Qertalê Kurdistanê YADO

Yado (Yadîn Paşa / Yadîn Mahmûd Ebas) lehengekî (Qahramanekî) kurd e. Ew beşdarê serîhildana Şêx Seîdê nemir bûbû. Qumandarê enîya -cepha- Xarpêtê bû. Di bin fermandariya wî û Şêx Şerîf  de, hêzên çekdar ên serhildanê avêtin ser bajarê Xarpêtê û bajar ji destê dagirkerên tirk rizgar kirin.

Nav û dengê Yado, mêrxasiya wî li Kurdistanê belav bûbû. Mêrxasî û qahramaniya wî deng dabû. Ew ketibû nav dilê kurdan û hêj jî di dilê welatparêzên kurd de dijî.

Di hemû serîhildanên kurdan de, gelek kesan bi mêrxasiya xwe, bi şer û tevgerên xwe ketin nav dîroka kurd û Kurdistanê. Mêrxas, egîd û qahramanên gelê kurd, divê neyên jibîrkirin. Ew ne tenê di nav rûpelên dîrokê de, herweha divê di nav edebiyata kurdî de jî cihê xwe bigrin.

Gelên cîhanê, nivîskarên wan li ser lehengên xwe bi dehan, bi sedan pirtûk nivîsîne. Ji pirtûkên lêkolînî ta berhemên edebî, çîrok, roman, şano û helbest li ser lehengên xwe nivîsîne. Lê, sedmixabin ku nivîskarên kurd di vê hêlê de qels mane.

Mêrxas û lehengên kurd di edebiyata kurdî a devkî de hatine jiyandin. Di edebiyata devkî de, li ser van mêrxas û lehengan gelek vegotin û çîrok hatine gotin. Dengbêjên kurd wan di kilam û stranên xwe de dane jiyandin. Gelek kilamên xweş ji alî dengbêjan ve -ji bo bîranîna wan – hatine strandin.

Hinek şexsiyetên ku di serîhildanên kurdan de, nav û deng dane, jiyan û têkoşîna wan, şer û mêrxasiyên wan bi serê xwe dibin babeta çîrok û romanan. Bi min, divê nivîskarên kurd, hem yên lêkolîner û hem yên helbestvan, çîroknivîs û romannivîs li ser wan berhem biafrînin.

Min li ser kuştina jina Yado (ku ji alî leşkerên dagirkerên tirk ve çawa hatibû kuştin) bi şêweyeke edebî, çîrokek nivîsî. (Ev çîrok di pirtûka min a bi navê “Evîn û Jiyan” de hate weşandin.) Ev çîrok ji alî xwendevanên kurd ve gelek hate ecibandin. Romana min a li ser katibê Şêx Seîdê nemir (ku navê wê “Fîlozof” e. Fîlozof /Katibê Şêx Seîd. Ev pirtûk tenê li Stockholm/Swêdê hate weşandin. Li welat hêj nehatiye weşandin.) Ev pirtûk jî ji alî xwendevanan ve hat ecibandin û di masmedia kurdan de di derbarê pirtûkê de gelek nivîsên danasîn û analîzê derketin. Du weşanxane û sê wergêrên kurd gotin; “Em wê wergerînin tirkî û biweşînin.” Min got na; “heta ez kurdiya wê li welat neweşînim ez wergêra wê a tirkî naweşînim.”

Ez dema pê hesiyam ku li ser Yado bi almanî pirtûkek hatiye weşandin û ew pirtûk ji alî Kamuran Alî Bedirxan ve hatiye nivîsîn, gelek keyfa min hat. Ez li pey pirtûkê ketim ku pirtûkê peyda bikim û bidim wergêrekî kurd ku ji almanî wergerîne kurdî û ez jî di nav weşanên Helwest’ê de biweşînim. Navê pirtûkê bi almanî “Der Adler des Kurdistans – Qertalê Kurdistanê*” ye.

Bêtalihî û qelsiya me kurdan di hêla wergerê de jî xwe dide nîşandan. Em kurd di hêla wergerê de qels in. Di nav kurdan de wergêrên baş, jîr, anku kêrhatîyê karê xwe bin, pir hindik in. Hinek wergêr hene, ew jî berheman ji zimanê yekem ê orîjînal wernagerînin, ji zimanê duyem werdigerînin. Di wergerê de jî a girîng ji zimanê yekem ê orîjînal wergerandin e. Di gel vê pirtûka li ser Yado, hinek pirtûkên din jî hebûn ku li ser kurdan bûn, min dixwest bidim wergerandin û bi kurdî biweşînim. Lê, çi heyf ez bi serneketim, min wergêrekî ku ji almanî wergerîne kurdî nedît.

Piştê demekî, weşanên “Mezopotamya” (ku ev weşanxana kurdan li Almanyayê ye û pirtûkên ku weşandiye ji sedî nodûpênc %95 bi tirkî ne) vê pirtûka li ser Yado ji almanî wergerandin tirkî û weşandin. Pirtûk dema bi tirkî derket, min pirtûk kirî û xwend. Paşê jî pirtûk dîsa bi wergêra tirkî li Stenbolê di nav weşanên “Avesta” de derket.

Niha, ez ê vê pirtûkê bi xwendevanên kurd bidim danasînê. Bi min, divê her kurdê ku bi tirkî zane vê pirtûkê bixwîne. Ev pirtûk divê bi kurdî jî bê wergerandin û weşandin.

Navê pirtûkê bi tirkî “Kurdîstan Kartalî” ye. Pirtûk 114 rûpel e. Di nav weşanên “Mezopotamya”, li Almanya’yê derketiye. Wergêrê pirtûkê Îlhan Kaplan e. Pirtûk bi şêweya vegotin û romanê hatiye nivîsîn. Nivîskarê pirtûkê ne tenê Kamuran Alî Bedirxan e. Di gel wî navê Herbert Oertel ê almanî jî heye. Lê, nizanim çima weşanxanê navê ê alman li ser pirtûkê nenivîsiye. Di derbarê ê alman de tu agahdarî jî tune. Bi min, divê navê ê alman jî li ser berga pirtûkê bihatana nivîsîn.

Kamuran Alî Bedirxan û nivîskarê alman Herbert Oertel vê pirtûkê di sala 1937an de bi almanî nivîsîne û weşandine. Wan di vê pirtûkê de, di şexsiyeta Yado de, têkoşîna azadîxwazên kurd anine zimên. (Kamuran Alî Bedirxan çima vê pirtûkê bi kurdî nenivîsiye? Ev jî nediyar e).

Navê Yado ê esil Yadîn Mahmûd Ebas e. Yado beşdarê serîhildana Şêx Seîdê nemir bû. Piştê têkçûna serîhildanê, ew derbasê binxetê -Suriyê-bû. Di sala 1927an de vegeriya Kurdistana bakur û dest bi şerê çekdarî kir. Ew di eynê salê de, li nêzîkê Dara Hênê -Genc- ji alî çeteyên xaîn ê kurd ve hate kuştin, şehîd ket.

Amê Faro axayê eşîra Botiyan bû. Sê gundên wan hebû. Ev hersê gund hêj jî hene. Navê wan gundan “Botiyan” , “Mistan” û “Murtezan” e. Hersê gund berê girêdayê navça Licê bûn, paşê bi navça Dara Hênê -Genc- ve hatin girêdan. Aşîra Amê Faro bi giştî beşdarê serîhildana Şêx Seîdê nemir bûn. Di avêtina ser bajarê Amedê de vê eşîrê rolek girîng leyist. Şêst çekdarên ji vê eşîrê li ber kanîya şêr şehîd ketin. Ev kanî di nav bajarê Amedê de ye.

Paşê ji eşîra Amê Faro (Navê wî Amerê Faro bû, lê di nav xelkê de jê re Amê Faro digotin.) hinek bûn çeteyê hukmata Kemalîst a tirk û bi serhildêrên welatparêz ên kurd re şer kirin. Ew çeteyên hukmata tirk jî wek “Koy Koruyucusu – Parêzgerên gundan –” ên dema niha bûn. Hukmata dagirker a tirk çek û sîleh dabû wan û wan li dij serhildêrên kurd bi kar dianîyan.

Ez dixwazim behsa şaşiyeke wergêr Îlhan Kaplan jî bikim. Wî bi sernavê “Gotina Dawî” hinek tişt rave kirine û bal kişandiye ser hinek şaşiyên ku di pirtûkê de cih girtine. Ev tiştekî baş e. Lewra di pirtûkê de gelek şaşiyên dîrokî hene û di pirtûkê de tê gotin ku Yado beşdarê serîhildana Agrî bûye û li wir hatiye kuştin. Ev ji xwe ne rast e.

Lê, wergêr dibêje ku “di pirtûkê de hatiye gotin Yado bajarê Muşê rizgar kiriye û hinek dibêjin Yado Elazîzê jî rizgar kiriye, ev babeta mineqeşê ye. Ev -rizgarkirina- Elazîzê nehatiye ronîkirin.”

Bajarê Muşê jî û Elazîz jî di serîhildana Şêx Seîdê nemir de hatibûn rizgarkirin. Cepha -enîya- Xarpûtê -Elazîzê- di bin qumandariya Yado û Şêx Şerîf de bû. Elazîz ji alî çekdarên kurd ve hate rizgarkirin. Ev wek ku wergêr dibêje “babeta minaqeşê” nîn e, rastiyekê dîrokî ye û di nav gelek belge û dokumentan de cih girtiye.

Nivîskarê pirtûkê Kamuran Alî Bedirxan pêşgotinek gelek baş nivîsiye. Ew dibêje: “Romantîzm di Kurdistanê de wek gula şîn vekiriye. Werin em bi hevre li çiyayên Kurdistanê, di siya çiyayê Agrî, li ber gola Wanê lê bigerin. Em ê bibînin ku romantîzm ji dema ku cîhan hatiye xulqandin ta îro di welatê kurdan de neçilmisiye, reng nedaye, zirav û nazîk, bi hêrs û şîn çirisiyaye.”

Nivîskar û rewşenbîrê gelê kurd ê bi qîmet û rûmet Kamuran Alî Bedirxan pirtûkê beş bi beş nivîsiye û ji bo her beşê sernavek nivîsiye. Sernavê beşa yekem: “Gava Pêşîn” e. Lehengê romanê xortekî kurd ê nozdeh salî ye. Di navçê de xeberek digere, dibêjin ku hêzên çekdar di bin qumandariya Yado de avêtine ser filan navçeyê, leşkerên dewleta tirk têk birine û gelek çek û çepilxane bi dest xistine.

Apê xortê lehengê romanê tê mala wan û ji birarzê xwe re behsa mêrxasiya Yado dike. Apê wî kurdekî welatperwer e. Ew ji birarzê xwe re behsa doza netewa kurd û pêwistiya têkoşîna li dij dagirkeran dike. Birarz jî dixwaze ku biçe beşdarê nav çekdaran bibe, ew jî li dij dagirkeriyê ji bo rizgariya Kurdistanê şer bike.

Yê xort ji apê xwe re dibêje ku: “ew ji bo wezîfe girtinê amade ye.” Apê wî jî dibêje: “Birayê Yado di çalakiyekî de birîndar bûye. Tu bi doktor re here, birîna wî derman bikin.” Apê wî doktor eyar dike ku biçe cem birayê Yado ê birîndar. Yê xort û doktor diçin goma -zon- a ku birayê Yado li wir e. Birîna birayê Yado giran e. Ew bi wî halê xwe ê birîndar ji wan re behsa çalakiya xwe û mêrxasiya Yado dike û dimre.

Beşa duyem, sernavê wê “Guhertin” e. Di vê beşê de, piştê ku birayê Yado dimre, yê xort jiyana xwe ya bajarvaniyê tîne ber çavên xwe û ji xwe re difikire ku, ji gelê xwe re, çand û zimanê xwe re çiqas bûye biyan. Ew dirame û gotinên yekî helbestvan ê tirk tê bîra wî. Yê xort bi tirkî helbest nivîsiye û daye helbestvanê tirk ku ew bixwîne û binirxîne. Yê tirk jî jê re gotiye: “Zimanê me wisa bi tesîr -bandor- e ku bi kurdekî wek te bi girur jî helbest daye nivîsîn.” Yê xort gelek tişt difikire û di ruhiyeta wî de, guherîn çê dibe. Hestên kurdayetiyê di dilê wî de cih digre.

Beşa sê, sernavê wê “Piştê ceribandinê” ye. Di vê beşê de, em fêr dibin ku mala ê xort -navê wî hêj jî diyar nîn e- li navça Savurê ye. Apê wî bi yekî re nameyek dişîne û wî dawetê qesrê dike. Ew xort bi wî zilamî re diçe qesra apê xwe. Di nav baxçe de koşkek sê qat ê apê wî ye. Li qesrê gelek xulam û qewraş hene ku dixebitin.

Xulamek xeberê dide apê wî xortî ku waye birarzê wî hatiye. Apê wî xêrhatin lê dike û wî bi mêvanên xwe dide nasandin, dibêje: “Ev birarzê min Remo ye.” Li vir, êdî em fêr dibin ku navê lehengê romanê Remo ye.

Apê Remo ziyafet dide wî û mêvanên xwe. Nivîskar sifra ziyafetê bi teferuat qal dike û wisa taswîr dike ku tehm û lezeta xwarinê av ji devê mirov dibe. Nivîskar di vir de, di esasê xwe de mêvanperwerî û comerdiya kurdan dide nîşandan. Ew bi teferuat behsa fêkî û zebeşên Kurdistanê dike. Piştê xwarinê, çay û qahwe vedixwin û hinek zilam bi hevre satranc dilîzin. Paşê jî, du dengbêjên kurd tên kilam dibêjin. Nivîskar di vê beşê de adet û tradisyonên kurdan ên sosyal-civakî- radixe ber çavan.

Sernavê beşa çaran jî “Xurşîd” e. (Bi tirkî bûye Hurşîd) Di vê beşê de varyanteke çîroka Siyabend û Xecê jî tê qalkirin. Lehengê romanê Remo, li koşka apê xwe radize. Serê sibê radibe, xurîniya xwe dike. Çar mêvanên apê wî hatine qesrê. Apê wî bi mêvanên xwe re dipeyive û pêdiviya ku alîkariya serhildana kurdan bikin, tîne zimên.

Xurşîd navê xortekî ku li qesrê dimînê ye. Remo û Xurşîd bi hevre dibin dost, sohbet dikin. Apê wî bi Xurşîd pir bawer e. Sê xortên ciwan jî tên qesrê. Ev hersî ciwan milîtan û propagandîstên tevgera netewa kurd in. Ev hersê xort gund bi gund, herem bi herem geriyane û propaganda serhildanê kirine.

Xurşîd û Remo jî beşdarê kar û xebata siyasî a ji bo alîkariya serhildanê dibin. Ew herdu diçin navçê û têkilî bi gelek kesan re datînin. Remo, Xurşîd û sê kesên din, çek hildigrin û beşdarê nav hêza çekdarên serhildanê dibin.

Di heremek de, berpirsiyarekî serhildanê nameyek dide Xurşîd û hevalên wî ku bibin bidin Yado. Xurşîd ji hevalên xwe re dibêje: “Ev nameyeke girîng e. Heger di rê de şer derkeve û ez bêm kuştin, divê ev name nekeve destê dijmin.”

Xurşîd û hevalên xwe dikevin rê. Şev û rojek bi rê de diçin û tên ber gundekî. Li pêşiya wan deştek heye. Ew dixwazin bi şev di deştê de derbas bibin. Ew diçin gund, dibin mêvanê malbateke gundî. Xwediyê malê dibêje: “Hûn di xeterê de ne. Heger hûn bixwazin li gund bimînin, divê hûn pir dîqet bikin. Di gund de çil leşkerên tirk di mala Simko Axa de dimînin.”

