Bêrîkirin ax çiqas
Dil dişewitîne
Çiqas çav tijî hesîr dike
Ax çiqas jî dikare
Dil binalîne
Bêrîkirin ax çiqas
Xemgînî dide mirov
Çiqas hêvî dişkîne
Ax çiqas jî dikare
Hezkirinê zêde bike
Bêrîkirin ax çiqas
Çav li rê dihêle
Çiqas sebrê zêde dike
Ax çiqas jî dikare
Mirov li bendê bihêle
Bêrîkirin ax çiqas
Mirov dide zehmetê
Çiqas şewqa bawerî yê zêde dike
Ax çiqas jî dikare
Agirê di dilda gur bike
Morî Xanim