Netewe û Gel

Dewletên navnetewî û dewletên dagirkerd ji bona berjewendiyên desthilatdariya rêveberî û mafên gotara xwe, polîtîkayên pir qirêj bikar anîne û heman aqlê qirêj bi miletên ku desthilatdarî bûnin jî danin qebûl kirinê.

 

NETEWE(~MILET~} BÛN ÇI YE?

Wateya Peyva Netewe (~ Milet)

Xweda cc di Quranê de sûrey Hucurat ayeta 13 de weha terîfa qewman ango netewan (~miletan kiriye.

Ey mirovahî hûn ji jin û mêr de pêk têne û bi netewe (~miletî wekî qewma ji hev cûdanin, rengê we zimanê we ji sifatê Xweda nin, bê guman dereca we bi teqwatî ango di kirdarên jiyana wede kî dadê pêk bîne ew dereca wî nêzikê Xweda cc le.

Terîfa Xweda cc ji bona netewan pir zelalî behsa niştecîh û ziman dike.

Çima ziman, lewra her netew (~ milet bi heman zimanê diaxivin, bi ziman nasnama wan binav dibin û navê xaka ku liserê jiyan dikin jî bi nasnama ziman tête binav kirin.

Ji bona netewan (~miletê ku li ser xaka welatê xwe dijîn, xweyê dewlemendiya ser erd û binerdin û herwaha şaristaniyan berhevî dikin re netew (~milet tê gotin û lazime parastina ewlekariya netewî û dewletê ji leşkerên wî netewe pêk were girtin.

Netewa (~miletê kurd bi gora dîroka girê miraza destnîşan dide ku berê 12 hezar salane kurd xweyî erdnîgariya herema mezopotamiya û taybetî bi navê kurdistan xweyî cixrafiyek gelek dorfirehin.

Mixabin miletê cihanê bi piranî ji xwere sinorên welatan ava kirine, bes netewa (~miletê kurdan, ji ber pir sedeman di binê tesîra hêstewarî û dilsoziya bi baweriyên ku ji hev cûdanin, bes koka wan ji heman netewê û Olên cûdanin pêktên di navhevde bihevre dijîn tesîra hevde manin.

Lewra netewa(~ miletê kurdan di rojhelata navîn de bûye navenda tevahî dînan û mexabin cûdayetiya dînan, rê ji destên terîre vekirî hîştine û dewletên cîranê kurdan û dewletên navnetewî tesîra dînê xirîstiyanîzmê li ser olên cûda bi bandorî bûnin.

Ji ber cûdayetiya dînan Netewa (~miletê kurdan di nava xwede radestê îxaneta bi navxweyî manin û mexabin va kirdarên qirêj bûye sedema desthilatdariya dewleta kurdan.

Dewletên dagirkerd bi polîtîka desthilatdari netewa kurdan wekî gel di navxwe de destnîşan kirine û bi polîtîka biratiya bi heman baweriyê netewa (~miletê kurdan bi navê rêya (dîn) olande tim bikar anînin.

GEL KÎNE

Wateya Peyva Gel

Ji bona netewa ku ji xaka welatê xwe koçeber bûnin û di binê sîwana dewletekî biyanî de jiyan dikin re tête bikaranîn.

Anjî dibinê sîwana dewleta ku binavê netewa (~miletekî dinan de dijîn û zimanê wan û çanda wan asîmîley dewletê bûnin re tê gotin Gel.

Wekî mînak di tirkiyê de pir gelên ku nijada wan ji hev cûdanin, bes tirkîtiyê wekî sîwan nasname qebûl kirinin.

Mînak, Netewa (~miletê ku di tirkiyê de ji wateya nijada netewa xwe têk çûnin û bi peyva gel têne binav kirin.>Gurcî, Laz, Terekme,Çerkez, Abhaz, Boşnak, Ereb, Cihû, Ermen, Alban, ( kurd ).

Bes tevahiya van netewan tu pirsgirêkên wan bi nasnama tirkî tî re nînin û tirkiyê ji bona xwe wekî dewleta xwe qebûl kirine û di parêzin.

Lê destpêka sazkirina dewleta tirkiyê û heta anûha bû sed sale netewa kurdan bi dewletê re şer dikin.

Bes ji bona ku nebin gel û bibin xweyî nasnama netewî (~miletî û perwerda çandî, zimanê zikmakî û her waha bibin şirîgê şaristaniya ser erd û bin erd bi dewletê re şardikin û pir berdêlên bê pîvan feda kirine.

Lê mexabin polîtîka dewletên dagirkerd pir zelale ku asîmîlasiyonê li ser netewa kurdan pêk bînin û ji bona armanca xwe de serkeftî bin, navê tevahiya Bajar, navçe, gund û mezreyan guherandin tirkî, û heman demê de paşnavê netewa (~miletê kurd jî guherandin.

Lewra paşnavê pirahiya kurdan, Sönmez, Yılmaz, Yıldırım,Özturk, Ateş, çiftçi,Aslan, Çurukkaya, Karaaslan,Coşkun, Kaya, Taş û bi sedan paşnavê ji hev cûda henin û bes tevahî bi gora alfabeya zimanê tirkî  binav kirinin.

Armanca peyva gel bikar anînin ji bona ku netewan pir rihet di nava xwe de bifetisînin û tim polîtîka biratiya hembawerî ji bona berjewendiyên xwe bikar bînin.

Bi kurtasî tespît û terîfa peyva bi navê Gel ji bona nijada ku ji welatê xwe koçeber bûnin, ji welatê xwe dûrî dijîn, û di binê sîwana dewleta biyanî de dijîn tête binav kirin.

Mirov dikarin di nava pir dewletan de heman pirsgirêk destnîşan bikin, wekî yekîtiya Ewrûpa  û yekîtiya Emrîka û Sovyeta kevn Dewleta rûsya, Yugoslaviya kevn de tespîta netewên bi navê gel ku dibinê sîwana van yekitiya dewletan de dijîn, anjî dagirkerdî bûbin kefş bikin.

Netewa (~miletê kurd di rojhelata navînde netewa herî kevnare û heta bi gora dîroknasan destpêka mirovahî nin.

Rastî peyva bi navê gel li miletê kurd nayê û heta mirov mafdarin ku dikarein wekî heqaret bi ecibînin.

Lazime rewşenbîr û dîroknasê netewa kurdan tesîra xwe bidin ser hêz û rêxistinên kurdan peyva gel bikar neynîn û polîtoka biratiya gelan riziye bavêjin çopê û her waha peyva biratiya ometêjî bi bawermendan bidin qebûl kirin, ku peymana biratiya ometê îro bê watedar maye.

Lewra wateya peymana ometê di dema  Pêximber Hz Muhamed esw ji bona pirsgirêkên bisilmanan re çareserî berhevî bikin saz kiribûn û bibin yek li himber olên ji bisilmanan cûda xwe biparêzin.

Behçet Ateş: 16-12-2023

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply