Ayeta Rojê
تِلْكَ آيَاتُ اللّهِ نَتْلُوهَا عَلَيْكَ بِالْحَقِّ وَإِنَّكَ لَمِنَ الْمُرْسَلِينَ ﴿٢٥٢
(Ya Muhemmed!)
Ew ayetên Xwedê ne,
Em wan bi heqî ji te re dibêjin.
Bêguman tu ji pêxemberan î
Beqere- 252
Hedîsa Rojê
Mirovê biaqil ew kese ku, hesab ji nefsa xwe dipirse û ji bo piştî mirinê emel dike.
Mirovê bêkêr jî dibe peyrewê daxwaza nefsa xwe û temenîyên ku nayê hesab ji Xweda dixwaze.
(Tirmizî, Sifatu’l-Qiyamet, 2461)
Gotina Rojê
Î’lem eyyuhel ezîz!
Fîîlên Xweda Teala, her çiqas munasibê hev in û eserên wî, dimînin hev û esmayê wî, neynikên hev in û sifatên wî, di nav hev de ne û şuûnê wî, tevîhev bin jî; ji bo her yekê wan, rewşeke xusûsî û helwest û tewrekî taybetî heye ku; meqsûdê heqîqî jî, ew tewrê taybet e. Tewrên din, tebeî nin. Lewma, mesela gava te ji eserê Xaliq, li cemadat û bêcanan nihêrî, ezamet û qudretê bike hedefa qesda xwe. Tecelliyên esmayê din, bi tebeî bifikire. Gava heywanan temaşe dikî, bi qesda merhemetê binêre. Bi nezereke tebeî, li tecelliyên din mêzeke.
Bedîuzzeman Saîdê Kurdî