Daxuyaniya Komelê

Daxûyaniya Komeleya Nûbiharê li jêr e:

Ev demek e li ser Şêx Seîdê me û kesayetên me yên dîrokî ku mucadeleya heq û edaletê kiriye, ji alîyê hin dezge û kesên nijadperet, mêtînger û fesatkar ve heqaret tên kirin. Li hember vê, em van nirxên xwe bi duayan û bi xwedîderketina li peywira wan, bi bîr tînin. Li hember îhtîşama van nirxên me ya di bîra me ya hevpar da, tu hukmê sêdaran, bêgor-hîştinan an qajeqajên polîtîk tuneye.

 

Bi Zazakî

Demêk o, Şex Saidê ma û heme şexsîyetanê ma yê tarîxî ke lejê heq û edelet kerda ser o, hetê tayê dezge û kesanê nijatperestan, kolonyalistan û fesadkaran ra heqaret yenê kerdiş. Vera înan, ma bi duayan û waharvecîyayîşê mîsyonê înan anî vîrê xo. Vera nê îhtîşamê erjnayîşê ma yê kê vîrê ma de yê, qet hukmê hîredaran, bêgor verdişan û qîrîvîrîyê polîtikan çin o.

Komeleya Nûbiharê

Çavkanî: komanubihar.org

Derbar ziman

Check Also

Akordên muzîka kurdî di pirtûkekê de hatine berhevkirin

Pirtûka Repertuwara Gîtara Kurdî ku tê de kilam û akordên stranan ên bi kilamên kurdî …

Leave a Reply