Rojîname – 21

Ayeta Rojê

اَلزَّان۪ي لَا يَنْكِحُ اِلَّا زَانِيَةً اَوْ مُشْرِكَةًۘ وَالزَّانِيَةُ لَا يَنْكِحُهَٓا اِلَّا زَانٍ اَوْ مُشْرِكٌۚ وَحُرِّمَ ذٰلِكَ عَلَى الْمُؤْمِن۪ينَ

“Zilamê zinaker dikare tenê bi jineke zinaker re yan jî bi jineke muşrik re
bizewice. Jina zinaker jî tenê mêrekî zinaker re yan jî mêrekî pûtperest dikare
wê mehr bike. Ev (zewaca bi zinakeran re) li ser (mêr û jin)ên bawermend hatiye
heramkirin.”

(Nûr, 3)

Hedîsa Rojê

“ Kî bi neheqî û bi bawerkirin heqê Mislimanekî bixwe, Xwedê cehennemê jê re wacib dike û cennetê jî heram dike.”

(Muslîm, Îman, 137)

Duaya Rojê

Ya Rebbê me yê Kerîm û Dilovîn!

Îcar em hatin ber deriyê te, em stûyê xwe xwar dikin, destên xwe ji te re vedikin.

Me xwe radestî kerem, alîkarî, lêborîn, merhemet û comerdiya te ya bêsînor kir. Em ji Te alîkariyê dixwazin.

Gotina Rojê

Î’lem eyyuhel Seîd!

Ev çi xurûr e û ev çi xeflet e; ev çi heşmet û quretî ye? Ev çi îstixna û bêminnetî ye? Îxtiyar û îradeya di destê te de, wek mûyekî ye. Hêz û îqtidara te, qasî zerrekî ye.

   Û heyata te, temirî; tenê tîrêjek ma. Emrê te çû, hişê te pûç bû, çirûskek ma. Şuhreta te borî, tenê gavek ma.

   Zemanê te derbas bû, ka xêncî qebrê, tu cîhekî ji te re heye?  Bêçare!

   Ma ji ecz û feqra te re hudûdek heye? Emel û xwestekên te, bêhed in. Ecelê te, nêz e.

   Belê, însanekî awha ji îxtiyar û îqtidarê xalî;

   Bi vê ecz û feqrê, dê çawa derkeve ji vî halî?

   Lazim e ku meriv bi eczeke awha, îtimadê Xaliqê Rehmanu’r-Rehîm bike ku Ew xwediyê xezîneyên rehmetê ye.

   Ew e ku ji her kesî re nuqta sipartinê û îstinadê.

   Ew e ku ji her kesî re dergahê hêvî û îstimdadê

(Bedîûzzeman Seîdê Nursî)

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply