Kurd berxwe didin

Mexabin di destpêka salvegera perçekirina xaka Kurdistanê de û miletê Kurd, dîsa xûya ye kurd bê per in û bê nasnama, bi miletî berê re qibleya wan ne diyarin.

Partî û rêxistinên kurdan her çendî çiqasan hewl didin ji bona birîna bindestî yê re çareseriyan berhevî bikin jî, bes dîsa birdoza partiyan dibe astengî ji bona destkeftiyên yekitiya netewî re.

Gelê kurd her çendî di sedsala 20 de bi bûyerên komkujî, asîmîlasiyon, koçeberî, dîl ketin û bi polîtîkayên xeletî re rûbirû mabin jî, bes ji doza azadî û rizgariya welatê xwe bi qasê yek gavekî ji para gav neavêtinin.

Lazim e di vê destpêka salvegera dîroka înkarî û himber polîtîkayên tune kirina bi destê dewletên dagirkerd û piştgirtiyên hevalbendên wan ê navnetewî, mafê gelê kurd bikin sîwana tevahî berjeweniyên partî û rêxistinên bi girêdeyê bîrdozanin.

Li her pênc hereman de dewletên dagirkerd û hêzên navnetewî ji bona naskirina mafên xweza û mirovahî bi qasê misqaleke naxwezin dev ji polîtîka desthilatdariya miletê kurd berdin û gavekî ji para gav navêjin.

Devleta Tirkiyê di destpêka salvegera avabûna komala cumhûriyetê de polîtîka desthilatdarî û nenaskirina miletê kurd bi sekneke israrî biryara berdewam kirinê didomîne.

Hilbijartina di 14 û 28ê Gulanê de pêkhat, destnîşan da ku, wekî heman demê bi hêstewarî kurdan bi 5 perçeyan perçe kirin û sîstema serokkomar bi dengê kurdan destûra erê kirinê teze kirin.

Partî û rêxistinên kurdan heta dev ji siyaseta xwe ya biratiya gelan û demokrasî anîna ji bona tevahî Tirkiyê û herwaha dev ji biratiya ometê parastina tevahî bisilmanan bernedin, tim û daîm dibin xizmetkarê dewletên dagirkerd û hêzên navnetewî.

Tevahî dewletên navnetewî û cîhanê ji bona berjeweniyê milet û dewleta xwe, bi gora xurtkirina abarî nava tevgerên xwe teze kirin û guherandinanda nin.

Xwe guherandin û teze kirin zanebûneke zanistiye û bi girêdeyê fikr û ramanê bi aqil berhevî dibin pêktên anîn.

Naxwe ji bona ku gelê kurd bibin milet, hewcetî pir bi guherandina fikir û ramanên zanistî a bi aqil heye.

Ji tevahî miletên cihanê pirtirîn hewcetiya gelê kurd bi xwe guherandina bi fikir û ramanê polîtîk û siyaseta bi têkildariya hêzên navnetewî heye.

Lazim e ronekbir û pêşeng, hunermend û rêveberên partî û rêxistinên kurdan, ji fikrên xwe yê egoîstî mezinan berdin û hewl bidin di binê sîwana azadiya miletê kurd de bicivin.

Hêvîdarim ku sosretên ku di polîtîka dewletên dagirkerdan de pêktên, ronekbir û pêşeng jê sûdwar bin û di xwe de guherandinan pêkbînin, rastî bilî ji hev hezkirin û her nûner û rêxistin hev wekî bi halê hev qebûl nekin pêva tu şansekî ku gelê kurd bibin milet azadbin nîne.

Gelê kurd miletekî mezlûm e û ji tevahî gelê cihanê pirtirîn hewcetî bi jiyaneke aramî bijîn heye, lewra azadiya tevahî rojhelata navîn qedera wan girêdeyê miletê kurd in.

Bi hêviya rojên xweş û bi anor jiyan berdewame.

Behçet Ateş
03-06-2023

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply