JI EHMEDÊ SEDEF DU ROMANÊN JÎRÎ ÇÊKIRÎ

Ev roman, berî ku jîrên çêkiri bi her ewayî bikeve nav jiyana me di sala 2021an hatiye nivisandin. Nivîskar weka ku roja îro dîbe, bi vê têbiniyê me hişyar kiribu: “Hej ku jîrî çêkirî an ji Nûjîr romana mirovan nenivîsîne, min hewl da ku ez romana wan binivîsîm. Hevî dikim ku ev hewldan ji bo civakê bibe jêrenoteke biçûk!..

 

Lehengên romanên Ehmedê Sedef jîrî çêkiri ye. Di pêşgo û rastgo de aniha tirs û mîtala ku me girtiye bûne mijar. Jîrên çêkirî di navenda jiyanê da ne û serbixwe tevdigerin. Ewqas pêş çûne ku merov ji bû baş bibin alîkarî ji wan dixwazin.

Jîrên çêkirî tiştên di bin hişên merovan de dizanin û li gor vê têkilî bi wan ra datînin. Ji pirsgirên tarîxi,civatî bigre heya pirsgirên şexsî yên wek cinsî,olî û wkd di wê di van romanan de tên vegotin.Jîrên çêkirî di timara (tedawî) dêruniyê de tevkujiyên ku  li ser zilma ku li Kurd, Çîngene, Ermanan û kesên bindestên din hatine kirin bi bîra xwendevanan dixin. Di romanên E.Sedef de hebûn û kirinên jîrên çêkirî bi ewayekî erêniye, jîrên çêkirî rastiyê radixin berçavan, tendurustiya merovan baş dikin û bi pergal in.

Romanên pêşgo û rastgo zanistiya nûjen, civak, dîrok, çand, polîtîka û erdnîgariyê bi hev re hunandiye.Nivîskar  me li welatê me gav bi gav dide gerandin, dîrokê vedibêje û azadiyê bi me dide hîskirin. Tu car encama ku tê hêvîkirin, dernakeve pêşiya me. Ji nav rûpelên vê pirtûkê, berxwedan, bawerî, hêvî, bibiryarî, dilsozî û rastiyek diweşe. Nivîskar girîngiya jîriya çêkirî ya ji bo mirovahiyê jî bi erênî û kêfxweşî pêşwazî dike..

 

Hûnkrin ji weşana nayê bixwazin; www.nayayinlari.com

Derbar ziman

Check Also

Pirtûkeke Nû Ya PDFyî; Antropolojîya Kurd, Kurdî û Kurdistanê

Derheqê pirtûkê de; Ev berhem encama deh salên xwendin û lêkolînan e ku me di …

Leave a Reply