Pêş LGSê çend hişyarî

Nêzîkî mîlyonek xwendekarên pola 8-emîn dê roja Yekşemê di Îmtîhana Derbasbûna Lîseyê (LGS) kevin. Perwerdekar Yasemin Pakkan ji bo ciwanên ku dê bikevin îmtîhanê hinek  şîretên girîng kir.

Nêzîkî mîlyonek xwendekarên pola 8-emîn dê roja yekşemê îmtîhana derbasbûna dibistana lîseyê (LGS) kevin. Xwendekar dê li gorî pûana ku di vê azmûnê de diyar kirine hilbijartina dibistana lîseyê bikin. Perwerdekar Yasemin Pakkan ku xwediyê dibistanek taybet e, şîret da ciwanên ku dê bikevin îmtîhanê. Pakkan qala ciwanan kir ku di navbera îmtîhanan û roja berî ezmûnê de divê çawa tevbigerin.

“Kelecaniya xwe frenbikin”

Diyar kir ku ciwanên ku dê bikevin îmtîhanê bila kelecan nebin, perwerdekar Yasemin Pakkan got, “Ya herî girîng kontrolkirina kelecana wan e. Em dixwazin ew sarbûna xwe biparêzin. Lêbelê, şîreta min mijara ku ez pir girîng dibînim e, divê xwendekar pêşde ya kijan salon û rêzê de ezmûnê kevin hîn bibin. Çimkî xwendekarê LGSê di dibîstana xwe ya ku tê de dixwînin dikevine ezmûnê. Mijarek krîtîk a din jî ew e ku divê zarok ji bo zû rakevin israr nekin. Bihesibînin ku zarok dê pir bêxew bimînin û bi heyecan nikarin razên, divê ew di herika xweya normal de tevbigerin. Çêtirîn e ku hûn di pergala ku hûn her gav bikar tînin de ji bo roja xwe amade bikin.

“Saetekê pêş de herin dibîstana ku hûn ê ezmûnê kevin”

Bêguman, divê hûn roja ezmûnê zû biçin cihê îmtîhanê. Ez guncan dibînim ku bi kêmanî saetek zû biçin û li dora xwe binihêrin.

“Di navbera 45 deqîqeyan de tenê bimînin an jî li ser pirsan neaxifin”

Pakkan, bal kişand ser tevgerên ku divê ciwan di dema ezmûnê de ji wan dûr bikevin, “Ezmûn bi du beşan dibe û beşa yekem de mixabin pir dema xwendekar dem ê nikanin tam eyarkin û li gor dem ê pirsan nikanin bibersivînin, divê li ser vê meselê baldarbin. Mixabin, her du di demek de bi hev re nabin. Ez difikirim ku xetera herî mezin ev e ku xwendekar di nav 45 deqîqeyan de di navbera du ezmûnan de bi hev re têkilî daneynin. bi hevalên xwe re biaxife pir dema pirsên xwe yên çewt hîn dibe  û morala xwe bela dibe/xera dibe. Di beşa duyemîn de, zarok wekî xwendekarek ku xeletiyek kiriye dikeve hundur. Ji ber vê yekê xeletî li pey hev tên. “

”Divê dêûbav di navberê de zarokan re li ser ezmûnê neaxifin” 

Her wiha şîret li dêûbavan kir, Pakkan got,”Ji kerema xwe di dema ezmûnê de têlefonên xweyên desta bigrin. Bi zarokan re ser pirsan neaxifin û hinekî moralê bidin zarokên xwe, wan nekin stresê. “

Derbar Çand Name

Check Also

Nirxandina Gotara ‘Fêrkirin û Fêrbûna Kurdî li Kurdistanê: Serkeftin û Zehmetî’

Di vê gotarê de,  perwerdehîya kurdî li pêş û piştî 1920an tê dabeş kirin. Di …

Leave a Reply