Melayê Meşhûr û Pêkenokên Wî

Di vê nivîsê de me xwest ku em li ser kesayetî, jiyan, netew û pêkenokên “Melayê Meşhûr” çend agahî ji bo we amade bikin. Bi rastî ev mijar gelek kûr e û pir jî ne zelal e. Lewra ev lehengê me di demek kevn û erdnîgariyeke pir fireh de jiyaye. Me ji bo vê nivîsa xwe, lêkolîna M.Emîn Bozarslan ji pirtûka bi navê “Melayê Meşhûr” çavkanî girt û ji we re vê nivîsê amade kir.

Li ser kesayetî û neteweya Melayê Meşhûr, gelek tişt hatine gotin û nivîsîn. Herweha li gelek welatan li ser Mela pir efsane hatine çêkirin û ketine dev û zaran. Mirov dikare bibêje ku heta niha li ser tu kesekî ew qas gengeşî çênebûye û li ser tu kesekî wiha texmînî û mijûldanên cure cure nehatine kirin.

Kaynak kitap sorunu ve Nasrettin Hoca fıkrası - Siirt Haber, Siirt Son  Dakika, Siirt Haber Ajansı Siirt haberler

Hemû gelên rojhilata navîn xwestine ku li Melayê Meşhûr xwedî derkevin. Îranî, Melayê Meşhûr ji xwe re dixine mal û li cem wan jê re dibêjin “Molla Nesîrûddîn”. Tirk dibêjin jixwe qet mimkûn nîne. Mela yê me ye û navê wî li cem wan “Nesreddîn Xoce” ye. Ereb jî Mela dikin Ereb û jê re dibêjin “Cûha”. Hin Kurd jî Mela Kurd dihesibînin û jê re dibêjin “Melayê Meşhûr”. Ji bo wî mirov nikare bibêje Mela Kurd, Tirk, Ereb an jî Faris e. Lewra “Melayê Meşhûr” di rojhilata navîn de lehengekî hevpar e û keda van gelan hemûyan jî li ser van pêkenokên mela hene. Wek ku hin pêkenokên wî tenê di Kurdî de hene. Hin ji wan jî di zimanê din de hene lê di Kurdî de tunene. Hin pêkenok jî di nav van hemû zimanan de hene.

Di jiyana van hemû gelan de jî henek ciyekî girîng girtiye. Belbî jî ji bo ku derd û kulê jiyanê li van welatan pir zêde bûye û ji bo wî van pêkenokan, di wêjeya wan de wiha şax daye û bûye perçek ji jiyana wan.

Nasrettin Hoca Göle Maya Çalmak Fıkrası Oku - Nasreddin Hoca'nın Meşhur  Göle Maya Çalma Fıkrası -

Ciyê Pêkenokên Melayê Meşhûr Di Wêjeya Kurdî De

Pêkenokên Melayê Meşhûr, wek wan welatên Rojhilatê yên din, li Kurdistanê jî di nav gel de belav bûye û di wêjeya devkî de cihekî girîng girtiye. Ev pêkenok çi qas wêjeya devkî xemilandibin jî di warê nivisî de, wê rûmetê nedîtine. Sedema vê ya mezin jî qedexekirin û astengiyên li pêşiya ziman bûye. Nemaze li Kurdistana jorîn demekê dirêj xebatên ziman qedexe bûye.

Cara ewil ev pêkenokên Mela bi kurdî, li Kurdistana jêrîn hati-ye çapkirin. Pêşî mamosteyekî ji Silêmaniyê Mihemed Mistefa, di sala 1939an de van pêkenokan çap kiriye û li Kurdistanê belav kiriye. Cara duyem jî nivîskar Gîwî Mukriyanî, di sala 1967an de van pêkenokan li Hewlêrê çap kiriye. Ev herdu çap jî bi zaravayê soranî hatine nivîsîn.

Ev pêkenok bi kurdiya jorîn, cara ewil ji aliyê M.Emîn Bozarslan ve li Swêdê di sala 1986an de hatiye çapkirin. Bi vê wesiteyê ew pêkenokên ku di nav gel de bi devkî belav bibûn, ketin bin paras-tina nivîsê.

NASRETTİN HOCA FIKRALARI KISA - Nasreddin Hoca Fıkraları

Kesayetiya Melayê Meşhûr û Navê Wî

Mirov dikare bibêje ku pêkenokên Melayê Meşhûr, eynika kesayetiya wî ne. Mîna ku ji pêkenokên wî jî tê fêmkirin, kesayetiya wî jî wek pêkenokên wî gelek balkêş û rengîn bûye. Di jiyana wî de gelek dijhevî û têkilhevî

hebûne; carinan hêrsok û xeydok bûye carinan jî gelek xweşbîn û dilgerm bûye. Mela, carinan pir sefêk bûye; kê çi gotiye ketiye serê wî û di cî de pê bawer kiriye. Mesela carekî kerê wî winda bûye. Zilamek yarîker, ji bo ku tinazên xwe pê bike, jê re gotiye:

-Kerê te çûye bajar û li wir bûye walî.

Ev gotin ketiye serê Mela. Hema hinek gîha girtiye û berê xwe daye bajêr, çûye qonaxa walî. Li wê derê gîha avêtiye ber walî û jê re gotiye:

-Ço kero, ço! Ço kero, ço! Mela carinan hêvîdar bûye, carinan bêhêvî. Carinan dewlemend bûye, lê gelek caran xizan û belengaz bûye. Carinan bûye qazî û dad aniye cî, carinan jî sûcdar bûye û çûye pêşberê qazî. Demek bûye melayê gundan, bi şaşik û cibe bûye, demek wek gundiyan jiyaye û ji xwe re cot kiriye, demek jî li bajarek bûye. Carinan ji kerê xwe hezkiriye, carinan jî jê aciz bûye.

Di jiyana Mela de çi qas ev dijhevî û têkilhevî hebûne jî, ew zilamekî pratîk bûye û ji her pirsgirêkê re çarekî dîtiye. Carinan van çareseriyên wî maqûl bûne carinan jî ji aqil dûr bûne. Mesela, carek çavê zilamekî êşiyaye. Ew zilam ji bo êşa xwe çûye cem Mela û Mela wiha rê nîşan dayê:

-Bi Xwedê, demek berê diranê min diêşiya; min ew kişand û ez ji wê êşê xilas bûm. Tu jî çavê xwe yê êşayî derxe û tuyê jî ji wî êşê xilas bibî.

Nasrettin Hoca Fıkraları: Nasreddin Hoca'nın Komik Allah'ın Rahmetinden  Kaçılmaz Fıkrası Oku -

Gelo Bese Yan Na?

Şevekê havînê Mela û jina xwe razayî bûne. Hewa jî gelek germ bûye. Jinik ji german hişyar bûye û ji mêrê xwe re gotiye:

-Pirr germ e; xwe hinek wê de bide.

Mela ji wê gotina jinikê hêrs bûye û ji nava nivînan rabûye, ji malê derketiye. Li kerê xwe siwar bûye, çûye û çûye, heta deşta Mûşê nesekiniye. Li wir rastê gundiyekî xwe hatiye û jê re gotiye

-Dema ku tu bigihêjî gund, here ji maliya min bipirse, ka gelo bes e yan ez hinek din jî herim?

 

Mela Nikare Here Şamê

Wextek zilamekî nexwendî çûye cem Mela û gotiye:

-Seyda! hevalekî min li Şamê heye û ez dixwazim ji wî re nameyekê bişînim. Tu ji kerema xwe re ji bo min nameyek binivîse da ku ez ji wî re bişînim.

Mela:

-Bibore, ez nikarim herim Şamê.

Mêrik şaş bûye û gotiye:

-Qey min baş neda fêmkirin. Ne ku tu yê biçî Şamê, nameya ku tu dê binivîsî, ez ê wî bişînim Şamê.

Mela:

-Ez dizanim tu yê nameyê bişînî Şamê. Lêbelê ji ber ku bê min kes nikare nivisîna min bixwîne, ger ez nameyê binivîsim divê ku ez herim şamê û ji hevalê te re nameyê bixwînim. Ji ber wê yekê ez nika-rim nameyê jî binivîsim.

 

Elîyê Xanê *Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê

Kovara Pêngavê – Hejmara 5an

Derbar Çand Name

Check Also

Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min …

Leave a Reply