Talankirina Stranên Kurdî-Maşallah Milazgirî

Ez ê îro li ser talankirina “Stranên Kurdî” bisekinin û fikir û ramanên xwe bînin zimên. Ka gelo ev Stranên Kurdî çawa bûne “Türkçe Şarkılar.” Ev mijareke gelekî balkêş e û dilê mirovan zehf diêşîne.

Gava ku hinek tişt bêxwedî bimînin, ji êrîşên talankeran re dikevine rewşeke guncan. Talanker tên wan tiştên giranbuha û bêxwedî cerd dikin û dikin malên xwe. Mixabin çand, huner, kelepor û wêjeya Kurdan ji bêxwedîtiyê tûşî talankirina talankeran hatiye.Talanker radibin bi xwe dipesinin; dibêjin me xebateke gelek giranbuha kiriye û çanda me çiqas dewlemend e hûn dibînin. Qet tu carî behsa cerdevanî/talankeriya xwe nakin.

Ew bûyerên ku hatine serê ziman, çand, wêje û hunera gelê Kurd, bila neyê serê gurên li çiyayan. Bi her awayî çand, ziman û hunera Kurda bi destên devşîrmeyan hate talankirin. Ev çand û hunera bêhempa devşîrmeyan ji bo berjewendiyên xwe talan kirin. Ev devşîrmeyên ku wêrekiya wan tunebû van stranan bi Zimanê Kurdî bêjin, rabûn van stranên gelekî xweşik, herimandin û wergerandine Zimanê Tirkî. Rûyê xwe reş kirin û xwe di nava gelê Kurd de bêrûmet kirin. Navê wan ê di pelên dîrokê de wek talanker were nivîsandin.

Di Tebaxa sala 1926an de cara yekemîn di berpirsiyariya Gerînendeyê Daru’l Elhanê Yusuf Zîya Begê de li her aliyê welatê Tirkiyeyî seyahat hatine lidarxistin û stran hatine berhevkirin. Rêvebirên wê demê dixwastin çiqas stran hene berhev bikin û teva wergerîne zimanê tirkî. Armanc ew bû ku her tiştî wergerîne zimanê tirkî û kurdan asîmîle bikin.

Di Îlona 1926an de ji heyeta Dar’ul Elhanê ; Rauf Yekta, Duru Turan û Ekrem Besîn ji Edenê dest pê kirin û li gelek cihê Anedolê geriyan, li Riha û Dîlokê jî geriyan 250 stran berhev kirin. Van stranên ku berhev kirin teva tomar kirin.

Di sala 1938an de cara duyemîn di berpirsiyariya Konservatuara Enqerê de ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve seyahat hatine lidarxistin. Ev seyehat, di du mehan de hatine qedandin. Ev xebatin hanê di bin serokatiya Ulvî Cemal Erkîn, alîkarên wî Muzaffer Sarîsozen û Arîf Atîkan de hatine kirin. Muzaffer Sarîsözen bi eslê xwe ji Amedê bû. Di encama seyehatên xwe de; ji Meletî, Amed, Riha, Dîlok, Mereş û Seyhanê 491 stran berhev kirin.

Seyehata sêyemîn di sala 1967an de di berpirsiyariya TRT de tê lidarxistin û 1788 perçe têne berhevkirin.

Di sala 1976a de di berpirsiyariya Wezareta Çandê de gera çaremîn li herêma Rihayê tê lidarxistin. Ji herêma Rihayê 300 heb stran têne berhevkirin. Piştî berhevkirina stranên kurdî ev stran; minanî Devokê Rihayê, Devokê Amedê û Devokê Dîlokê hatine dabeşkirin.

Berhevkirina van stranan karekî gelek bi qîmet be jî, lê bele tiştê herî kirêt ew e ku ev stran wergerandine zimanê tirkî û ew dahilê nav çand û hunera tirkî kirin û karê gotina van stranan jî dane hinek kurdên xwe nenas. Wan mirovan ev stran bi zimanê tirkî gotin.

Li Tirkiyeyî ji salên 1960î vir ve hin kesên kurd, stranên kurdî bi navarokeke din zivirandine zimanê tirkî û bi vî awayî dikin nav pazara mizîka Tirkiyeyê. Gelek kilam û stranên tirkî, bi melodî û ahenga stranên zimanê kurdî yên gelêrî hatine gotin. Ev bûne malê ziman, çand û wêjeya tirkî. Lê belê îro ev rûreşiya wan derketiye holê, tu qîmeta van xebatên wan nemane û dawiya vir, derew û cerdiya/talankeriya wan derketiye holê. Em tev jî van kesan nas dikin û ne hewceye ku em navên van kesan bidin. Jixwe gelê me van kesan baş nas dikin.

Stranên kurdî yên ku melodî, muzîk û naveroka wan wergerandine zimanê tirkî hinek ji wan ev in:

1-Kurdin Gelînî -Türkün Gelini

2-De Lorî -Şey Yani

3-Mûmik- Bir Mumdur İki Mumdur

4-Henê Bînin Li Teyştê Kin-Kınayı Getir Anı

5-Di Dinê De Sê Tişt Hene-Bu Dünyada Üç Şey Vardır

6-Lewo Destên Min Berde-Makaram Sarı Bağlar

7-Lê Dotmam-Ben Yetim

8-Pêşmerge-Zurnaci İbo Dayı

9-Canê Canê-Caney Caney

10-Ez Kevok im-Hele Yar Zalim Yar

11-Leyla-Leyla

12-Lê Nazê-Nazı

13-Lê Xanimê-Le Hanım

14-Lûrke Lûrke-Lorke Lorke

15-Cotkar-Beyaz Gül Kırmızı Gül

16-Zara-Öleyim

17-Xanê û Xwedêda-Ben Anayım-Ben Babayım

18-Çawîş Xana Leyla-Çavuş Kızı Leyla

19-Lo Berde-Makaram Sarı Bağlar

20-Lûrke Lûrke-Diyarbakır Güzel Bağlar

21-Sînemê-Zap Suyu

22-Esmera Min-Kibar Yarim Esmerim

23-Edlê Yaman-Ay Akşamdan Işıktır

24-Por Zerîn-Toycular

Piştî van talanan, Birêz Şivan PERWER di heqên wan dozê vedike. Niha jî hinek dozên wî didomin. Lê belê di sala 2011an de dozek ya ji ber dizî û talanê encam dide. Hunermenda ku strana De Lorî ya ku bêyî destura wi wergerandibû Tirkî û bi navê Şey Yanî derxistibû, hate mehkumkirin. Mehkemeyê doz vekirina Şivan di cih de dîtibû. Jiber vê yekê stranbêj mehkumê dayina tazmînatê bû. Ev qerar di rojnameyên Tirkiyeyê de hate weşandin.

Ew stranên ku me li jorê navên wan dane, ne ew tenê hatine talankirin. Gelek nirxên ku malê kurdanên hatine talankirin û ku kirine malên çand û hunera tirkan û zimanên wan. Bela ku çand û hunera kurdan bêxwedî ma ew hate talankirin. Divê em li çand, huner û wêjeya kurdan xwedî derkevin û li her deverî wan biparêzin.

Çand, huner û wêje

Stranên xwe tu bêje

Kurdî gelekî bi çêj e

Xem û derdan biavêje

                             Stran dîroka Kurdan in

                             Serpêhatiyên mêran in

                             Ew sirûdên şêran in

                             Hêlînên evîndaran in

Nîşe: Ji bo zanineke berfirehtir, hûn dikarin serî li Gotara Abdulkerim Bülbül a bi navê “Kürtçe Şarkılar Nasıl Türkçe Oldu” û pirtûka Abdullah Încekan a bi navê “Şivan Perwer Efsaneya Zindî” bixin. Min di vê xebata xwe de gelek sûd ji van herdu camêran wergirt. Ji bo ked û xebata man mala wan ava be.

Maşallah Milazgirî

Derbar ziman

Check Also

Dêw: Taybetî û Tezahurên wan

Dêw di Avestayê da weku “Daeva” û di Hindiya Kevin da “Deva” hatiye binavkirin û …

Leave a Reply