În , 7 Gulan 2021

Tag Archives: Rojava

Fermana Fila û Bajarê Qijnika

Pirê caran zilamên gund li ber talda dîwaran li qelavîzka rûdiniştin, pişta xwe didan dîwaran û her yekî ji kîsê tûtina xwe çixareyek ji xwe re dipêça, vêdixst û dikşand.. dûyê çixareyan bi ser serê wan de bilind dibû û bi hev re diştexilîn..Em zarok li dor wan diçûn û duhatin.. Eger tiştek ji wan re lazim ba, bang yekî …

Read More »

Ji Evîna Rojên Kevin (Semîra)

Ji Evîna Rojên Kevin (Semîra)   Konê Reş   Tevî ku ez û wê ji du dinyayê ne wek hev, dijî hev in, ez ê di roja 5ê Nîsana 2021ê de pêşwaziya 27 saliya dûrketina me ji hev bikim..! Ew roja malwêran.. roja ku bi carekê re destê me ji hev hat birîn.. Kar û berxên me ji evîna dayika …

Read More »

Ferhadê Çelebî û Qazina ji Qederê! (1961 – 2004)

Di jiyana her mirovekî de xizim, heval û hogirên wî hene. Hin ji wan zûbizû ji bîra wî narin. Nexasim, ewên ku bandora wan li wî û civaka wî hebe.. Sebaretî min, helbestvan û çalakvanê Kurd Ferhadê Çelebî yek ji wa ye. Tevî ku va 17 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, hê jî di bîra min de …

Read More »

Çîroka Cejna Newrozê Di Nav Kurdên Rojava De

Cejna Newrozê; ev cejn jî wek cejna Nîsanê an nûzanê ye. Eger Nîsan Nûzan be, Newroz nûroj e, anku destpêka rojeke nû, ji saleke nû ye. Ev roja nû, di 21’ê heyva Adarê, destpê dike. Di vê rojê de; gera şev û rojê dibin wek hev û kurdan ji mêj ve gotiye: (21ê adarê şev û roj hat qirarê). Ji …

Read More »

Seyid Remezanê Berzencî (1930 – 2004)

Seyid Remezanê Berzencî; di nav kurdên herêma Cizîrê de, yek ji navdarên Melayên kurd yên welatparêz û bi rûmet dihat nas kirin.  Navê wî Remezanê Silêmanê Îbrahîm e, bi navê Seyid Remezanê Berzencî di nav kurdan de hatibû nas kirin. Ew ji malbata Berzenciyan bû. Ev malbata ku di Kurdistanê de bi nav û deng e. Ew di sala 1930î …

Read More »

Namiçiqe

Dema mirov nêzîkî devera pîroz dibe, devera ku jiyanê bi bedewiya xwe û jînenîgariya hembêz dike û dema mirov nêzîkî wêneyên şehîdan dibe mirov dibîne ku her kêlî bi serdêrên xwe re dibeşirin, ah wê demê mirov tê digihêje ku hîn jî bi saya canfedatiya xwe sax in ku hîn jî bi watedayîna ji jiyanê re sax in namirin. Li …

Read More »

Nivîsandina Tinazî

“Nanê bê xwê dixwe, tirê şor dike” “Jin ji mêrê xwe dipirse, berî tu min bizewicînî, çima te ji min re negot ku tu hejarî, tiştekî te tune  û bê pere yî? Mêr jê re got, ez westiyam hingî min ji te re digot: tiştekî min ji te pêve li dunyayê tune. Tu dikeniya, û wek dînan kêfa te dihat”. Şêweyê …

Read More »

Hejmara Nehemîn a Kovara Şermola Derket!

Hejmara Nehemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket. Dosyaya hejmara Nehemîn “Rol û Girîngîya Salonên Wêjeyî” ye. Ji ber girîngîya mezin a salonên wêjeyî di pêşxistina wêjeyî û çandî de, ev mijar weke dosyaya hejmarê hate destgirtin. Di Hejmara Nehemîn de berhemên bi dehan nivîskar, rewşenbîr û lêkolînerên ji pêkhateyên …

Read More »

Ûsivkê Çelebî, kurtejiyan û strana Zeîm Silo

Bi min xweş e ku di vê nivîsê de kurtiyekê ji jiyana (Ûsivkê Çelebî: ?-1962), û deqa strana wî (Zeîm Silo) ji we re raxînim ber çavan. Ew li gundekî ji gundên çiyayê Omeriyan, bi navê Cibilgirawê, ser bi bajarê Nisêbînê ve çêbûye.. Li ber destê Melayê gund xwendiye û ji bavê xwe yê tembûrvan û dengbêjên çiyayê Omeriyan hez …

Read More »

Gotinek di 35 saliya oxirkirina bavê min de

Di roja (24/12/2020)an de, (35) sal di ser roja koçkirina bavê min (Osmanê Evdo) re derbas dibe. Sed mixabin, wî encamê ked û westandina xwe ne dît.. Dayika min li şûn mabû û berî dor salekê, wê jî daye pey.. Car caran wê di ber xwe de ji me re dibêje: Xwezî bavê we sax ba.. wê çendî kêfa wî …

Read More »