Ayeta Rojê
وَهُوَ الَّذ۪ٓي اَنْشَاَ لَكُمُ السَّمْعَ وَالْاَبْصَارَ وَالْاَفْـِٔدَةَۜ قَل۪يلًا مَا تَشْكُرُونَ
“Xwedê ye, yê ku ji bo we guh, çav û dil afirandine, hun çi qas hindik spasî(ya
wan nîmetan) dikin!”
(Mumînûn, 78 )
Hedîsa Rojê
“ Kesê ku (di nava mirovan de) gotinê dibe û tîne, (fesadîyê dike) nakeve cennetê.”
(Bûxarî, Edeb, 10/394; Muslîm, Kitabu’l Îman, 105)
Duaya Rojê
Em tenê ji te re îbadetê dikin û tenê ji te arîkariyê dixwazin, em tenê ji bo te dua dikin û tenê ji te re serê xwe ditewînin, tenê ji te re dua dikin, lê em ber bi te ve direvin û hewl didin ku tiştên ku me nêzîktirî Te bike em bi dest bixin.
Gotina Rojê
Î’lem eyyuhel ezîz!
in cara însan, gava bi qelb û aqlê xwe, li heqîqetên îlahî dinêre û difikire, xasma di esnayê nimêj û îbadetê de, ha ji teref şeytan ve û ha jî, ji teref nefsa meriv ve, xeyal û xatire û wesweseyên pîs û xirab û nerind, wek mêş û moza, êrîşê aqil û qelbê meriv dikin. Ew insanê ku bi def’a van tiştên awha xerab û wehmî û hewayî ve, mijûl be; dibe mexlûbê wan wesweseyan. Bes çareya def’ û dûrxistin û mexlûbkirina wan, terkkirina mudafayê ye û destberdana mucadela bi wan re ye û meşxul nebûna bi wan re ye. Belê, meriv çiqas bi mêş û moza hingiv re mijûl be û pê de bikeve, ewana, ewqas hucûma xwe, zêde dikin. Gava meriv bi wan ve nekeve û têkilî wan nebe, terka meriva dikin, diçin. Him jî, wesweseyên bi vî rengî, ne ji heqîqetên îlahî re û ne jî, ji qelbê te re, tu zerareke wan tune. Belê, gava meriv ji kulek û paceka gemarî ya xanîkî re, li roj û sitêrkên asîman, li gul û kulîlkên cennetê binêre û temaşe ke, ew qirêjî û gemara kulek û pacê, ne li wî kesê ku dinêre, digere û ne jî bi tişta lê tê nihêrîn ve digre û tesîreke wê ya xerab, çênabe.
(Bedîûzzeman Seîdê Nursî)