Xurşîd û hevalên xwe di mala mêrikê gundî de dimînin û planekî çêdikin ku bavêjin ser mala Simko Axa û leşkeran bikujin. Ew nanê xwe dixwin, îstirehet dikin û di nîvê şevê de ji malê derdikevin û ber bi mala Simko Axa ve diçin. Gundiyê ku wan kiribû mêvan li pey wan dikeve û nahêle ku ew li nav gund çalakî pêk bînin û askeran bikujin. Yê gundî ji wan re dibêje: “Heger hûn wan li nav gund bikujin, ew ê artêşa wan bên gund xirab bikin, bişewitînin û gundiyan bi zarûzîçan ve bikujin.”

Xurşîd û hevalên xwe li nav gund çalakî nakin, diçin riya saetekî dûrê gund li pêşiya askerên tirk kemî -pusu- datînin. Asker tên, ew davêjin pêşiya wan û hemû askeran dîl -êsîr – digrin. Çek û cepilxanê wan ji wan distînin, li hesp û qantiran bar dikin û bi xwe re dibin. Ew, askeran nakujin, wan azad dikin, serbest berdidin.

Xurşîd û herçar hevalên xwe bi keyf in. Wan di gel nameyê, çek û cepilxane jî bi xwe re birine ku bidin Yado. Ew çend saet di rê de diçin, leşkerên tirk bi beza hespan dikevin pey wan, li pey wan tên û di nav asker û çekdarên kurd de şer derdikeve. Xurşîd û hevalekî wî şehîd dikevin. Dema Xurşîd hêj birîndar e, nameyê dide Remo ku bigişîne Yado.

Hersê hevalên Xurşîd hinek jî şer dikin, gundî tên alîkariya wan, gelek asker tên kuştin, yên din jî direvin, diçin. Gundî, Remo û herdu hevalên wî xilas dikin û dibin gund, nan, xwarin didin wan. Di nav gundiyên çekdar de jinek çekdar heye. Navê wê: “Pîreşad” e. Hemû gundî ji vê jinê re rêz û hurmet nîşan didin. Pîreşad ji Remo û hevalên wî re behsa serpêhatiya xwe û qumandarekî leşkerî ê tirk dike.

Qumandarekî tirk bi hinek leşkeran ve tê gund û dibe mêvanê mala Pîreşadê. Mêrê Pîreşadê li mal nîn e, çûye nêçîrê. Pîreşad mêvanan diezibîne. Nan, xwarin dide wan. Jinên kurd mêvanperwer in. Dema mêvanekî wan bê, mêrê wan hazir nebe jî, ew ji mêvanê xwe re azet û îkram dikin, wan diezibînin. Pîreşad xwarinê dide mêvanan û di oda mêvanan de ji wan re livîn radixe ku razin. Mêvan di odeyek de, Pîreşad jî di odeyek din de radizin. Bişev qumandarê tirk tê li deriyê odeya wê dixe, ew derî vedike. Pîreşad dibêje qey gelo yek nexweş e, an tiştek lazime, loma derî vedike. Qumandar dest davêje pê û dixwaze pê xirabî bike. Pîreşad di berxwe dide û bi alîkariya xulam û qewraşan qumandar û askerên wî dîl digrin û dibin di darîstanê de bi daran ve girê didin. Mêrê wê ji nêçîrê tê, ew meselê ji mêrê xwe re qal dike. Mêrê wê, ji qumandarê tirk re dibêje: “Ma tu şerm nakî. Ji mêvanperweriya jina min re, mirov wisa dike. Girêdana te ya bi darê ve heşê te aniye serê te. Ez hêvîdarim ji niha û pêve tuyê qîmet bidî mêvanperweriya kurdan. Dua bike ku ez te serbest berdidim.”

Qumandar û leşkeran serbest berdidin, lê piştê çend rojan, mêrê Pîreşadê diçe navçê, qumandarê tirk wî digre û davêje zindanê. Pîreşad jî çek hildigre û bi gelek gundîyan ve derdikeve çiya.

Pîreşad çend zilamên xwe jî bi Remo û hevalên wî re dişîne ku ji wan re rêberî bikin, biçin bigîşin cihê xwe. Rêwîtiya wan dûr û dirêj dajo. Berf dibare, di rê de gelek zehmetî dikşînin. Lê, dawî xwe digîşînin cem Yado.

Di beşa sernavê “Yado” de nivîskar gelek bi teferuat behsa mêrxasî û şexsiyeta Yado dike. Keyfa Yado tê ku Remo û hevalên xwe name û çek gihaştine pê. Karargeha Yado di mixarek de ye. Yado bi henek ji Remo re dibêje: “Ev mala min nîn e, lê qesra min e. Li vir berê cihê herçê bû, min wê qewirand. Yê ku ji çiyan tên yên rezan diqewirînin.”

Di beşa sernavê “Dîlan Destpêdike” de jî, behsa amadekirina serhildanekî mezin têt kirin. Yado û hevalên xwe rewşê dinirxînin. Artêşa dagirker a tirk 30 hezar leşker kirine heremê. Çekdarên kurd hindik in, 3 hezar in. Yado ji bo kurdan bangekî derdixe. Ew banga wî li gund û navçeyên Kurdistanê tê belavkirin.

Yado hinek ewraq û dokumentên nivîskî dide Remo. Ev dokument gelek balkêş in. Ez -ji bo ku nivîs dirêj bû- di vê nivîsê de behsa naveroka van dokumentên nivîskî nakim, lê divê her kurdê welatparêz vê pirtûkê bixwîne. Wek mînak; di destpêka dokumenteke nivîskî de weha tê gotin: “Heqê tu hêzekî biyanî tune ku Kurdistanê îdare bike.” Anku li Kurdistanê desthilatdar be.

Yado di banga ku ji gelê kurd re kiriye de gelek gotinên girîng dibêje. Bang dirêj e, ez tenê hevokek binivîsim: “Kurd ji bo jiyaneke azad bê rawestandin têkoşiyane. Wan ji bo heqê xwe ê însanî û netewî şer kirine. Hetanî ku daxwaza serxwebûn û azadiyê di dilê yek kurdekî de jî hebe, dê li van çiyayan ala azadiyê bilind be.”

Di pirtûkê de pênc beşên din jî hene. Sernavê van beşan; “Di bajareke azad ê Kurdistanê de” , “Ber bi biryarê ve“ , “Xiyaneta Tello” , “Diya Atman”  û “Stranek nû” ne. Ji bo ku nivîs gelek dirêj bû, min behsa naveroka van pênc beşan nekir.

Xwendevanên ku naveroka van pênc beşan meraq dikin, divê pirtûkê bikirin û bi temamî bixwînin. Bi hêviya ku ev pirtûka hêja li kurdî were wergerandin û weşandin.

 

Lokman Polat

*Têbinî – Qertal bi kurdî ye- tirkan vê peyvê ji kurdan girtiye. Ji bo ku di alfabeya wan de tîpa Q tune k bikartînin û peyva Qertal kirine kartal.  Şahîn jî peyveke kurdî ye. Kurd jî bo Şahîn wek synonîma/hevmaneya peyvê peyva baz jî bikar tînin. Tirka peyva Şahîn jî ji kurdî girtine.

Derbar ziman

Check Also

Pirtûka Însan Bi Çi Dijî û Mamoste Medenî

Bi rastî  heger hûn bibêjin bé ma di wêjeya cîhanê de nivîskarê mezintirin kî ye? …

Şiroveyek

  1. Min ew xwand ya rastî ji bo min xweş hat, min pirtûk pir meraq kir. Ezê li Wanê an Stembolê çawa wê pirtûkê peydabikim?

Leave a Reply