedike. Lê armanca wê ya sereke asîmîlekirin e. Li vir îstîxbarat, xirabkirina yekîtiya civakê, kişandina ciwanên Kurd bo krîmînalîteyê (karê firotina madeyên hişbir, fûhûş hwd) tê kirin.
ÇATOM (bi tirkî: Çok amaçlı toplum projesi, anku, Projeya pirralî ya civakê) kurtenivîsa saziyeka bi karê pişavtina (asîmîlasyona) kurdan ve bilîdibe ye.
Sê hedefên ÇATOM’ê
1-) Zarokên kurd ên 0-6 salî
2-) Jinên kurd ên hîç an kêm bi romî dizanin, kêm perwerde dîtine
3-) Serokên civatên kurd (axa, şêx, mele, pîr, kizîr û hwd)
Sazî bi rêbazên zanistî û nûjen li asîmîlekirina kurdan digere. Pirranî li ser mijarên, zarokên kurd ên 0-6 salî, jinên kurd ên hîç tirkî nizanin û serokên civakên kurd radiweste. Tê zanîn ku asîmîlekirina zarokên 0-6 salî hêsan e. Jina kurd berdewama çand û folklora kurdî ye, heger bi kesayetiya wê were lîstin, asîmîlekirin hêsantir dibe. Dîsa heger serokên (nasdarên) civakên kurd bi awayekî bi dewletê ve werin girêdan, karê dewletê yê asîmîlekirinê jî bileztir dibe.
Sazî di sala 1995’î de bi fermî lê di sala 1992’î de jî bi fîîlî dest bi kar dike.
Ev sazî kar û armancê xwe wekî rewa dide nîşandan. Li herêmên ku cerdewanî tê kirin gelek biserketî ye. Her sazî ji 5 an 7 kesan tê birêvebirin. Serokê lijneyê perwerdeyên taybet dibîne. Hin karên xwe bi dizî dikin. Hin caran mal bi mal digerin û alîkariya aborî li malbatên xizan dikin. Keçên kurdan berhevdikin û dişînin “dibistanên starê” (bi tirkî: yatılı okul).
kuWiki
(Ev nivîs ji rûpela Dara Gimgimî hatiye wergirtin)

Derbar ziman

Check Also

ÇAND MA li benda pirtûkan e

Çand Ma parçeyeke nû ya xebata Ma Musicê ye û ciheke nû vekiriye. Çand MA’yê …

Leave a Reply