Newroza Gurcistan/ Tiflîsê

Li kudera dinyayê dibe bila bibe, li ku ocaxeke Kurda, maleke Kurda, warekî Kurda, kevirekî Kurda dem û dezgehekî Kurda hebe hemû Kurd dikarin lê bisekinin, lê bihêwirin û lê bisitirin.

Li Tiflîsa Gurcistanê salek berê Komeleyeke sivîl bi navê Ronahî avabû, demeke kin da kar û barên miletiyê yên bêemsal kirin.

Cejnên Kurda yên milî, yên olî , rojên pîroz bigre heta êvarînên cand û hunerê tev di wê komela Ronahî da tên plansazkirinê.

Erê Ronahî demeke ewqas dirêj nîne hatiye avakirinê lê rêyeke dur, dirêj daye ber xwe û rast dimeşe.

Têkiliya Ronahiyê û rayedarên dewleta Gurcistanê, parlamentoya Gurca, şaredariya Tiflîse, asambleya bi navê Mala Kafkasan û sazî dezgehên sivîl gelekî baş û serkeftî ye.
Aliyê din herwisa Ronahî têkilya xwe û Kurdên dîasporayê, hemû beşên Kurdistanê û îdareya hukumeta başûrê Kurdistanê ra jî awayekî baş dimeşîne.

Ronahiyê heta niha gelek şahî û pêşengeh darxistine lê Newroza sala îsalîn bêemsal bû.
Ji Ewropayê, ji welatên Sovyeta kevin, ji Bakûrê Kurdistanê, Tirkiyayê, gelek cîh û deverên din mêvan hatibûn.

Jî bilî niştecîhên Tiflîsê, parlamenter, hunermend, nivîskar, aktivîst, karsaz, rojnameger û gelek şexsiyetên bı nav û deng beşdarî şeva Newrozê bûn.

Milet di nava kêf û şahiyê da Newroza xwe derbas kir, sitranbêja, komên reqasê, koma şanoyê û zarokên emrê xwe da picûk hunerê xwe yî mezin Va reng dane cejna Newrozê

Hêvî dikim cejna sala din em li Ermenistanê derbas bikin. Piştî hilweşandina Sovyetê ew cîh, warên Kurda yên xirab bûne, ew ocaxên vemirîne, Komela Ronahî ronkaya xwe bide teva careke din ronî bike.

Pistî roja Newrozê Federasyona Navneteweyî ya Dîasporaya Kurdan a ku navenda wê li Qazakistanê ye konferansa xwe di mala kafkasan da derbas kirin. Ji bo pêşketina ziman biryarên kêrhatî hildan yekîtiya xwe û Ronkaiyê jî pêşda birin.

Heman rojê da wenesazên Kurd yên niştecîhên Tiflîsê berhemên xwe raberî miletê xwe kirin. Rojên pêş da ez ê derbarê navê wan wênesazan û tevî berhemên wan da yek bı yek awayekî berfireh şîrove bikim.

Helbet di nava van kar û barên pîroz da ked û emega rêzdar Hêjarê Şamil jî kêm nîne.

Rêzdar Hêjarê Şamil mîna peletek ewrê dagirtî ye li ser hemû welatên Sovyetê digere, diçe kîjan welatî barana xwe, bîn û bereketa xwe bı xwe ra dibe. Erdên here qirac bi hezkirina wî ya welat va mîna avjeroyên beyara zîldide.

Spasiyeke mezin ji bo rêvebirên Ronkaiyê birêz Zaza Kalaşov, birêz Mehmet Yakut, birêz Emil Mûradov û hemû endamên din.

Hemû mêvanan ra eleqeder bûn, cîh û war kirin, pêşwaziyê heta oxirê herkesi ra yek bi yek têkildar bûn kenê xwe li ser sûretê xwe yên Kurrdewar kêm nekirin mala wan ava be.

Yucel Aslan (Koçer)

Nîşe: Ev Nivîs di candname.comê de cara pêşî di 30yê Adara 2023an de hatiye weşandin.

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply