Navdarê Kurd: Ibnul Esîr El-Cizîrî (1149 – 1210)

Li Cizîrê hatiye dinyayê. Mezinê birayên Îbnu’l Esîran e. Lawê Ebu’l Kerem Muhemmedê ku ji qebîleya Şeyban e. Perwerdehiya xwe ya ewil li Cizîrê dît. Di sala 1169’an de tevî malbata xwe derbasî Mûsilê dibin. Li Mûsilê, ji alimên mezin ên herêmê dersên nahiv, edebiyat, hedîs, tefsîr û fiqihê girtiye.

Paşê çûye Bexdayê û perwerdehiya xwe li wir domandiye. Entellektueliya xwe xurttir kiriye. Li gel nasnameya xwe ya entellektuelî, wezîfeyên îdarî jî kiriye. Her çiqasî nedixwest jî, di serdema Atabegên Selçûqiyan de, wezîfeyên dîwanê, avakirinê û katibiya sirê jî hildaye ser xwe, heta wezîrtiyê jî bilind bûye. Ji ber ku ev peywir wî ji entellektueliyê dûr dixînin, dev ji hemî wezîfeyên xwe berdide. Wexta xwe hemî li pirtûkxaneya Bexdayê xebitiye û derbas kiriye. Ji bo ku karên xwe bide nasîn çend caran diçe Hîcazê. Rastî dîrokzanê navdar îbnî Halkan tê. Bi nivîskî sê berhem li pey xwe hişt. Li Mûsilê çûye ber rehma Xwedê.

Derbar Çand Name

Check Also

Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min …

Leave a Reply