Ayeta Rojê
اِنَّ اللّٰهَ يُدْخِلُ الَّذ۪ينَ اٰمَنُوا وَعَمِلُوا الصَّالِحَاتِ جَنَّاتٍ تَجْر۪ي مِنْ تَحْتِهَا الْاَنْهَارُ يُحَلَّوْنَ ف۪يهَا مِنْ اَسَاوِرَ مِنْ ذَهَبٍ وَلُؤْلُؤً۬اۜ وَلِبَاسُهُمْ ف۪يهَا حَر۪يرٌ
“Bêguman ew ên ku bawerî anîn û karên qenc kirine Xwedê dê wan bixe
bihiştên ku di binê wan de çem diherikin. Ev tê de bi bazinên zêr û lûlûyan
têne xemilandin û cilên wan jî tê de ji hevrîşim e.”
(Hecc, 23)
Hedîsa Rojê
“ Mu’mînê bikeve nava mirovan û ji ezîyetê wan re sebir bike; ji mû’mînê nakeve nava mirovan û ji ezîyetê wan re sebir nake bi xêrtir e.”
(Buxarî, Edebu’l Mufred 388)
Duaya Rojê
Hemî pesn ji Te re ye, hemd û şukir ji Te re ne, dua û xwestin, lava û lêgerînên, her cure pesn û pesnên bêhempa yên ku em nikarin bibêjin, tenê ji bo te ne, Xwedayê min.
Gotina Rojê
Î’lem eyyuhel ezîz!
Qurana Kerîm, gava nîmet û ayet û delîlan dijmêre, ji ber ku ayata
فَبِأَىِّ اٰلاَءِ رَبِّكُمَا تُكَذِّبَانِ
ê, bi tekrar zikir dike; lewma delaleteke wê ya awha heye ku: Rewşeke cin û însanan a ku îsyan ên wan ên herî zêde û tuxyanên wan ên herî dijwar û kufranên wan ên herî mezin, derdixe holê, ev e ku; di nava nîmetê de, înam û nîmetdariyê nabînin. Ji bela ku înam û îkramdarîyê nabînin, lewma ji Nîmetbexşê Heqîqî xeflet dikin. Bi sewqa xefleta ji Munîm, yanî Nîmetbexş, ewan nîmetanan, dispêrin sebeb û tesadufan û hatina wan a ji Xwedê Telala, ketim dikin. Ji ber vê qasê, yê ku mumîn e, di destpêka her nîmetekî de, bila besmeleyê bixwîne. Bi wê qesta ku ew nîmet ji Xweda ne û bizanibe ku bes bi navê Xweda û li ser hesabê Xweda digre, hildide. Û wuhareng, li hemberî nîmetdarî û keremkariya Xweda, minnetar û şukurdar be.
(Bedîûzzeman Seîdê Nursî)