Rojîname- 10

Ayeta Rojê

يُؤتِي الْحِكْمَةَ مَن يَشَاء وَمَن يُؤْتَ الْحِكْمَةَ فَقَدْ أُوتِيَ خَيْرًا كَثِيرًا وَمَا يَذَّكَّرُ إِلاَّ أُوْلُواْ الأَلْبَابِ

Xwedê, kê bivê hîkmetê dide wî û ji kê re hîkmet bê dayîn, bi rastî xêreke pir
jê re hatiye dayîn. Ji hişmendan pê ve tu kes jê şîretê wernagire.

Beqere- 269

Hedîsa Rojê

Her evd li ser halê ku mirî ye zînde dibe.

(Muslîm, Cennet, 2878)

Gotina Rojê

Î’lem eyyuhel ezîz! 

Qurana Kerîm, ji bo hemû însanan, rehmet e. Lewra, çawa ku ji bo her însanekî, ji vê alema heqîqî, alemeke wî ya xeyalî ya mexsûsê wî, heye; her wusa, ji bo her kesî jî, Quraneke mexsûsî ya ku li gor meşrebê xwe fêhm û îqtibas kiriye, heye ku ruhê wî însanî terbiye û qelbê wî, tedawî dike.

   Û her wuha, mezîyeteke Quranê jî ev e ku: Her kes, wek hemû ulema û ehlê meşrebê, ji bo hîdayetê û şifayê, dikare ji gelek sûretan, ayetên cuda cuda wergire. Lewra, her ayetek, bi ayetên Quranê yên din re, têkiliyên wê yên zirav û aliyên wê yên hevgirêdayî hene. Di navbera wan de, xerîbî û kovîtî tune ye. Ji ber vê yekê, ayatên ku ji gelek sûretan hatine hildan, di hukmê Quraneke piçûk de ne.

Bedîuzzeman Saîdê Kurdî

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply