Cihan Yildirim: “Nivîskar bi kîjan zimanî dinivîse, ew nivîskarê wêje ya wî zimanî ye”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Cîhan Yildirim ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Cîhan Yildirim – Ez, di sala 1972an de li Misircê (Kurtalan) hatime dinyayê, dibistana seratayî û ya navîn li Misircê xwend. Di sala 1996an de Zanîngeha Dîcleyê Beşa Mamostetiyê, Zimanê Fransizî ya Fakûlteya Perwerdehiyê kuta kir. Di heman salê de, li Amedê dest bi mamostetîyê kir. Niha jî li Amedê karê mamostetîyê didomînim. Di salên zanîngehê de dest bi xebatên çandî û wêjeyî kir, lêkolîn kir. Di salên 1990î de demekê rojnamegerî û bernamegeriya telewîzyonên herêmî kir. Di sala 2009an de ez başdarî avakirina ”Koma Zimanperwer” bûm. Demek berê hin nivîsên min kovar û di malperaên Kurdî de (Wek Kovara W, weşanên înternetê Amîda Kurd, Welatperwer, Diyarname, Zimanperwer, Çandname…û hrw.) derçûn. Ez endamê Komeleyê Nivîskarên Kurd (Ji alîyê dewletê hate girtin.) Komeleyê Wêjekarên Kurd û Pen a Kurd im.

Berhemê min ê ku çap bûne ev in:

  • Dağların Efendisi KOÇERO (Roman) Orient Yayınları 2006– Stenbol

 Dağların Efendisi KOÇERO (Roman- 2.Baskı) Ava, 2010 – Amed

  • Elîk û Fatik (Zargotin) Şaredariya Kayapinar 2009 – Amed
  • Zenga Zêra (Zargotin) Şaredariya Kayapinar 2009 – Amed
  • Nîvê Şevê û Tirkî (Çîrok) Pêrî 2010 – Stenbol
  • Fîtnevîzyon- (Çîrok) Pêrî 2012 – Stenbol
  • Nalebar-(Weşanên J&J 2014) – Roman – Amed
  • Mîrê Çiyayan KOÇERO (Roman), J&J, 2015 – Amed
  • Attan Hızlı Gidenler- (Lêkolîn) J&J, 2016 – Amed
  • Umuda Kaçış (Roman) J&J 2018 – Amed
  • Cirm (Roman) J&J 2023 – Amed –(Lİ ber çapê ye.)

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Cîhan Yildirim – Min destpêka salên 1992an, dema ku min bi dest zanîngehê kir, bi miraqa Koçero bi dest lêkolînê kir.

Gelo çima?

Ez gundî bûm, li gund mezin bûbûm. Zimanê me kurdî bû, adeta me, xwarina me, kincên me, çanda me, bi kurtî jiyana me bi kurdî bû. Ez jî wek herkesî lawê civaka kurdî bûm. Dema ku ez zarok bûm, her civakê, li malê, li mêvandariyê de hertim behsa Koçero dikirin. Gelo ev kî ye? Mirovekî çawa ye? Çî di ke? Çî dixwe? … û hrw. Ez bi pirsên wisa şaş bûm, serê min tevlîhev bûbû. Min dixwest ez li ser vî kesî lêkolîn bikim. Bi rastî li ser Koçero, nêzîkê 4 sala lêkolîn kir. Dû re nivîsand. Dema ku roman qediya û hate ber çapê sal 2006 bû. Navê romanê “ Dağların Efendisi/ KOÇERO” bû. Zimanê romanê tirkî bû û ji aliyê weşanxane Orîent hatibû çapkirin. Çapa duyemin jî ji aliyê weşanxana  kurd Ava hate çapkirin. Dû re min bi dest zimanê kurdî kir û ev roman bi navê “Mîrê Çiyayan/ KOÇERO” 2015an de ji aliyê weşanxana J&J çap bû.

Naveroka romanê, li ser zilm û zordarî, erd, axa, axatî, fekirî … û hwd

Romaneke bîyografî û sosyolojîk e.

Lokman Polat – Pirs : 3 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Cîhan Yildirim – Bi rastî ez jî wek nivîskarek kurd wejeyê pirranî bi zimanê kurdî dinivîsim. Lê caran weşanxane an jî xwendevan, romana kurdî ku bi zimanî kurdî çap bû ye bi tirki jî dixwazin, wê demê romanê yan ez dinivîsim yan jî tê wergerandin.  

Bi rasti meseleya ziman pir girînge. Nivîskarê kurd, bi kurdî dinivîsî, xebata wî ji bo peşde biçûna zimanê kurdî, wejeya kurdî ye. Bi dîtina min weje bi kîjan zimanî bê nivîsandin, ew behrem yên wî zimanî ne. Ev ramana zanistî ye. Nivîskar jî wisa ye. Nivîskar bi kîjan zimanî dinivîse, ew nivîskarê weje ya wî zimanî ye.

Bi kurtî, nivîskarê ku bi kurdî dinivîse ew nivîskarê kurd e. Heger nivîskar bi zimanî tirkî dinivîse, ew nivîskar bi eslê kurd be jî, ew nabe nivîskarê weje ya kurdî, dibe nivîskarê weje ya tirkî.

Lokman Polat – Pirs : 4 – Derbarê Koçero de pirtûk nivîsîn ji kur hat hêşê te? Çend eşqiyayên kurd ên navdar hebûn, te li ser wan nenivîsî û çima çima li ser Koçero nivîsî? 

Cîhan Yildirim – Rast bêjim ji ber meraqa Koçero, min bi dest nivîsandinê kir. Li Xerza û Botan civakê de hertim behsa Koçero dikirin.  Koçero hevalê babîrê min bû. Dema ku ji cendirmeyan direvîya, gelek caran dihat gundê me. Gundê me Bêkendê bi çîya ve bû û daristan bû. Rehmetîyê babîrê min hertim behsa serpêhatîya Koçero dikir. Ev meraqa Koçeo ji min re bû kul û dert û dû re min bi dest lêkolînê kir.

 

Wê demê eşqiyayên kurd ên navdar pir hebûn. Wek mînak Koçero, Hekîmo, Hemîdo, Dawûdo, Tilkî Selîm, Ömer Bezek … û hrw. Lê di nav vê lîsteyê de Koçero mirovekî taybet bû. Malbata wî, hilkişîna wî ya çiyê û bi kurtasî jiyana wî ji bo min pir balkêş bû.

 

Bi rastî Koçero, “Trajediya gelê kurd e.”  Dema ku min lêkolîn kir, min dît ku di wejaya kurdî de behsa lehengekî wisa nayê kirin. Wê demê min dest bi lêkolîn û nivîsandinê kir.

 

Di jiyana kurdan de mehkûmî û fîrarî cihekî pir girîng digre. Heta salên 1970yan kesên ku ji ber hêzên dewletê bibûn fîrar, qaçax an mehkûm, bi lehengiyên xwe dibûn efsane. Lê yek ji wan hebû ku nav û dengê wî li dinê belav bûye û bûye mijara kilam, roman, helbest û filman. Ev Koçero ye. Bi rastî navê wî Mehmet İhsan Kilit e. Koçero navlêka wî ye. Lê di nava gel de herkes wî Koçero dizan e, ew jî xwe weke Mîrên Çiyayan dide naskirin.

Koçero, Robîn HOODê kurda ye.

Bi rastî min dixwest piştî romana Koçero, lehengên din jî di şiklê rêze romanan de binivîsim, lê bi ser neket, ez wê demê li ser hinek mijarên din xebitîm. Di pêvajoyê de nizanim dê çi bibe, belkî ez dest bi nivîsandinê bikim.  

 

 

Lokman Polat – Pirs : 5 – Nalebar romanek baş bû.. Rexnegirên wêjaya kurdî wê nirxandin yan na?

 

Belê, romana ”Nalebar” ne xerab bû, gelek baş bû.Lehengê sereke ya çîrokê jin bû, behsa jinê û têkoşîna wê ya jiyanê dikir.Ji ber vê çendê bal kişandiye ser xwe û çapkirina wê di demeke kin de qediya. Niha li sûkê tune ye. Çapa nû tê amadekirin.

 

Di warê rexne û nirxandina romana  ”Nalebar” de ;

1-Roman pêşî ji aliyê komek mamosteyên TZP Kurdî ya Amedê ve ji bo nirxandineke mîna tezê ji xwendekaran re hat dayîn. Dû re min ev agahî ji mamosteyan hîn bûm.

2-  Derbarê romanê de nivîskar Îlhamî Sîdar nivîsandibû.

      Navê nivîsa wî,  ”Qêrîneke Bêdeng: Nalebar” bû.

3- Nivîskar Edîb Polat jî  derbarê romanê de nivîsandibû.

     Navê  nivîsê, ”Nalîna Nalebar” bû.

4-Birêz, mamosteyên hêja Mahmut Özçelik derbarê romanê de nivîsandibû.

5-Birêz, nivîskarê hêja Lokman Polat li ser romanê nivîsandibû.

6- Helbestvan Îhsan Bîrgûl jî derbarê romanê de nivîsandibû.

 

Lokman Polat – Pirs : 6 – Piştî Nalebar tê romanek din nivîsiye yan na?

 

Cîhan Yildirim Pîştî  romana ”Nalebar”, romana ”Mîrên Çiyayan/Koçero” (Bi zimanê kurdî), ”Attan Hızlı Gidenler” lêkolîn, ”Umuda Kaçış” roman û ”Cirm” roman hatî weşandin. Û dûre  em li ser belgefîlma Koçero xebitîn. Belgefîlma Koçero, ji hêla Stêrk TV ve hatî weşandin.

 

Lokman Polat – Pirs : 7 – Tu bi salan î li Amedê dijî. Li Amedê kar û xebata çandî û wêjeyî çawa ye? 

 

Cîhan Yildirim – Amed ji ber navenda xwe û avahiya xwe ya kozmopolît her tim girîngiyek mezin daye çand û hunerê. Dema mirov li hemû parêzgehên Tirkiyê dikole, herî zêde helbestvan li parêzgeha me ye.

Amed wek berê îro jî bajarekî bi îdia ye, ji ber ku xwedîçandeke pir dewlemend e. Zulm û tundiya bi dehan salan li ser vî bajarê bedew, xwe di huner û wêjeyê de hîs kir. Lêbelê, tevî her tiştî jî bi xurtbûna huner û wêjeyê rêya xwe domand.  Îro ji ber eleqeya huner û wêjeyê hema hema her roj hûn dikarin çalakiyên curbecur bibînin. Mînak, muzîk, konser, şano, dans, wêne, peyker, axaftinên edebî, rojên îmzeyê … hwd.

Li bajêr gelek navênden çand û hunerê hene. Her roj yekî nû li van zêde dibe û gelek komên wêjeya xwendinê jî hene. Amed bajarê huner,wêje û azadiyê ye. Ji ber ku bajar çiqas azad dibe, huner û wêje jî azad dibe û pêş dikeve.

 

Lokman Polat – Pirs : 8 – Li Amedê komeke xwendina pirtûka heye, wan Nalebarê xwendin û nirxandin yan na? 

 

Cîhan Yildirim – Belê, min pirsên serî de behsa ”Nalebar” kiribû. Derbarê romanê de çend nivîskar û mamosteyên zimanê kurdî nirxandin kirin. Li Amedê çend komê xwendina pirtûka hene.

 Romana ”Mîrê Çiyayan/Koçero” Koma wêjeya xwendinê ya Şaxa Egîtîm-Sen a Amedê nirxand.

 

Lokman Polat – Pirs : 9 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Cîhan Yildirim – Bi rastî edebiyata kurdî ya devkî pir dewlemend e. Lê wêjeya nivîskî ya kurdî jî dewlemend bûye. Bi taybetî dema em li van 20-25 salên dawî dinêrin, em bi hêsanî vê yekê dibî nin. Her çiqas li pêşiya ziman û wejeyê pirsgirêkên aborî û siyasî hebin jî, li ser rêya xwe dimeşe. Bi weşanxane, nivîskar û xwendevanên xwe re gelek pêşketiye.

Lokman Polat – Pirs : 10 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Cîhan Yildirim – Çîroka Folklora Kurdî pir dewlemend e. Helbesta Kurdî jî pir dewlemend e. Bi dîtina min roman ji van herduyan dereng pêş ket. Ez dikarim bibêjim romana kurdî her ku diçe baştir dibe. Qonaxa herî bilind û herî bilind a wêje û nivîsandinê roman e. Ji bo vê jî divê kurd teqez vê qadê îhmal nekin.  

Lokman Polat – Pirs : 11 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Cîhan Yildirim – Ji roja ku ez bi edebiyatê re têkildar bû me heta niha, nivisên rexnekirina pirtûkan pir bala min kişandine. Lê ez li nivisên ku li ser pirtûkan hatiye nivisandin dinêrim, nivisên rexneyan û nivisên danasîna pirtûkan tevlihev dibînim.

 Edebiyata dinyayê ku em dinêrin, beşa “Rexne”yê pir bi pêş ve  çûye û bi taybet li ser vê mijarê rexnevan eleqedar in. Çimkî ev beş bi serê xwe qadeke taybet e. Nivîskar li ser vê mijarê eleqedar nabin, ev kar karê rexnevanan e.

 

Lokman Polat – Pirs : 12 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te?  Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

 

Cîhan Yildirim – Naxêr, kesên ku pirtûkê min rexne dikin  hindik in. Bi rastî ev beş bi taybetî bi heval û dostan dimeşe. Rexnegîr pirtûkê baş nakole. Bi têkilîya hevalan lê dinêre. Bi piranî nivîs ne zanistî ye. Piraniya caran rexne û danasîn tevlîhev e.

 

Lokman Polat – Pirs : 13 – Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye? 

 

Cîhan Yildirim – Di serî de ger  em di vê sehayê de, rewşa edebiyata kurdi binêrin.

Bi dehan, bi sedan weşanxane, akademîsyenên me yê kurd, niviskar, helbestvan, wênesaz, peykersaz, televîzyon, radyo, kovar û rojname hene. Lê em disa dinêrin di edebiyata kurdî de ev beşa rexnê pir vala ye. Ji bo edebiyata kurdî kêmasiyek pir mezin e. Heger em bixwazin ku edebiyata kurdî pêş ve here, divê em vê beşa edebiyatê geş bikin. Di edebiyata kurdî de ev seha bi taybetî niha di destê nivîskaran de ye û ev kêmasî bi nivîskaran tê tijîkirin. Hêviya min ew e ku di demek nêzik de ev kêmasî ji holê rabe.

Lokman Polat – Pirs : 14 – Mijara berhemên te bi giranî liser çine?

 

Cîhan Yildirim Bi piranî xebatên min li ser romanê ye. Lê min berê lêkolîn û çîrok jî nivîsandin.

 

Lokman Polat – Pirs : 15Dibêjin  ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî? 

 

Cîhan Yildirim – Tiştekî wisa nabe, ev fikir xelet e. Bi ditîna min nivîskarê ku bi kurdî dinivîse divê pêşî pirtûkên di warê xwe de bişopîne û bixwîne. Helbet ev têr nake, divê edebiyata cîhanê jî bixwîne û bişopîne. Ew ramanek e ku ji kesek bi kesek cuda cuda ye,  lê ez wisa difikirim.

 

Lokman Polat – Pirs : 16 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî? 

Cîhan Yildirim – Belê, helbest ji aliyê taybetiyên şeklê ve cuda ye. Metafor, hunerên edebî, wêne û sembol qatên helbestê pêk tînin. Rexnegirê helbestê pir zore. Li gorî min divê rexnegirekî helbestê bi qasî helbestvan zana û jêhatî be.

Berê min li ser vê mijarê gotarek nivîsandibû.  Rexne di wêjeyê de beşek e taybet e. Wêje bi vê beşê pêş de diçe. Ev beşa rexne û rexnegîr çiqas xurt be , wê je jî ewqas xurt dibe. Rexnegîrê edebiyata kurdî hene, lê pir kêmin. Ev valahî ger tijê be.

Lokman Polat – Pirs : 17Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin.  Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?

Cîhan Yildirim Bi rastî rexneyên bi zanıstî, bi rast û bi dilpaqij ez qebûl dikim. Ger rexne bi zanistî be. Dema ku wisa be tu pirsgrêk tûne ye.

Lokman Polat – Pirs : 18Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be? 

Cîhan Yildirim Bi dîtina min, ger nivîskar bêhnfireh be. Min berê de jî behs kiribû, di wejeya dinyayê de beşa rexne pir girîng e. Rexnegîr divê pir xurt be, zanîn be. Rexneya romanê dive bi zanistî be, dema ku wisa be ez bawerin tû pirsgirêk çêna be.

Lokman Polat – Pirs : 19Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye?  Çima rexne nayê pêşwazîkirin?

Cîhan Yildirim Çimkî rexne bi piranî ji aliyê nivîskaran tê kirin. Di wejeya kurdî de rexne, bi heval û bi dostan dimeşe. Çimkî pi piranî naveroka rexne ne zanistî ye. Dema ku rexne  wisa were kirin, wê demê pirsgirêk derdikeve hole. Di wejeya dinyayê de beşa rexne pir girîng e û bi sere xwe azad e. 

Lokman Polat – Pirs : 20 – Çawa ku di berhemên edebîyata  cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jî hebe.

Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di  berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî? 

 

Cîhan Yildirim Di be ku mijarek  taybetî  li gorî nivîskaran cûda bibe. Li gorî min weje her tiştê ku bûye yan jî dibe ku bibe ye. Ji ber vê yekê, dive nivîskar di dema nivîsandinê de bi tevahî azad be. Têgînên wekî erotîzm û evîndariyê dikarin bên bikaranîn, zerar tune ye. Helbet ez wisa difikirim ku dive naveroka van têgehan bi rengekî estetîk were bikaranîn. Min jî bi taybetî di romana xwe ya bi nave “Nalebar” de li ser formeke estetîk xebitî me û di vê mijarê de tu pirsgirêk derneketin.

 

Lokman Polat – Pirs : 21Di hinek romanên  min de û di hinek romanên  Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min  bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî? 

Cîhan Yildirim Erê, min piraniya roman ve çîrokên van kesan xwendiye. Wekî ku min berê jî got, piştî formek estetik, pirsgirêk tune.

Lokman Polat – Pirs : 22Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

 

Cîhan Yildirim Berhemên wêjeyî yên kurdî di helbest û romanan de gelek cihêreng in. Her çend em di romanan de taybetiyên tevgerên edebî yên cihêreng bibînin jî, ez difikirim ku bi piranî di bin bandora realizm û realîzma civakî de ye.

 

Lokman Polat – Pirs : 23Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na? 

 

Cîhan Yildirim Weje ya kurdî pir cihêreng e û gelek berhemên xweş hatine nivîsandin. Di nav van xebatan de li gorî ekolên ku we li jor behs kir, hene. Ez di wê baweriyê de me ku em ê di warê wejeyê de bigihin cihên baştir.

 

Lokman Polat – Pirs : 24Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye? 

 

Cîhan Yildirim Erê, ez bi we re di derbarê xeyal û rastiyê de li ser vê yekê razî me. Têgeha kê-zêde dikare were bikaranîn, lê ez dikarim vê yekê  ji bo romanê bibêjim. Roman di wejeyê de asta herî bilind e, roman dema ku tê nivîsandin xeyalî tê kirin. Roman bêyî kurgu-çîrok nabe. Romanên realîst jî xwedî  çîrok-kurgu ne. Navê romanê bi kurgu-çîrok heye, wekî din ew e bibe pirtûkek lêkolînî, ne roman. Her wiha di wejeya kurdî de kêmasî yan jî zêde mirov dikare nîqaşe bike.

Lokman Polat – Pirs : 25Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe.  Ji bo wê jî mijar hewce dike.  Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in,  hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çîne? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

Cîhan Yildirim Pirseke dijwar û dirêj e, berî her tiştî ez dikarim vê yekê li ser afirînerîyê bibêjim. Em li welatekî wisa dijîn ku, tu bi afirînerîya xwe vê yekê nîşan bidî, tu di nav civakê de hema bêje muxalîf dibî. Lê belê, afirînerî ji ramana azad derdikeve.

  • Di wejeyê de divê nivîskar pêşî mijareke baş bibîne, ji ber ku mijar pir girîng e.
  • Divê azad bifikire û tiştên ku difikire bê tirs binivîsîne.

Belê wejeya kurdî de wek we gotiye romanê biyografîk û otobiyografîk pir in. Mijarên romanê min jîn, dîrok, evîn ..û hwd

Romana min a ku bi navê ”Mîrê Çiyayan/Koçero”  biyografîk e, lê romana ”Nalebar”  cuda ye, romana jinê ye û di nav de psîkolojiyek e giran heye.

Xebatên edebî ne hêsan in, divê nivîskar zana û têr be. Ji bo berhemên wisa hewldaneke mezin pêwîst e.  Teksta edebî çîrok e, kurgu ye. Her wiha metna edebî navgîna ragihandinê ye,  têkilî di navbera şander û wergir de pêk tê.

Lokman Polat – Pirs : 26Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne. 

Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike. 

Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî? 

 

Cîhan Yildirim Li gor min jî ev ditîneke şaş e, nerast e. Ez wisa difikirim ku ne hewce ye ku ev mijar were nîqaş kirin. Bi salan e wekî bi qestî dem bi dem vê mijarê tînin ziman. Ma ew nizanin ku kurdên bê dewlet bi sedsalan li dijî zilm û bi asîmîlasyonê têdikoşin…  Ma ew nizanin ku li gel vê zilm û zorê jî hewl didin zimanê xwe biparêzin û pêş bixin..

 

Belê, dikarin bibêjin romana kurdî çî rewşê de ye?  Xerab e yan baş e. Lê ez teqez qebûl nakim ku romana kurdî tune be. Ev gotin bêhurmetî û heqereta bi sedan nivîskarên kurd û hewldanên wan e.

 

Lokman Polat – Pirs : 27Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Cîhan Yildirim Min di warê romanê de bi xwendina romanên Mehmet Uzun dest pê kir. Ji ber ku ez bi gelemperî li ser romanan dixebitim, ez hewl didim ku romanên çapkirî yên hemî nivîskarên xwe bixwînim.

Lokman Polat – Pirs : 28Te qet pirtûkên min xwendiye?

Cîhan Yildirim Belê, min piraniya wan xwendiye. Mînak, ”Sylvîa”, ”Tû û Evîna Platonîk”, ”Çil Romanên Kurdî”, … û hdw.

Lokman Polat – Pirs : 29Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Cîhan Yildirim Bi rastî jî romana min a nû ya ku ev du sal in ez li ser dixebitim xilas bû. Ez û weşangerê xwe fikirîn ku em romana xwe ya bi navê “CIRM” ber bi “Fuara Pirtûkan a Mezopotamya yê ya Amedê” ve biweşînin. Lê paşê, dema fûar hat paşxistin, me biryar da ku em bisekinin. Ger tiştek neqewime, roman dê meha pêş me derkeve bazarê.

Lokman Polat – Pirs : 30 – Gotina te ya dawî…

Cîhan Yildirim – Daxwaza min min a herî mezin ew e ku gelê me li zimanê xwe xwedî derkeve, bizani be zimanê zikmakî hebûna wî ye, nasnameya wî ye.

Spas birêz Lokman Polat. Ji bo amade kirina li ser vê pirtûkê (Rexne û weje) ez ji were serkeftin dixwazim. Spas ku hûn dixwazin di vê pirûkê de cih bidin min.   

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

Mala te ava be, zor spas. Serkeftin.

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply