Romana Semerqand – 12 (Amîn Me’lof)

Isfexan, nisfê Cîhan! Ecem, welê dibêjin. Ango: “Isfexan, nîvê cîhanê”. Ev gotin, gelek piştî Xeyam çêbû bû lê hêca 1074’ê de ji ber pesnê bajêr, çi nehatibû gotin: “Kuçên wê cewher, mêşên wê mêşê higiv, giyayê wê safran e!” “Hewayê wê bêhn xweş, embarên wê bê kurm, goştê wê qayîm!” Li bilindahiyeke pênç hezar gav hatî avakirin rastiyek e! Lê dîsa jî şêst karwansaray, du sed banker û seraf û ew qas jî sûkên wê hebûn. Di kargehên wê de hervîşim û pembû dihat ristin. Mehfûr, qumaş, çekmeceyên wê yên qulfkirî ji welatên dûr re dihatin ixraçkirin. Dewlemendîya wî navdar! Ev bajarê welatê Ecemê yê herî qelebalix, kesên dewlemendî, zanyarî, an jî karîn dixwestin dikişandin xwe.

Min gotibe bajar jî lê tam bajar nayê hesibandin. Çîroka rêwingiyek ji Reyê hatî, her dihat gotin. Zelamek ji bo Isfexanê bibîne, ew qas lezandibû ku ji karwanê xwe qetabû, hespê xwe ajotibû. Piştî çend saetan xwe li kevîya Zendê-Ro ya ku tê wateya “çemê jiyanê dide” dîtibû. Keviyê de çem û çem çûbû, gihiştibû keleheke ji kelpûçan çêkirî. Ew der jî qelebalixbû ye, lê li ber dera jê hatî Reyê de ne ti tişt bû. Dema gihaştî ber derîyê kelehê ji parêzkaran pirsî bû û jê re gotibûn:

—Ev bajar Cay e.

Hêcayî dîtinê nedîtibû û berê xwe dabû rojava. Hespê wî westa bû. Paşê gihatibû ber derîyê bajareke din. Ji zelameke extiyar pirsîbû û bersiva:

—Ev der Yahûdiye ye. Bajarê yahûdiyan.

Standibû.

—Li vî welatî ewqas Yahûdî (Cihû) hene?

—Çend malek hene. Piraniya niştîyên wê, weke min û te misilman in. Ji vê derê re dibêjin Yahûdiye, ji lew re Kral Nebûqodnozor, Cuhûyên ji Qudsê anînbûn, li vir niştecih kiribûn. Hin kes jî dibêjin: Jinikek ya şahê Ecem bi eslê xwe Cihû bûye û wê kesên ji nijada xwe anîne ji berî islamê li van deran vehewandine. Kîjan raste xwedê zane.

Rêwî ji wê derê jî vegeriyaye û xwestiye rêya xwe bidomîne lê hespê wî veşewişiye û hema neketiye. Zelamê extîyar pirsiye:

—Tu yê kû ve herî lawê min?

—Ez ê herim Isfexanê

Bûye tiq tiqa extiyar.

—Gelo ti kesî ji te re negot; ‘deverek bi navê wê Isfexan nîne?’

—Çawa? Ew ne bajarê Îranê yê herî mezin û herî delal e? Ji zef zû ve, ew ne paytexta kralê Partê Artabanî bû? Ma di pirtûkan de pesnê spehîtahiya wî nehatiye nivîsandin?

-Di pirtûkan de çi dibêje ez nizanim, lê ez li vê derê hatim dinê. Tam ji berî heftêh salan. Bi tenê biyanî behsa Isfexanê dikin. Lê heta niha min ew nedîtiye.

Kalî, zehf jî lê zêde nekiribû. Navê Isfexanê ji zû de ne navê bajarekî tenê bû. Ji du bajarên qasî saetekî ji hev dûr, ji Cay û Yahûdiye pêk dihat. Navê heremekê bû. Ji bo ev herdo bajar û gundên derdorê bibin bajarek rastîn, diviya heta sedsala XVI’ê bima li bendê. Dema Xeyam de, hêca ava nebûbû lê sûrehên kelehê yên duwazdeh mîl, ji bo parastinê ev herêm hemû dorpêç kiribû.

Emer û Hesen derengê şevê ketin nava bajêr. Nîzingê Deriyê Tîrahê li kerwansarayekî cihê razanê peyda kiribûn. Dema gihatin cihê xwe, bê ştexalî, herdu jî razan û ketin xeweke giran.

Roja din Xeyam, çû ba wezîrê mezin. Li Qada Serafan, her cûre gerok û firoşkar hebûn. Andalûzî, Çînî, Yewnanî, hemû li dora serafan kom bûbûn. Ew jî li raserî şehînên xwe sekinîbûn, dînarên ji Kîrmanê, Nîşabûrê, Sevîllayê hatîn pê neynokên xwe dixirtikandin. Tankayên ji Delhiyê hatîn bêhn dikirin, an jî diraveke bihayê wî nû daketî yê ji Konstantîniyeyê hatî re rûyê xwe diqermiçandin. Qesra Hukumetê û Deriyê Dîwanê yê ku niştingeha Nîzamulmulk ya fermî bû, hema li wê derkê bûn. Rojê sê caran an pênç caran ji bo rûmeta wezîrî borîzan dihat lêxistin. Lê di hemberê vê şatafatê de, her çi kesê dixwest dêrî re diçû û dihat. Çûyîna wan ya jûra mezin a civînê, nêzikbûyîna wan ya zelamê împeretoriyê yê herî xurt û li ba wî lavekirin an jî xwestina tiştekî, ne ewqas zehmet bû. Lêbelê li wê derê, parêzkarên li dora Nîzam, kesên dihatin didan ber pirsyariyê û heke kesên acizkirinêbin ji wê derê dûr dixistin.

Emer, li ser sîlanoka dêrî sekinî. Li mezelê, dîwarên rût, mehfûrên sê qet yên li erdê meyze kir. Silavek ji xwe nebawer da kesên li wê derê. Li dora Nîzam her cûre mirov hebûn. Nîzam, li efserek Tirk re diaxiviya. Nîzam, bin awirên xwe re kesê nû hatî dît, bi dostanî beşişî û işareta rûniştinê dayê. Piştî pênç xulekan nîzingê Emer bû, herdo lamên wî û ehniya wî maçî kir. Got:

—Ez li benda te bûm. Min dizaniya, tu yê di wextê xwe de werî. Ewqas tişt hene ku ez ji te re vebêjim…

Paşê bi destê Emer re girt, bir mezeleke piçûk ku herdu tenê bimînin. Li ser mîndereke mezin ya li erdê rayêxistî, li rex hev rûniştin. Nîzam, dest bi axaftinê kir:

—Hin tiştên ez bêjim belko te şaş bikin, lê hêvîdarim dawîyê de tu yê poşman nebî, Ji ber ku te vexwestina min pejirand û tu hatî.

—Ma kesê hatî ber deriyê Nîzamûlmûlk, poşmanbû ye?

Wezîr bi beşişandineke bi keser got:

—Hene. Min hinek heta asîmanî bilind kirin, hinek jî êxistin binê erdê. Ez heroj mirin û jiyanê bilav dikim. Yê xwedê min li gorî niyeta min darizîne. Di çavkaniya hemû şiyanan de ew heye. Ew e, yê fermanrewatiya herî bilind dayî xelîfeyê Ereb. Xelîfe jî ew dewrî sultanek Tirk, sultan jî dewrî wezîrek Ecem kirî. Min divê herkes li ber vê karînê serê xwe bitewîne. Lê ji te Xace Emer, min divê tu ji xewn û xeyalên min re rêzê bigrî. Erê, li ser vê axa mezin a bêbinî, min divê ez dewleteke herî baş, herî dewlumend, herî biîstiqrar û herî asê ava bikim. Min divê, her eyalet, her bajar ji aliyê kesên tirsa xwedê di dilê wan de hebe ve, were rêvebirin. Rêveberên dadmend û guhê xwe bidin gilehên hemwelatiyan. Ez xeyala welateke “Mih û gur bi hev re biçêrin” dikim. Ne bi tenê xeyal dikim, ez wê ava jî dikim. Sibê li taxên Isfexanê bigere. Tu yê birek karkerên binyata avahiyan tavêjin û xaniyan ava dikin, gelek hunermendên weke mêrûyan dixebitin bibînî. Li her derî îmaretxane, mizgeft, karwansaray, keleh û qesir bilind dibin. Demeke nîzing de li her bajarê giring de, yê dibîstanek hebe. Yê navê wan dibîstanan, bibe “Medreseya Nîzamiye”. Ya Bexdayê vebû ye jî. Planên wan min bi destê xwe çêkirin, bernameya perwerdehiyê min kifş kir. Min mamosteyên herî baş bijartin. Ji her xwendekarekî re min burs derxist. Çawa ku tu dibînî, ev împaratorî weke şantiyeyeke zehf mezine. Bilind dibe, fireh dibe û dewlumend dibe. Xwedê, serdemeke hêjayî jiyînê ji me re bexişand.

Xulamek gewrik ket hundur, xwe tewand, li ser tepsiyeke zîv, şerbeta gulan ya weke cemedê pêşkêşî wan kir. Emer rahişt yêkî, da ber devê xwe. Niyeta wî hêdî hêdî derêxistina tama şerbetê bû. Lê Nîzam, îskana xwe yek carî serxwe de kir û axaftina xwe domand:

—Ez zehf keyfxweş û rûmetdarbûm ku tu li vê derê yî.

Xeyam xwest ku bersivê bide lê Nîzam ew sekinand:

—Nebêje zirtê min dide. Ez ewqas bi hêzim ku encaq ez pesnê xwedê bidim. Lê tu zanî Xoce Emer, Îparatoriyek çiqas mezin, qelebalix û dewlumendbe, dîsa jî kêmasiya zelaman dikişîne. Dema tu ji derve lê dinêrî, birek afirandî, komên qelebalix, girseyek boş! Lêbelê gelî caran ez ji xwe dipirsim. “Di nava artêşa li herderî belav bûyî de, dema mela bang dide yên tên mizgeftê de,  yên sûkan tejî dikin de, heta dema ez li dîwana xwe dinêrim, di nava van zelamên di dîwanê de, yek pê re jîrî, zanyarî, dilsozî û rastî hebe heye?”  Ji bo ez bersiva vê pirsê bidim, divê ewul qelebalix tenik bibe, paşê yên mayîn jî herin û heta dîwan vale bibe. Ez zelamek tenê me Emer, tenêtiyek bê hêvî! Dîwana min vale ye, qesra min jî welê. Ev bajar jî vale ye, Ev îpraratorî jî! Divê ileh çavek yê min şûn min ve be. Kesên weke te, ne ji Semerqendê bînim, ez hazirim herim ber lingên wan.

Emer fihêtî bû, ji devê wî, milmilek weke “Estexfîrullah!” derket lê, wezîr gotina wî birî:

—Ev e xeyal û tirsên min ev in. Bi roj û şevan, ez ji vegotina van nakerixim lê min divê ez guhdarî te bikim. Van tiştan bandor li te kir? Ji bo pakanîna van tiştan, te divê tu li ba min bî?

—Planên te peroşîner in, baweriya te jî rûmeteke!

—Ji bo tu bi min re bixebitî, tu yê çi bixwazî? Eşkere bêje. Ez bi te re çawa axivîbim, tu jî welê rehet be. Te çi bivê yê werê cih. Fihêt neke, ji comerdîya min ya teredîn xwe nede alî.

Wezîr kenî, lê Hayyam bi tenê beşişî.

—Di domandina xebatên xwe de, ez tinehiyê nekşînim bese. Xarin, vexwarin û hewandin hebe bese. Ez zêdetir naxwazim.

—Ji bo hewandinê xaniyê herî xweş yê Isfexanê ez ê bidim te. Hêca qesra min ava nebûyî, ez di wî xaniyî de dihewiyam. Bi baxçe, bostan, mehfûr, xulam, qerwaş û cariyeyên xwe ve yê te ye. Ji bo pêdiviyên te, yê deh hezar dînarên te hebin. Ev dirav, heta ez saxbim her sal, serê salê yê ji te re werin dayîn. Wê têra te bike?

—Zehfe jî. Ez ê çi ji ew qas dirav bikim?

Xeyam ji dil e, lê wezîr enirî ye:

—Tu yê çi jê bikî? Pirtûkên te bivin, tu dikarî hemûyan bikirî. Tu dikarî şerbik û cerikan hemûyan tejî mey bikî. Tu dikarî yarên xwe hemûyan bi mucewheran bixeriqînî. Yê mayîn jî, bêxî sedeqe û xêra xwe bidî xîzan û belengazan, alîkariya karwanên Mekkehê bikî û bi navê xwe mizgeftekî jî ava bikî.

Xeyam pêhesiya ku nefsbiçûkî û çavtêrya wî xweşê Nîzam neçû. Bi kelecan got:

—Xwesteka min ya herî mezin, avakirina nêrînxaneyekî ye. Min divê dirêjahiya sala rojê, bê kêmasî bipîvim.

—Hêsane! Piştî hefteya bê, tu yê ji bo wê terxaniyê bistînî. Tu yê cihê nêrîngehê kifş bikî û yê nava çend heyvan de jî were avakirin. Lê ji min re bêje, te tiştek din divê an navê?

—Ez ji xwedê başqe çi bixwazim?

—Nexwe belko ez jî tiştekî ji te bixwazim?

—Piştî yên te dayîn min, heke ez bikaribim rêyekî bibînim ku mineta te ya li ser min hinekî sivik jî bikim, ez ê bextewar bibim.

Nîzam dûvdirêj nekir:

—Ez dizanim, tu razan vedişêrî, kêm dipeyivî, zelamek zanyarî,  rastî, dadmendî. Tu her babetî de, rastî û xwehriyê ji hev vediqetînî. Ez dizanim ku ez dikarim ewlehiyê li te bînim. Ez ji te mijareke pir hestewer de peywirekê dixwazim.

Emer, li benda ya herî xerab bû, ya herî kambax jî li benda Emer bû.

—Ez ê, te Sahib-i Xeber, tayîn bikim.

—Sahib-i Xeber? Ez? An go serokê sîxwiran?

—Serokê Rêxistina Istixbaratê ya Împaratoriyê. Ji bo bersivê nelezîne. Tişta ez ji te dixwazim îxbarkirina mirovên qenç e, ne guhdarkirana malên misilmanane. Mesele pêkanîna jiyîna aram ya herkesî ye. Divê di welatekî de, nelêrîtiyek herî piçûk, neheqiyek herî sivik ji alê fermanrewan ve bê zanîn ku sûçdar kê be bila bibe da cezayê xwe bibîne. Qazî û waliyên vê eyaletê an ya din, ser pişta xîzanan kodika xwe tejî dikin an na. Em ê çawa bizanibin? Ji zelamên xwe! Ji lew re kesên neheqî li wan hatî kirin, ji tirsa newêrin gileh bikin!

—Lê divê ev zelamên hanê, ji aliyê qazî û waliyan ve neyên kirîn û nebin hevparên sûncên wan!

—Peywira Sahib-i Xeber,  ev e. Ew kesên ji rê derketîn bibîne û wan ji kar bavêje.

—Heke bênamûsê wisa hebin, ya rast ne ew e ku mo wan neyêxe qazî an walî?

Xeyam, ev gotin bi safî gotibû lê Nîzam ev weke tevzlêkirinê fêhm kir û ji nişka ve rabû şpiya:

—Ez nikarim bikevim nava niqaşan. Tişta ku ez bidim te û ya ez ji te dixwazim min ji te re got. Here, li ser pêşniyara min biponije. Hilde û deyne. Sibe bersiva xwe bîne.

 

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply