Plansaziya demê çawa tê kirin?

Hûn dikarin van gavan bişopînin da ku wextê xwe bi bandor û hilberîner plan bikin.

Di rojekê de çi dibe?

Berî her tiştî, pêdivî ye ku hûn bizanin ku hûn rojekê çawa derbas dikin, hewcedariyên we yên bingehîn çi ne û çiqas dem digire. Hûn dikarin li cîhek van xebatan not/nîşe bikin:

  • Xew
  • Xwarin
  • Dema ku ez ji xwe re vediqetînim
  • Dibistan û kar
  • Egzersiz
  • Hobî
  • Jiyana civakî

Rêza girîngiyê

Hûn dikarin van karên ku hûn di nav rojê de dikin li gorî girîngiyê rêz bikin. Girîng e ku hûn mîqdara xewê ya ku hûn hewce ne diyar bikin, wextê ku hûn li ser xwarinê derbas dikin û dema ku hûn ji xwe re vediqetînin diyar bikin. Çêkirina plansaziyek bêyî ku van hewcedariyên bingehîn bicîh bîne an jî bi veqetandina demek pir sînordar hem dê we piştî demek diyarkirî westiyayî û hem jî we ji plansaziyê dûr bixe. Divê hevsengî li vir bikeve meriyetê. Bi tenê 5 saetan xew û di rojê de 10 saetan xebitîn demek hindik dimîne ji bo xebatên mayî, û hûn bêyî ku karibin razên, hûn ê xwe westiyayî û bêberhemdar hîsbikin. Girîng e ku meriv hevsengiyê di navberê de bihêle, û ji bo vê guhdarîkirina laşê we pir arîkariyê dike.

Armancên xwe destnîşan bikin

Hûn dixwazin bi vê plansaziya rêveberiya demê re çi bikin, armanca we çi ye? Danîna armancek û danîna demek ji bo temamkirina wê dê bibe alîkar. Di vê nuqteyê de, divê hûn hêmanên ku dema we didizin nas bikin û awayên rakirina wan bibînin.

Binivîsin

Erê, qelem û kaxezek bigire destê xwe û binivîsîne ku hûn çiqas wext dixwazin li ser çi xerc bikin, çiqas dema bêhnvedanê ji we re xweş e, we plansaziya xwe ya rojane çawa organîze kiriye. Bi heman awayî, armancên xwe û demên ku we ji bo qedandinê destnîşan kirine binivîsin. Nivîsandina we balê dikişîne ser vê planê û di gihandina wê de ji bo jiyana rast gavek girîng e.

Divê hûn karibin li gorî planê tevbigerin

We beşa hêsan derbas kir, we plan çêkir. Naha divê hûn roja xwe li gorî planê derbas bikin. Lê çawa? Ji bo vê jî çend pêşniyarên me hene.

  • Ji bo ku hûn nebin mehkûmê plana rojane, divê hûn plansaziyek realîst bikin û li hember bûyerên nediyar ên di nav rojê de nerm bin.
  • Hûn dikarin demjimêrên/saetên hilberîner ên xwe diyar bikin û li gorî wê plansaziya xwe organîze bikin.
  • Ji bo ku hûn li gorî planê tevbigerin, divê hûn dema ku hewce bike ji kesên derdora xwe re bibêjin ‘na’.
  • Pêdivîye ku hûn di nexşeya planê de demên destpêkê bişopînin.
  • Hûn dikarin ajandekê/agahnameyekê piçûk bistînin ku hûn bikaribin li ser wê rojê û planê notan bigirin.
  • Hûn dikarin bi rêkûpêk planê û xwe binirxînin. Ma ez bikêr bûm? Ma ev demjimêr ji bo min û laşê min baş in?

Xefikên demê

Dibe ku gelek xeletî hebin ku nahêlin hûn wextê xwe bi hilber û plansazkirî derbas bikin. Divê hûn van kemînan/xefikan bibînin, nas bikin û dûr bixin.

  • Hevdîtinên/civînên bê armanc
  • Têkîldariyên ne bi tenduristî
  • Agahiyên çewt
  • Mijûlbûna ji yek karî zêdetir, hewldana qedandinê
  • Serdanên neçaverêkirî
  • Hewldana ku her tiştî bi xwe bike
  • Nikaribûna gotina NA yê
  • Medyaya civakî
  • Bêpergalî, belavbûnî
  • Bêbiryarbûn û taloqkirin
  • Jibîrkirin

Bi sebir bin

We plana xwe çêkir, we tedbîrên pêwîst girtin, lê hûn dîsa jî hîs dikin ku tiştek ne rast e. Bêhêvî nebin! Diyarkirina demjimêrên çêtirîn ji bo we, çêkirina plana çêtirîn ne karek e ku di yek rojê de were kirin. Dem hewce dike ku hûn xwe nas bikin, demjimêrên xwe yên hilberîner bibînin, kapasîteya xwe fam bikin. Di vê pêvajoyê de, hûn ê bi bîhnfirehiya çareseriyên cihêreng biceribînin plana herî maqûl ji bo xwe bibînin.

 

Çavkanî: hthayat.haberturk.com

Werger: Çandname

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply