Şemî , 8 Gulan 2021

Tag Archives: Newroz

Newrozname: Li ser destpêka bihara axîreta Seîdê Kurdî

Li ser salvegera newroza (destpêka bihara axîretê ya) giyanê pak ê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî.   Çend pêşbînî û keramet hene ku Xweda ji Seyda re îhsan kirine derbarê wefata wî de: 1- Seyda bi îzna Xwedê îşaretî sala wefata xwe dike di şanenava xwe ya helbestî ya “Eddaî/Duakar”ê de:   …Ez qebrek hilweşiyayî me ku, kom bûye di navê de …

Read More »

Çîroka Cejna Newrozê Di Nav Kurdên Rojava De

Cejna Newrozê; ev cejn jî wek cejna Nîsanê an nûzanê ye. Eger Nîsan Nûzan be, Newroz nûroj e, anku destpêka rojeke nû, ji saleke nû ye. Ev roja nû, di 21’ê heyva Adarê, destpê dike. Di vê rojê de; gera şev û rojê dibin wek hev û kurdan ji mêj ve gotiye: (21ê adarê şev û roj hat qirarê). Ji …

Read More »

Newroz e, Newroz e

Li vê dinê çiqas Dehaq hebin hewqas jî Kawayê Hesinkar hene. Di nava me Kurdan de tu carî ne Kawa diqedin û ne jî Newroza pîroz. Bi izna Xwedê wekî çawa ji alîyê Kawayê Hesinkar ve em ji bin zilmê derketibûn, em ê carek din ji bin vê zilma hovane derkevin û em ê bi gîyanek pak û azad hem …

Read More »

UNESCO: Newroz ‘kevneşopîya manewî ya herî kevn a cîhanê’ ye

UNESCO (Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî) diyar kir û Newroz ‘kevneşopîya manewî ya herî kevn a cîhanê ye. Iranê di vê derbarê de serî li UNESCOyê dabû. Rêvebirîya Giştî ya Netewyên Yekbûyî (NY) jî di sala 2010a de Newroz a ku ev zêdetirî 3 hezar salan tê pîroz kirin, wek ‘Cejna Cîhanê’ ragihandibû. Newroz li Asya û …

Read More »

Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek

Ceribandinek Li Ser Helbest û Stranên Newrozê ango Ji Helbest û Stranên Newrozê Kolajek* ’21’ê adarê, şev û roj têne qedarê’’ ango vê rojê dirêjahiya şev û rojê dibine wek hev; ne şev ji rojê dixwe, ne roj jî şevê. Dîsa weke tê zanîn ev roj, roja ewil a ekînoksa biharî ye. Gel vê rojê weke ‘sersal’, ‘nûroj’, ‘rojanû’ ango …

Read More »

Cejna Newroz û Bakurê Kurdistanê

Di baweriya min de Cejna Newrozê ji naveroka xwe hatiye valakirin û bi zanebûn, ew jî diyar dibe di nîşakirina bêtirî rojekê wek Cejna Newrozê ku her bajarek rojek jê re hatiye nîşankirin, da ku şahiyan bikin û Newrozê pîroz bikin û vejînin, ev tê wê watê ku gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê ne bihev re lê cuda û her …

Read More »

Cejna Newrozê ye. Destpêka Nû Salê ye

Cejnê Cejnê Cejnê Xanê rok hat bejnê Cejna Newrozê ye Serê nû salê ye Va dar dipişkivin Çiya dixemilin Bi zer û kesk û sor Bi riçinê wek por Çûk çivîk dixwînin Hêlîna datînin Dil lêdide bijen Xwerist dibe bi ken Mirov dibe rûgeş Jiyan şêrîn û xweş. * * * Cejnê Cejnê Cejnê Xello rok hat bejnê Cejna Newrozê …

Read More »

Newroz – Rojbîn Ozkan

Newroz xewna Ehmedê Xanî Newroz evîna Mem û Zînê Newroz hêstên Feqîyê Teyran Newroz helbestên Mela yê Cizîrê Newroz şoreşa Mistefa Barzanî Newroz artêşa Qazî Muhemmed Newroz şex Seîdê kal Newroz Amed, Dersim, Hewlêr, Qamişlo, Muhabbad û Dihoka rengîn e Newroz çîyayê Ararat, Cudî, Zagroz û Sîbhan e Newroz Sîyamend û Xecê Fehrî û Sitî ye Newroz behra Wanê Firat …

Read More »