Rabe

Meriv naweste, ne ji jîyanê, ne ji kar, ne jî ji qelebalixa dunyayê… Heye ku hatibe serê we jî, mesela carna ti xemê we yên xûyayî tuneye lê hûn carna di merhaleyên herî aram ya jîyana xwe de, wekî ku serserkî ketibin, xwe hema wisa tune û tenê, bêhêz û bêkes, bêmacal û xerîb dibînin. Ji nişkêve her tişt wateya xwe winda dike. Hundurê dilê we vikvala dibe, diherike, dirije, dikişe diçe. Dibe ev hal hê li we neqelibîbe? Meraq nekin, wê rojek were serê we jî…

Her tişt ji te re tê gotin bi nesîheta; bi devê mezina, bi şîretên rûsipîya, bi çîrok û serpêhatîyên maqûla. Çi ji bo te baş e, xêr û silametî bi çî ye, li kû ye, divê tu ça bijî, çi bikî, bi kê re, bi çi re, ji bo çi hebî û bilivî, ji te re tev tê gotin. Heye ku formûla bextewarya te jî dihonînin.

Lê ti kes û ti tişt wateya esas ya van tişta ji te re nabêje, nikare bêje, belkî nayê gotinê yan jî xêncî ku tu bi xwe bihisî xercê ti kesî jî nîne. Wateya van keftûleftan, ya van lebat û pikanxinan çîye? Mesela ku tu gema hespekî ji destê xwe berdî yan jî bendê qayîkek li lengergehê  biqetînî, wê çi bibe?  A niha, li vir, di vê bîskê de bisenî, ne tenê tu, her tişt bisene, wê çi bibe? Dev ji xwe berdî, wekî ku hespek serî ji te standibe, wê çi be, tê çi bikî?…

Bêguman tê rabî. Wekî ku Reso di kilama xwe de gotîye, “rabe lawiko rabe, ev welat ji me re nabe, rabe…”

Tê rabî û ber bi rêwîtîya xortanîya xwe herî. Tê li rêya gunda kevî, ber bi zozanan, ber bi çîyan û deştên welatan herî, li gulana jîyana xwe bigerî. Tê rastî vejîna xwezaya xwe werî. Li devê çemê Muradê bihara xwe bibînî. Tê berfa bihelînî, qarxûna har bikî, şahîya bireşînî. Tê hundurê xwe ji xema bişoyî, tê xortanîya xwe ji bîr bînî, tê rabî banzdî û bilezînî xwe dirêjî ser zinarê civantîya xwe bikî.

Wê li wê derê destpêke lîyana te, gazî û gazinên te. Dê li wê derê biheriqe ber çevên te jîyana te, tê li wê derî bipijî, bigihîjî, bi xwe bihisî.

Heye ku dê wî çaxî xirab bibe mala feleka. Ew felekên ku di kilaman de behs dibin, di gazî û qêrînên dengbêjan de ba dibin tên li guhên te, dilên te, li te dikevin.

“Felek mala te mîrat be, emrê min sêzde û çarde bû, te gelek dunyayê ez şakirim.” Heye ku meriv dikare lê zêde bike: Weke ava biharê ya Muradê, te ez har kirim, têr kirim, dîn kirim. Min ne rê dida gemî û keştîya ne eman dida peya û rêwîya.

Ev serûvena rêwîtîyekîye û mijara hunera her însanê ye. Yên ku ber bi xwe dertêne vê rêwîtîyê, bixwazin ne xwazin rastî kendalên xwe jî tên miheqeq. Ji ber ku kendal dîyarin û dîmenên her balkêş ya rêwîtîyane. Yên ku li bîranînên te ketine, yên ku ji serpêhatîyên te hatine, yên dane, yên standine tev li îstiqameta te dikevin.

Her wihaye jîyan. Rêwîtî bi tayê tenê destpê dike, dîsa bi tenê diqede. Di parek piçûk de civan dimîne însan û di her salên jîyanê de her wan dema ji bîr tîne. Her sûret, her deng, gotin, gazin, rexne, lê ne tenê ew bêguman pesn jî xwe dide der. Tev ji quncikên dilê te, ji kolanên hişê te dertên, tên, her yek ji wan dibe xetek, xalek, xêzek li ser enîya te.

Qey ne wisa ye? Waxtek tirs tune bû di te de. Felek te xapandibû, te nizanibû payîz çîye, hilweşîne pelan, mirçiqandina kanî û cewan, zerbûna hişînahîyan. Rojek bayê sehera sibe li te dixe, te dibe li ser gola nazik ya Wanê werdike. Ne dar e, ne çirpî ye, ne derî ye, tê xwe bi çi bigrî?

Ez zanim, rêwîyên wiha zûbe derengbe, hebe tunebe miheqeq digihîjine xwe. Belkî yê westîner ne rêwêtîye. Rabûna piştî waxta ne. Yan jî ew daxwaza ku di hundurê meriv de dizê ye.

Bi vê daxwazê ve tê bibînî, tu idî ne ne koçerî ne xirab malî. Ne bêpergal, ne rêwî, ne bêhevalî. Tu tu yî, idî nedinalî, ji tim derd û kulê nefsê azadeyî.

De rabe, ”jîyan gazî me dike, neçûyîn nabe.”

Ev nivîs ji malpera seregolaintabe.com’ê hatiye wergirtin

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply