Peyvsaziya dîrokê

Peyva “dîrok”ê bi devoka Behdînanê ye û di devokên din ên kurmancî de wekî “dûrok” tê bilêvkirin; lê şêwazê wê yê behdînî êdî bûye peyveke hevpar a kurmanc, zaza û şêxbiziniyên bakurê Kurdistanê. Li aliyekî din di zaravayên soranî, feylî, hewramî û kelhurî de heman wate li peyva “mêjû”yê hatiye barkirin ku reh û rêşeyên wê peyvê jî di daçeka “ji mêj ve”yê ya kurmancî de xuya dibin. Rayeka peyva “dîrok/dûrok”ê “dîr/dûr” e û hemû wateyên barkirî “tiştên/mesafeyên ne li vir û berdest” destnîşan dikin; her wiha ligel hinek peyvên din çend biwêj û lêkerên pêkhatî/hevedudanî jî (“dûr û dirêj”, “dûr û nêzik”, “dûr û kûr çûn/lêxistin”…) pêk anîne. Îcar her çiqas peyva “dûr”ê “tiştê/mesafeyê derbasbûyî û pêknehatî” nîşan bide jî, peyva “mêj”ê hertim wateya “heyamên bihurî” dinimîne. Di çavkaniyên ewropî de rayeka peyva “istoria/historia”yê ya ku tê wateya “dîrok”ê dispêrin reh û rîşeyên grekoromayî; hêjayî gotinê ye ku di zimanê kurdî de jî peyva “sitêr”ê heye ku ji bo nivînên îstîfkirî tê gotin(“Kebaniya malê ji bo mêvanan desteyeke nivînan ji sitêr daxistin.”); heta roja îroyîn jî li gundên kurdan cil-nivînên nivistinê li gorî giranî-siviktî û giringiya bikaranînê li kuncekî malê tên jenandin.

Omitê Mistefê-Antropolojiya Kurd Kurdî Kurdistanê

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply