Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in ez vê karê dikim û pê pir kêfxweş im. Digel vê yekê ez bi xwe jî gelek tiştan hînbûm. Bi rastî jî jiyan tewa dibe zanîn tewa nabin. Heke mirov bixwaze ku hînî tiştan bibe divê bo wan tiştan bixebite.

Min nivîsên xwe yên berê de jî eşkere kiribû ‘ziman parçeyeke mezin ya jiyanê ye’. Hînbûna zimanan jî ne bi hêsan e. Di malpera min de jî bi hezaran Kurd dixwazin hînî tiştan bibin. Lê tiştekî balkêş jî heye ku min xwest bi we re parvebikim..

Em dikarin li her derê rêzikan bibînin. Bidestûr û bêguman rêzikên zimanan jî hene. Niha rêzikeke zimanê Kurdî bi we re parvebikim; dema ku tîpa ‘î’ tê pêşiya tîpa ‘y’ dibe tîpa ‘i’. Çend mînak : rastî , azadî, pêşî , paşî & rastiya, azadiya, pêşiya, paşiya…

Kurdî bêguman zimaneke dewlemend e. Dema ku ez di malpera xwe de dinivîsim ‘azadiya’ hin kes hêrsa xwe li min tînin. Rastiyê eşkere dikim dîsa jî helwestên wan pir bi tund in. Gelek peyvên me yên herêmî jî henin. Di rastî de ew peyv tên wateyekî lê xelkên herêman qebûlkirina wan peyvan zor dibînin.

‘Kurdno! Zimanê me pir dewlemend e, divê em tim bi zimanên xwe biaxivin û qîmeta vê zimanê hêja bizanibin.’

Jibîr nekin! Gel bi zimanên xwe ve henin!

Nivîskar : Ö.Faruk Özcan

Derbar Ömer Özcan

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply