Çellinceke derengmayî ya wêneyekî berî 10 salan

Wê heynê li ser medyaya civakî trenda “10years challenge”ê dest pê kiribû –dibêjim wê heynê, lêbelê 4 sal di ser re bihirîne– û çaxê ku gelek kesan wêneyekî xwe yê berî 10 salan digel ê niha bi par ve kiribû, min jî qurr û qahfên drivean saxtî kiribû da ku ji wê trendê, ji demê nemama û min guherîna di xwe de pêk hatî raberî şopînerên xwe bikira, lê min kiribû û nekiribû rastî wêneyekî xwe nehatibûm ku ew ê ji 10 salên neşikenandî bûya. Ên heyî an ên gelekî bi kevintir bûn an jî yên salên paşê bûn. Weku wê hin bimizicin û çêl bi wê taybetmendiya medyaya civakî bikin ku ew gelekî hej îfşa û mikurhatinan dike. Xebera we ye, bes bi her awayî serdestiyeke tund li me dike û wekî vê mînaka jorbihirî dema ku bi mirov dide hiskirin ku ji kêliyê, demê maye pê re xemgîniyê dide bikarhênerên xwe.

Bêhemd an jî bihemd wê trendê ew derfet li ber bikarhênêrên medyayê vedikirin ku ew daqûlî bîra xwe bibin û piştî wê daqûlhatinê ji bilî rûyê xwe yê niha û yê berî 10 salan, wê demê û qewam, his, hizir û gelek û tiştên mayî jî di bîr bînin û pê re bidin ber rewşa xwe ya niha, mihekeme bikin û bi xwe re têkevin nav heft û heştekê. Her çendî li nav me zêde giringiya bîra şexsî tune be jî, lê ji ber ku em li hemberî demê jî di berxwe didin, ne trendeke xerab bû bi min.

***

Peyvek heye ku hûn ê jî pêrgî wê hatibin, dibêje: “Çi xweş, çi jî ne xweş, [di]bîranîn janê dide însên.” Dibêjin ku Dostoyevskî ev peyv kiriye. Heçku ez jî bi Dostoyevskî re me, lêbelê serê çend salan e ku tevî wê janê bi ser “zewqekê” jî ve bûme. Her ew “zewq” sedem e ku şapateke gelekî dirêj e nikaribim konsantreyî jiyanê bibim. Çendî, salên xwe yên xwendekariyê, min ji bo xwe tesbît kir ku zewqên bêhed mirov dikin kole û bendeyê xwe û ji loma divê bikarim kêmtir di bîr bînim jî, nizanim bê çendî û çi qasî bi ser ketim di vî şerê xwe yê derûnî de. Ya ku zanim; çaxê ku tê derdixim ku di vî şerî de xwe zêde dicircirînim û nikarim bi bîra xwe re serederiyê bikim, vê fitûyê di bîr tînim: Pişta me û kurdiya me dişikê, ji bilî marjînalîzebûyin û nostalji-hebîniyê dikarî çi bikî? Ev fitûya min ji bo hevtayên min e jî her weha. Ji ber van sedemên raserî hikimê me, texmîn dikim ku kurd wê derz û derbekê li çand û jiberên bîranîn-nivîsiyê jî bixin. Mesela, xort an jî jineke ku dike pê bavêje 30 saliyê, wê li bende gelek nasnav 60-70-80 saliya xwe nemîne ji bo ku bîranînên xwe binivîse. Bera berê wê vê yekê bike; seba ku kurd bimîne û bi riya di-bîranînê hest bi derûnekî “normal” bike.

Li ser bîranînê çêdibe ku gelek tesbîtên din jî bên kirin. Lê zewqa ku qal dikim ewa ne bêrî ji jana Dostoyevskî, wê hingê ye ku xwe bi xwe di bîr tînim. Vê pêlê, nexasim jî wextê ku di nav sihbeteke malbatî de dibim kiryarê bîranînekê, min divê bi bayê bezê ji wir bifiskilînim û biçim. “Çima?”, min jî got ji xwe re. Li wê mehcûbiyetekê terpilîm ku derûnê însên dipêçe ji ber ku pêk neanîne tiştên ku “mirî”yên wî/ê jê hêvî dikir. Belkî jî yek xwe sûcdar dibîne ji ber ku hezkiriyine wî/ê mirine, belku ew hê dijî.

***

Hima bêje gelekên me xwedî wê nezerê ne ku romana kurdî nikare kapan bi ya welatên dereke re biavêje û tê heye ku hinan ji xwe û hev pirsîbe bê çire ji nifş û Êwra Hawarê kesî romanek jî nenivîsî. Ne pirseke xerab e, lê wek bîranîn-xwînekî, bê elîf û bê karim bêjim ku bîranînên ji wê êwrê mayî solên gelek romanên me yên dema niha di taqê re diavêjin. Mesela yên Cegerxwîn, yên Nûredîn Zaza û vegêrana biketiket û dilêrane ya Osman Sebrî ku bê otosansur dikare dilê xwe ji xwe bixelîne, berberî gelek romanên me yên niha ye.  Wextê deqeke ramanî be ilem me divê ku me “gotar”ek nivîsîbe, wextê wêje be meyla me her ew e ku “roman” be an jî çaxê em hay li vegêraneke gelêrî dibin; tavilê em dixwazin ku “destan” be, lê dûr ji celeb û etîketan “deq” heye û naveroka wê. Ji lew re, çêtir e ku dilê me bi me neşewite û ger payetî be, heta tu bêjî bes yek dikare xwe bi bîranînên Osman Sebrî jî paye bike û hin ji xwe bînin dikarin xweş adapteyî sînemayê jî bikin.

Belkî bi serê min neketibe, lê dixwazim bîranîn bi me giring bên, ji lew re ez ê pêşniyazekê bikim: Mirov dikare li mal an jî li kafeyan şevbihêrkên modern ên bîranînê pêk bîne. Ev şevbihêrk wê ne ji bo wê armancê bin ku hinine navsere di nav bîranîneke xwe re şîretinan li ciwaninan bikin an jî hewil bidin ku riyekê li ber wan bixin. Ji nav birrek mirovan bi dorê yek wê derkeve pêşberî guhdêran û bîranîneke xwe vegêre, bi vê yekê re vegêr û guhdêr wê tevde ji aliyê derûnî ve xwe baştir his bikin. Herweha wê bibe derfeteke piçûk ji bo xwederbirrînê û çêdibe ku ev rîtuel giringiya bîra şexsî jî bêhtir bîne rojeva me. Ma wê ji bo axaftina bi kurdî jî ne derfetek be? Bi taybetî kurdên ne li Kurdistanê dikarin mehê carekê ji bo çalakiyeke weha li hev bicivin, bi vî awayî têkiliya wan û welêt wê zindîtir bibe yan jî ew ê têkiliyeke dilînî bi welêt û dîroka xwe ya şexsî re deyinin.

***

Ji torên din bêhtir, mirovên ku min berê nas kirine li ser Facebookê peyda dibin. Min ji xwe re kiriye xisletek, carinan jî ji nişkê ve navê hinan tê bîra min û li ser Facebookê li profîlên wan, li wêneyên wan dinêrim. Kêm caran pêdiviyê pê dibinim ku wan li lîsteya hevalên xwe zêde bikim an jî peyamekê ji wan re bi rê bikim. Bi tenê lênihêrîneke ji dûranî ve. Vêce, çendek berê her gava lêgerîn û lênihêrîneke wiloreng, di profîla gundiyekî xwe de rastî vê wêneyê xwe hatim. Navê wî gundiyê min Ehmed e, Tîrmeha 2013yan ev wêne bi par ve kiriye. Wekê min cara sifte dît, ji bilî “jan” û “zewqa” jorbihirî, kêfa min hat ji ber ku min wêneyekî xwe yê berî 10 salan peyda kiribû. Heger ew trend îsal û van deman bûya, min ê ew kêmasî û xemgîniya wê hingê his nekira. Û divê jî bêjim; min ji bîr ve kiribû ku 4 sal di ser re bihirîne. Yanî heger wê hingê bi ser vî wêneyî ve bibûma jî vî wêneyî wê 6 sal li dû xwe bihiştana û min ê cardin hest pê bikira ku ji wê trendê mame.

Madem bi her hal û karî ez ê jê bimama û em seraqet ji tiştinan dimînin, pêwîst nake ku wêneyekî min ê niha li vî wêneyî zêde bibe û xwîner bidin ber hevdu guherîna ku di rûyê min de pêk hatiye. Lê li ser wêneyekî berî 10 salan çi dikare bê gotin? Dinyayek tişt; heta ku peyv ji desthilanînê de bikeve. Belkî tu tişt jî neyê gotin.

Tevî vê yekê jî û li gorî wê hingê; êdî kêmtir hêvî ji xwe, ji hev, ji ên din û ji hewlên şêt ên guherandina welêt û dinyayê. Û bi tenê jiyîn. 10 sal berê. Li gund. Li newala gund. Li ber kanîka Temoyê ku wê neviyê wî Selîm wê bibûya helbestkar û min ê bi dû re nas bikira û bixwenda. Li ber satarên Şêx Mihemed. Newal. Pêsîrtengî. Gaziya Mala Eliyê Ûnis, Qewmê Çiyê, ku negihîştibû Çiyayên Sasonê. –Dilê Salihê Bênatiyê dengbêj qey rehmê dixwaze. Niha li çar aliyê Newala Qeremûsê bi dirrindetî li petrolê digerin, dengbêj!– Bêbextiya (li) deşteke “zêde rast” ji qewla helbestkarekî din ve. Belê. 10 sal berê. Dibêm qey her wê salê bû ku Koma Wetan hatibû Batmanê û min ên wekî xortik dabûn hev û me lê guhdarî kiribû. Li ser dovîzekê wilo dinivîsî: “Rock’n Bahane, Koma Wetan şahane”. Wê şevê bi dû re şaredarê Batmanê gîtara elektro jenandibû. Ferza em niha wilo ketî ne, siya me xwar e. 10 sal berê, Serhat Temelê gîtarjenê komeke din a rockê Siya Şevê, şaredariya Batmanê kiribû. Erê, ji ber ku Nejdet Atalay hatibû zindanîkirin, Serhat Temel hatibû dewsê, lê dîsa jî ji bo dîroka me ya nêz hêja ye ku mirov di bîr bîne.

Li gorî 10 sal berê, bala me bêhtir li mal û hindir e, em kêmtir karin li hev bicivin ji bo çalakiyekê, çi siyasî çi jî hunerî. Ev nekarîn gelek caran –ê min jî di nav de– dihêle ku em bi pirbûna kitêbên bi kurdî û karên takekesî û wv. li ber dilê xwe biçin û bên. Gelo di cih de ye ev yek? Seba em êmin bibin divê êdî demekê bijîn ku wê cudatir be rewşa me ji dema niha, weku. Li parçeyên din ên Kurdistanê jî heçku em li keviya zinarekî asê mane û binê me newaleke kûr î bêîman e. Îcar ji bo danberheveke vê demê bi 10 salan bihirî an jî dahatiyê re gavek, gavin divên. Baş û xeraba encamê belkî hingê xuya bike.

Ferec Koyistanî

 

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply