Felsefeya hunerê: Rexneyeke sivik li hunerên kurdan ên nekurdî, nekurdistanî û nekurdewarî

Pêşek

Hunera kurdan gava ne bi kurdî be çi tê serê wê? Helbet a ku hatiye serê romana Erebê Şemo ya bi navê “Şivanê Kurd” tê serê wê jî. Îcar hûn ê bibêjin: Ma çi hatiye serê wê, ma navê wê yê rastîn ne “Şivanê Kurmanca” ye ku sala 1935an li Rewanê hatiye çapkirin? Bêguman navê wê yê sala 1935an wisan e, lê dema ku ji dayîk bû navê wê “Şivanê Kurd” bû. Delîla vê yekê jî wergera wê ya pêşîn a bi rûsî ye ku navê wê “Kurdskiy Pastûx/Şivanê Kurd” e û sala 1931ê ji aliyê weşanxaneya Ogîz-Molodaya Gvardiyayê ve hatiye çapkirin. Îcar çi ferq di navbera “şivanê kurd” û “şivanê kurmancan” de heye? “Şivanê kurd” balê dikêşe ser neteweya kesê ku pîşeyê wî şivanî ye û şivanê kurmancan jî balê dikêşe ser xwediyê pêz, neteweya şivên ji holê radike, êdî kî dibe bila bibe ferq nake. Heyama Sovyetê, divê pirtûk pêşiyê digel wergera rûsî li komîteya weşanê bihatana spartin, gava naverok bihata pejirandin ew pirtûk çap dibû. Lewre dema ku Erebê Şemo pirtûka xwe nivîsî û digel wergera wê ya rûsî sparte komîteya weşanê, berhem hate ecibandin, hanzûka çapa wê ya rûsî derket û piştre nîqaş li ser naveroka wê derketin. Di dawiyê de Sovyetê biryara hilweşandina Kurdistana Sor da û di sala 1937an û pê ve koçberkirina kurdên Aranê, ango Kafkasyayê dest pê kir. Wekî ku tê zanîn “şivan” sembola “rêveberê kerîyekî pêz” û di piraniya edebiyatan de “serok” wekî “şivanê gel” tê hesibandin. Îcar azerî, gurcî û ermeniyên Aranê qebûl nedikir ku di sembolan de “serokekî kurdnijad” hebe; lewre bi îtîraza wan an jî bi pêşniyara wan navê romanê bû “Şivanê Kurmanca”. Bi vî awayî “kurmanc” bûne “kerî” û nasnameya şivên jî ewqasî ne girîng bû, êdî her kesî dikaribû ji kurdan re serokatiyê bike. Kurdan hê hê jî fehm nekiriye bê ka çi cudahî di navbera “kurmancên di bin serokatiya kesekî nekurmanc de” û “şivanê kurd ê ku ji gelê xwe û gelên din re serokatiyê dike” heye? Wê çaxê azerî, ermenî û rûsan, her wiha Stalînê gurcî dizanibû ku cudahî çi ye, wan qenc dizanibû bê ka “Kurdskiy Pastûx/Şivanê Kurd” û “Pastûx Kurdov/Şivanê Kurdan (Kurmancan)” çi ye û ne çi ye; lewre kurmanc kirin keriyê ber xelqê û afirînerê “nasnameya şivanekî kurd” (serokê gelan) Ereb jî bi 20 salên sirgûnê hate rewakirin.

  1. Yûnaniyên kevnare û paşmayeyên wê yên hevdem çi wateyê didine felsefeya hunerê?

Li gorî çanda grekoromayî ya kevnare û ewroamerîkî ya hevçerx hunera felsefeyê balê dikêşe ser “huner, bedewî û kêfxweşiya li hemberî bêqusûriya karekî baş afirandî”. Bêguman îro gelek hilberînên baş û nebaş wekî “huner” tên hesibandin; lê hundirê wê têgihê hatiye valakirin. Heta hinek dikarin muzîka pars û kurdan a bi hezar salan wekî “muzîka hunerî ya tirkan” jî li ser navê xwe tomar bikin; lê huner tiştekî din e. “Berhema hunerî ew tişt e ku naşibihe yeke din, tekane û yekane ye.” Wisan e ji bilî felsefeya hunerê pêwistî bi hest û çavkaniya li pişt her karekî hunerî jî heye ku ew jî “estetîk” e. Ji ber ku felsefeya hunerê tenê berhema hunerî dinirxîne, divê bi riya estetîkê mirov hîn bibe bê ka çavkaniya ku îlham daye wê xebatê çi ye, lewre estetîk ji hunerê berfirehtir e.

Felsefeya yûnanî ji sê aliyan ve hunerê dinirxîne; hinekan gotiye “huner niwênandin û teqlîdkirina xwezayê ye”, beşeke fîlosofan “huner wekî lîstikekê dîtiye” û çendekan jî gotiye ku “huner bi xwe afirînerî” ye. Di sedsalên 5 û 4an ên berî zayînê de Platon û Arîstoteles nûnerên teqlîdkariyê ne ku Platonî gotiye “mirov ji hizra bedewiyê dide ser şopa bedewiyên xwezayê û wan di berhema xwe de dineqişîne” û Arîstotelesî jî gotiye ku “mirov li aheng û pergala xwezayê dinêre, bi hestiyariya li hemberî vê bedewiyê berhemekê diafirîne û karê wî wî dibe teqlîdeke xwezayê”. Di sedsala 18 û 19an de fîlosofê almanî Schiller şîroveyeke din li hunerê dike û dibêje ku “gava mirov dikeve nava lîstikan dikemile; ji ber ku mirov di nava lîstikê de ji çarçoveya dem û cihî derdikeve, digihêje azadiya xwe ya bêdawî, ji sînor û rêbazên jiyana rojane dibihure, bi vî awayî digihêje berhema xwe ya ku hevtayekî wî li cîhanê tuneye”. Fîlosofê îtalî Benedetto Croce (1866-1952) jî gotiye ku “berhema hunerî bi hestên kesane û hêza afirîneriyê derdikeve holê; hunermend afirînerî û xeyala xwe bi kar tîne û bi nêrîneke nû digihêje bêqusûriyê.”

Xuya ye ku her fîlosofî di paceya xwe de li bedewiyê nihêriye û çarçoveyeke gelemperî ya hunerê derneketiye holê; ji ber ku hest û xeyalên her hunermendî cuda ye, tarîfkirina wan a bedewiyê cuda ye, nihêrînên wan ên pêvajoya afirandina berhema hunerî cuda ye. Lê belê divê bê gotin ku huner li bedewiyê digere û felsefe jî agehiya rast digere; her wiha van hunermendan giştan hunera xwe bi zimanê xwe yê neteweyî afirandiye û ji ser bingeha zimanê xwe hilpekiyaye esmanê hunerê.

 

  1. Hunera ku kurd her roj piçekê jê dûr dikevin: Kurdbûn

Di pêla pêşîn a belavbûna îslamê de mîrateya desthilatdarî û serweriyê ya hemû gelên medoparsî-aşûrokeldanî, ermenogurcî hate binevatkirin; beşeke çanda grekoromayî jî hate şewitandin û bêserûşûnkirin. Lê belê ji ber pêwistiya emewiyan a dagirtina rojevê “tevgera wergera çanda yûnanî” dest pê kir; ev tevgera emewiyan bû numûneya dijbereya ebasî û wan jî “çand û kelepora gelên rojhilatî” derbasî erebî kir. Her çiqas ev tevgera “îmha-înkar”ê ji aliyê îslamê ve nehatibû fermankirin jî, ereban pêşiyê keteber her tişt rûxand; piştî demeke têrbûnê pêwistî bi eleqedariya çanda gelên din dît. Divê bê gotin jî, ereban pergala xwe ya cebrî-keyfî li her devera dagirkirî dimeşand, piştre ev pergal ji aliyê fars û tirkan ve jî hate berdewamkirin.

Wekî ku Ehmedê Xanî jî gotiye “her çi hikmet be, kurdan ne çanda xwe bi zimanên biyanî parast ne jî çanda xwe bi wergerên biyanî zengîn kir”. Wekî numûne: hê di destpêka şerên îslamî de Selmanê Farsî hinek beşên Quranê werdigerand farsî û fars bi zimanê wan hînî dînê nû dikir. Ji kurdan jî sehabiyekî bi navê Gavanê Sardî (Caban Es-Sardî El-Kurdî) hebû; wî camêrî tenê du hedîs riwayet kirine û kurê wî yê Meymûn jî çendek hedîs ji bavê xwe û hinekên din ragihandine. Di heyama xelîfeyê sêyem Ozmanê kurê Efan de Gavan û kurê wî Meymûn digel hevpeymanê xwe Evdilahê kurê Kurêyz çûbûn Besraya ku teze ji aliyê ereban ve hatibû dagirkirin. Bêguman Besra welatê medoparsiyan bû, şêniyên wê pêkhateyên kurd û fars bûn, ziman û çanda wan zindî bû û van her du camêran dikaribû dînê xwe yê nû bi zimanê gel vebêjin; lê belê di destê me de agehiyek tuneye ku wan çanda îslamê wergerandibin kurdî. Hemû gelên ne-ereb ku îro misilman in ketin ber pêlên dagirkeriyê; lê giştan zimanên xwe vejandin û gihiştin astên navneteweyî.

Gava em li dora xwe dinêrin tirk, fars, gurcî û ermenî xwedandewlet in; lê wan hê di destpêkê de berxwedaneke çandî meşandibû, carinan çanda xwe bi erebî nivîsîbûn û carinan jî çanda erebî guhastibûn zimanên xwe. Wekî ku dîrok dibêje, azerî ne tirknijad in û zimanê wan ê kevn “zimanekî di navbera kurdî û farsî” de ye, dibe ku zimanê medî yê kevn be jî; lê ji ber dagirkeriya dirêj a tirkan zimanê xwe winda kirine û dîsa jî bi zimanê dagirkerên xwe yên kevn xwedîdewlet in.

Bi kurt û kurmancî ev pirsgirêka me ne teze ye; herî kêm ev hezar sal e ku em ji kurdî û kurdbûnê direvin. Di heyama îslamê de alimên kurd heta çend sal berê jî “wergereke wateyên Quranê” çênekiribûn, piştî ku hate çêkirin jî Saziya Diyanetê ya tirkan xwedî lê derket û kir malê xwe.  Komara Îslamî ya Îranê ya 40 salî jî heta niha Quran wernegerandiye kurmancî û kurmancên wir jî wergereke têkûz amade nekirine. Çima ez bi Quran û hedîsên Pêxemberê Îslamê numûneyan didim?  Bêguman gava neteweyek çanda xwe ya ayînî wernegerîne zimanê xwe, ew ê di pêvajoya dîrokê de bibişêve, bihele û bibe hilm-gilm. Gelek zanyar qala wergera almanî ya Încîlê dikin û pesna rola wê ya di vejandina zimanê almanî de didin.

Îcar em dev ji vê nîqaşê berdin û vegerin roja xwe. Gelo çima heta niha sosyalîstan “Kapîtal”a Marksî, çima demokratan “berhemên bingehîn ên çanda demokrasiyê”, femînîstan “berhemên jinên femînîst”, şervan û pêşmergeyan “stratejiyên şeran”, zimannasan “teoriyên Chomskyî yên zimanî”, akademîsyenan “berhemên zanistî yên bîrkarî, fîzîk, kîmya û zindînasiyê”, hunermendan “materyalên pêşxistina hunerê” wernegerandine kurdî?

Îro “hunera hera hêzdar hilberandina agehiyên cihêreng e” ku hunereke kurdan a navneteweyî tuneye. Îro nivîskarên kurd pesna xwe bi romanek, dîwaneke helbestan û belgefîlmekê didin; lê ji bîr dikin ku “rêbereke kurdî ya ji bo nifşên peyhatî” nehiştine. Hunereke gazindan a wisan sosret peyda bûye ku kesek qala pêşbînî, dûrbînî û xweşbîniyê nake.

Encam: “Kurdnijad çawa dikarin bibin kurd, li kurdî-kurdayetî-Kurdistanê xwedî derkevin?”

Ez ê bi du hevokan hemû gotinên xwe yên jorîn kurteve bikim: “Kurd tenê dikarin bi kurdî bibin kurd, li kurdî-kurdayetî-Kurdistanê xwedî derkevin û kîjan îdeolojiyê bixwazin ava bikin. Heke şagirt ne jêhatî be û kevirekî nede ser dîwarê mamosteyê xwe, ev tawanê mamoste ye ku şagirtekî baş hilnebijartiye yan jî materyaleke baş nedaye dêst; hunera hera bilind berdewamiya qalîteyê ye ku qalîteya bi zimanekî deynkirî faîz û xeraceke giran e li ser pişta nifşên paşerojê.

Umîd Demîrhan-Riataza

Derbar ziman

Check Also

Sopranoya Kurd Pervîn Çakar, Opera an muzîk

Konserên Pervîn Çakarê li Stockholma Swêdê Sopranoya navdar a cîhanê Pervîn Çakar li Stockholmê ye …

Leave a Reply