Menzûmaya ‘Enber Der Heqê Usûla Hedîsên Pêxember

دست پێ دکم بناڤێ یزدانێ متعال *** صلات لسر رسولێ وى و جميعێ آل

Dest pê dikim bi navê Yezdanê Mute’al

Selat li ser Resûlê wî û cemî’ê âl

Îzah: Ez bi navê wî Yezdanê ku zaf mezin û şana wî gelek bilind e dest bi nivîsa vê eserê dikim û li ser Resûlê Xwedê û cemî’ê ehlîbeyta wî jî selat û selaman dibêjim.

 

هكه بخوازى ژ حديثان خبردارى *** دڤێتن زانبی ژ اصول آگاهداری

Heke bixwazî ji hedîsan xeberdarî

Divêtin zanibî ji usûl agahdarî

Îzah: Eger tu bixwazî ji hedîsan bivî xeberdar û di derheqê wan de me’lûmat hîn bikî lazim e tu ‘îlmê Usûla Hedîs hîn bibî.

حدیث د اصطلاح دا گوتنا نبییه *** ژ خينێ وێ فعل و تصديق كرنا وييه

Hedîs di istilah de gotina Nebî ye

Ji xeynê wê fê’l û tesdîq kirina wî ye

Îzah: Di istilahê de me’na Hedîsê ev e: Gotin û kiryar û tesdîqên (erêkirin) pêxember. Lewra tiştên ku pêxember (sxl) dibêje çewa hedîs in, ew tiştên ku dike û wan tiştên ku eshabê kîram li cem Resûlê Xwedê dike û Resûlê Xwedê jî dengê xwe nake ye’nî îqrar dike herwiha ew jî Hedîs tên jimartin.

اگر اصحابک گوتنکی گوت یان کر فعلک *** اۆ نبی اقرار کر؛ اڤ تصديقه چاڤ بلک

Eger eshâbek gotinkî got yan kir fê’lek

Û nebî îqrar kir; ev tesdîq e çav belek

Îzah: Eger sehabîyek gotinkî bêje yan jî fi’êlek bike û nebî jî îqrar (qebûl) bike navê vî tiştî “tesdîq” e ey feqîyê çav belek.

متواتر اوە کو روایت بو بێ شک *** ژ قومكى كو ڤر ژ وان محاله گلک

Mutewatir ewe ku riwayet bû bêşek

Ji qewmekî ku vir ji wan muhal e gelek

Îzah: Eger qewmekî ku vir kirin di derheqê wan de ne mumkin e hedîsekî rîwayet bike û di sihheta hedîsê de jî tu şek û şupe tunebe ev hedîs navê wê Mutewatir e.

هكه شرطێن متواتر کو نین جڤاندن *** بآحاد و خبر واحد تێ ناڤاندن

Heke şertên mitewatir neyn civandin

Bi Ahad û Xeberê Wahid tê navandin

Îzah: Eger di hedîsê da şertên mutewatir ku ne tam bin navê wê hedîsê Ahad û Xeberê Wahid e.

حدیث غريبه هكه راوييك تنێ بت *** مرسله بزان؛ گر صحابيک ساقط بت

Hedîs Xerîb e heke rawîyek tenê bit

Mursel e bizan; ger sehabîyek saqit bit

Îzah: Di hedîsê da eger rawîyek tenê hebe navê wê hedîsê Xerîb e.

Di silsîla (zincîra) hedîsê da eger navê sehabe tenêbe, ye’nî eger yek ji tabi’îna hedîsê rast ji pêxember rîwayet kiribe û di navbera tabi’î û pêxember da sehabe tunebe ev hedîs Mursel e.

صحيح نقلا حديثێیه حتا داوییێ *** ژ راوييێن عدل و ضابط ظدێ شاشییێ

Sehîh neqla hedîsê ye heta dawîyê

Ji rawîyên ‘edl û zabit ziddê şaşîyê

Îzah: Hedîsa ji rawîyê dawî heta pêxember ji terefê rawîyên ku ‘adil û zabit (kesên ku hifza/ezbera wan gelek baş e) hatibe rîwayet kirin navê wê Sehîh e.

راويیێن حديثا حسن ضبط و عادلن *** لێ وکا ضبط و عدلا صحيح نه كاملن

Rawîyên hedîsa hesen zebt û ‘adil in

Lê weka zebt û ‘edla sehîh ne kamil in

Îzah: Eger rawî ku zabit (hifzqewet) û ‘adil bin hedîs Hesen e, lê zebt (hifz) û ‘edaleta hedîsa Sehîh ji ya Hesen baştir û kamiltir e.

روايتك ظد تونه به حديث محكمه *** اگر هبه؛ مختلفه او، نه محكمه

Rîwayetek zid tune be hedîs Muhkem e

Eger hebe: Muxtelîf e ew, ne muhkem e

Îzah: Ew hedîsa ku rîwayet bûye di ziddê wê hedîsek nehatibe rîwayet kirin navê wê Muhkem e, lê belê eger ku di ziddê wê rîwayetek hebe ew hedîs Muxtelîf e û hukmê wê qet’î nîne.

حكمكى نو كو حكمێ كم راكه ناسخه *** او حكمێ کو هاتییه راکرن منسوخه

Hukmekî nû ku hukmê kem rake Nasix e

Ew hukmê ku hatîye rakirin Mensûx e

Îzah: Hukmekî nû eger hukmê kem rake ew hedîs Nasix e, hukmê ku hatîye rakirin jê ra dibên mensûx; yenî tiştê ku hûkmê wê nesx buye. (Hukmê hedîse ku were rakirin Mensûx e)

کو شرطێن حدیثا صحيح و حسن كێم بن *** صفتێن وێ کێمن و ضعيفه، زانبن

Ku şertên hedîsa Sehîh û Hesen kêm bin

Sifetên wê kêm in û ze’îf e, zanibin

Îzah: Di hedîsekî da ku şertên hedîsa Sehîh û Hesen kêm bin wê çaxê sifetên ku hedîs ji Sehîh û Hesen were jimartin jî kêm in û bizanin ku ew hedîs Ze’îf (De’îf) e.

ژ اسنادێ روایتک یان زێدەتر کێم به *** ناڤێ وێ معلقه ڤییا باش زانبه

Ji îsnadê rîwayetek yan zêdetir kêm be

Navê wê Mu’elleq e, vîya baş zanibe

Îzah: Di îsnada hedîsê da ku rîwayetek yan jî jê zêdetir ku kêm be navê wê hedîsê Mu’elleq e baş bizane.

کو تابعی ژ پێخمبر روایت بکه *** او اصحاب ذكر نكه اڤ مرسله هین بکه

Ku tabi’î ji pêxember rîwayet bike

Û eshab zikr neke ev Mursel e, hîn bike

Îzah: Di sîlsîla hedîsê da ku eshab nehatibe zikir kirin ye’nî ku tabi’î rast ji pêxember rîwayet bike û di navbera xwe û pêxember da sehabî zikr neke wê çaxê ev hedîs Mursel e.

منقطع اڤه کو راوییک یان چند راوی *** ساقط به ژ قسمێ سندا پشت صحابى

Munqeti’ eve ku rawîyek yan çend rawî

Saqit be ji qismê seneda pişt sehabî

Îzah: Rawîyek yan çend rawî ku ji seneda pişt sehabî saqit be ye’nî kêm be navê hedîsê Munqeti’ e.

گر راوی ترک که ناڤێ شیخێ حدیثا خو *** روايت كه ژ برژۆر؛ مدلسه نخو

Ger rawî terk ke navê şêxê hedîsa xwu

Rîwayet ke ji berjor; Mudelles e nexwu

Îzah: Eger rawî di hedîsa ku rîwayet kirîye navê şêxê hedîsê (muheddîsê ku jê hedîs rîwayet dikin) xwe terk ke û jê berjortir rîwayet bike wê çaxê hedîs Mudelles e.

اگر حدیث روايت بڤه بـ عن و أن *** تێ ناڤاندن بـ معنعن و مؤنأن

Eger hedîs rîwayet bive bi ‘en û en

Tê navandin bi mu’en’en û muenen

Îzah: Hedîsa ku bi lefzê ‘en (عن) rîwayet bive navê wê Mu’en’en e û ya ku bi lefzê en (أن) rîwayet bive navê wê Muenen e.

شخسك گۆتنکی بێژه لسر ناڤێ نبی *** ناڤێ وێ موضوعه اى برا، هاى ژ خوه هبى

Şexsek gotinkî bêje li ser navê nebî

Navê wê Mewdû’ e ey bira, hay ji xwe hebî

Îzah: Eger şexsek li ser navê pêxember gotinkî bêje li gorî ‘îlmê usûla hedîsê ji wê gotina ku di navbeyna milletê da bi navê hedîsê meşhûr bûye jê ra tê gotin Mewdû’.

تهمتا ڤرێ لسر راوی به متروکه *** راوى كو ظدێ ثقه به منكره، هينكه

Tohmeta virê li ser rawî be Metrûk e

Rawî ku ziddê siqe be Munker e, hînke

Îzah: Eger li ser rawî tometa virê hebe hedîs Metrûk e û rawî ku ne sîqe be hedîs Munker e, vê me’lûmatê hîn bike.

ثقه كو روايت كه ظدێ یێ ثقەتر *** حديث محفوظه لێ شاظ تێ ناسکرن بێتر

Sîqe ku rîwayet ke ziddê yê sîqetir

Hedîs Mehfûz e lê Şaz tê nas kirin bêtir

Îzah: Eger rawîyek sîqe (pêbawer, ewlemend) ku ji rawîyê yê ku ji sîqetir e hedîs rîwayet bike navê hedîsê Mehfûz e lê bêtir bi navê Şaz tê nas kirin.

معلله كو د سند دا هبه قصور *** علاوه‌یا د سند دا مدرجه ای نور

Mu’ellel e ku di sened da hebe qisûr

‘Îlaweya di sened da Mudrec e ey nûr

Îzah: Di seneda hedîsê da ku qisûr hebe Mu’ellel e û di sened ku ‘îlawe kirin hebe hedîs Mudrec e ey feqîye nûra çavan!

اگر لفظك تبديل ببه بلفظكى دن *** حديث مقلوبه و دو قسمه باش ظانبن

Eger lefzek tebdîl bibe bi lefzekî din

Hedîs Meqlûb e û du qism e baş zanibin

Îzah: Eger lefzê hedîsê bi lefzekî din tebdîl bive wê çaxê hedîs Meqlûb e û du qism e:

صحفى اگر حديثێ غلط نقل بكه *** مصحّفه ناڤێ حديثێ ڤێ خوەش حفظ بكه

Sehefî eger hedîsê xelet neql bike

Musehhef e navê hedîsê vê xweş hifz bike

Îzah: Sehefî (yê ku hedîsê xelet neql dike) eger hedîsê nerast û çewt rîwayet bike navê hedîsê Musehhef e vê me’lûmatê xweş hifz bike.

گر رسول حديثێ بخدا اسناد بكه *** ناڤێ وێ قدسييه، نه آيته دقت كه

Ger resûl hedîsê bi Xuda îsnad bike

Navê wê Qudsî ye, ne ayet e diqqet ke

Îzah: Eger Resûlê Xwedê (sxl) gotina Xwedê neql bike navê wê hedîsê Hedîsa Qudsî ye lê belê diqqet bike Hedîsa Qudsî û ayet ne yek in.

مرفوع اڤه كو ببال رسول ڤه اسناد بو *** اسنادا ببال اصحاب ناڤێ وێ موقوف بو

Merfû’ ev e ku bi bal Resûl ve îsnad bû

Îsnada bi bal eshab navê wê Mewqûf bû

Îzah: Hedîsa ku îsnadê Resûlullah (sxl) bibe navê wê Merfû’ e, ya ku îsnada sehabe bibe navê wê Mewqûf e.

 

اسنادا حديثێ بتابعى و برژێر *** مقطوعه، لێ د حكمێ شرعى دا ناى بكێر

Îsnada hedîsê bi tabi’î û berjêr

Meqtû’, lê di hukmê şer’î da nay bi kêr

Îzah: Eger hedîs bi tabi’î û yê jêrdatir îsnad bibe navê wê Meqtû’ e û di ehkamê şer’î da pê nay bikar kirin.

 

مسنده كو بمتصل بگيژه نبى *** سند كو نه‌قط به متصله اى ابى

Musned e ku bi muttesil bigîje nebî

Sened ku ne qut be Muttesil e ey ebî

Îzah: Hedîs ku bi şeklê muttesil ye’nî ji serê senedê heta dawîya senedê hatibe rîwayet kirin û têda qutbûn tune be Musned e.

حديث روايت ببه ژ راويێ ضعيف *** مخالفێ ڤقه به؛ منكره اى شريف

Hedîs rîwayet bibe ji rawîyê ze’îf

Muxalîfê sîqe be; Munker e, ey şerîf

Îzah: Eger yê ku hedîsê rîwayet dike ze’îf be ye’nî ne sîqe be navê wê hedîsê Munker e, ey kesê ku teleba ‘ilm dike û bivî rengî muşerref e.

راوى گوتنا خوه كو تێخه ناڤ حديث *** وێ چاخێ حدیث مدرجه، ڤییا باش ببهیس

Rawî gotina xwe ku têxe nav hedîs

Wê çaxê hedîs Mudrec e, vîya baş bibhîs

Îzah: Eger yê ku hedîsê rîwayet dike gotina têxe nav hedîsê ew hedîs Mudrec e, baş goyê xwe bide vê me’lûmatê.

د متن و اسنادێ دا گر هبه اختلاف *** ناڤێ وێ حديثێ معضله، تونه خلاف

Di metn û îsnadê da ger hebe îxtîlaf

Navê wê hedîsê Mu’del e, tune xîlaf

Îzah: Di metn û îsnada hedîsê da ku îxtîlaf hebe hedîs Mu’del e, bêşek û bêxîlaf!

حديثا مسلسل اوه كو روايت بو *** ژ راوييان لپى هڤ؛ بحال و وصفك بو

Hedîsa Muselsel ewe ku rîwayet bû

Ji rawîyan li pey hev; bi hal û wesfek bû

Îzah: Hedîs eger ji rawîyên ku li pey hevin bi hal û wesfek rîwayet bibe navê wê Muselsel e.

د سند و متن دا هبه شخصك مبهم *** وكى “عن فلان”؛ اڤه حديثا مبهم

Di sened da hebe şexsek mubhem

Wekî “’en fulanîn”; ev e hedîsa Mubhem

Îzah: Eger di seneda hedîsê da şexsek mubhem ye’nî nenas hebe navê hedîsê Mubhem e. Ji ber ku navê rawî nay zanîn di şûnda navê wî da dibên “ ‘en fulanîn “ ye’nî ji filankes hat rîwayet kirin.

نسبت بسندێن دن هكه راوى كێم بن *** عالييه و ظدێ وێ نازله، زانبن

Nîsbet bi senedên din heke rawî kêm bin

‘Alî ye û ziddê wê Nazil e, zanibin

Îzah: Eger li gorê senedên din rawî kêm bin hedîs ‘Alî ye û ziddê vê hedîsê ye’nî ku rawî zêde bin wê çaxê hedîs Nazil e.

د جييك سندێ راوى تنێ به فرده *** اڤێ کو حفظ كه ڤێ منظومێ چه خوەش مردە

Di cîyek senedê rawî tenê be Ferd e

Evê ku hifz ke vê Menzûmê çi xweş merd e

Îzah: Di seneda hedîsê da eger rawî tenê be hedîs Ferd e. Yê ku vê menzûmê hifz bike çi merdek xweş e ku di ilmê hedîsên pêxember de xebat dike û xwe li pêş dixe.

 

Mela Îbrahîm Hebûn

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply