Kar-Ked-Maf-Berxwedan û Sînema: Mîhrîcana Karker û Kedkaran

Şeşemîn Mîhrîcana Navneteweyî ya Fîlmên Karkeran di navbera 1-8ê Gulanê de bi silogana ‘Bi Awayek Xwezayî Berxwedan’ li Stenbol û hin deverên din pêk hat. Ji navê mîhrîcanê jî xuyaye ku mirov wê rastî fîlmên karkeran an jî fîlmên li ser êş, kar, jiyan û rewşa karkeran bê. Mîhrîcana Fîlmên Karkeran, mîhrîcaneke serbixwe ye û bi aliyê hin sendîka, kes û komaleyên karkeran ve tê organîzekirin û herwi-ha çalakiyên di mîhrîcanê de pêk tên û tevî fîlman her wisa ne.

Kesên ji ber pîşesaziya sînemayê ya ku gerdûna wê bi pereyan dizîvire, nikarin fîlmên xwe bigihîjînin temaşevanan, bi mîhrîcanên mîna vê mîhrîcanê dikarin kar û xebatên xwe pêşkêşî temaşevanan bikin. Di vê hêlê de deng û hunera karker û kedkaran û xebat û fîlmên sînemagerên kar-ker û kedkar digihîje pirî kesan.

Naveroka mîhrîcana îsal bi belgefîlm, fîlmên pevxistî (fîlmên kurmaca) û kurtefîlman ve hatibû nexşandin û bi vî awayî têr û tijî bû. Û belgefîlmên li ser rewşa xwezayê, li ser jiyana mirovahiyê û li ser maf û karên karkeran hatibûn hilbijartin.

Mîhrîcanên mîna Mîhrîcana Fîlmên Karkeran, ku me li jor jî gotiye, ji bo sînemagerên ku ser-bixwe sînemageriyê dikin, ji bo ku xebat û keda wan bigihîje temaşe-vanan derfetên baş û bêhempa ne, ji ber vê jî gelek xebatên ku mirov nikare li pirî deveran xwe bigihînê derdikevin pêşberî mirov. Di mîhrîcanê de xebatên ji sînemaya Kurdan/kurdî hatibûn hilgirtin pir bûn û ji wan xebat û fîlman çen-dek, evên li jêr in.

 

Belgeyên Bidîmen, Bigotin An Jî Bêgotin: Belgefîlm

Demsala Dawî: Şewaxan (Belgefîlm, 2010,90’, Kazim Oz)

Demsala Dawî: Şewaxan; hel-besteke pastoral, helbesteke bi reng û dengên xwezayê hatiye berhevkirin û bi jiyanek koçberî hatiye hûnandin.

Demsala Dawî: Şewaxan qala malbateke ku li Dêrsîmê dijberî modernîzmê jiyanek koçber dijîn, dike û karûber, xweşî û nexweşiya wan tîne ser perdeya sipî.

Dêrsîm: ‘38’ (Belgefîlm,2006,67’,Çayan Demîrel)

‘38’: Di wêneyan de dest û pêyên zincîrkirî û rûyên sar!

‘38’: Li jor balefir, li jêr leşker û xwîn û mirin!

‘38’: Belgefîlma komkujiya Dêrsêmê ya di salên avakirina ‘yek dewlet, yek al û yek netew’ de. Belgefîlm bi axaftina çend kesan ve qala ‘Komkujiya Dêrsîmê’ dike û rûyê dîroka reş, feleka xayîn û

Şewaxan dijminên xwînxwar tîne ser perde-ya sipî.

Helebce Hîway Nemir (Belgefîlm,2011,72’, Fatîh Kanat û Necmettîn Salaz)

‘Helebce’: Hîroşîmaya Rojhilata navîn!

Helebce Hîway Nemir: Serên jêkirî, bedenên bê dest û pê!

Helebce Hîway Nemir: Asîman, mij û dûman û her der xerdel!

Helebce Hîway Nemir: Wêneyên mirî, dîmenên bixwîn!

Helece Hîway Nemir: Belgefîlma ‘Nijadkujî’ya Helepçeyê, li başûrê welêt a di dewra rejîma BAASê de. Di belgefîlmê de ji kesên diaxivin, kesên ku di wan rojên wêran de ji mirinê filîtî, hene. Û bi rûyek kelogirî qala wan rojan dikin. Li ber wan dîmenan û bi guhda-riya gotinên wan kesan, hemû masûlkeyên bercestê mirov têkdiçe û mirov bawer nake ku ew kesên li hember mirov diaxivin, ew kesên ku ji wan rojên dojehî filitî ne… xwîn jî diaxive! Av jî digirî!

Miraz (Belgefîlm,2010,44’, Rodî Yuzbaşi)

Miraz: Valabûna gundan û koçki-rina bajarên biyanî!

Miraz: Koçberbûna welatên biyanî û bêkesmayina war û wargehên bav û kalan!

Miraz: Tenêtiya kesên mayî yên tementijî û li bendî!

Miraz: Belgefîlmê valabûna gundekî li Agiriyê, lê ev/ew rewşa valabûna gundan ne tenê li Agiriyê, li pirî deverên welat xwe nîşan dide. Belgefîlm; ji ber rûyê modernîzmê yê xapînok, koçbûn û ji ber xwesteka xweguhertina kevnar a biêş û cefa, tîne ser perdeya sipî. Ji malbatekê pîr û kalek mane û yên din ber bi welatên

Miraz biyanî ve belav bûne. Û yên mayî bi hêviya yên çûyî dijîn û hêvî pirî caran diçilmisin.

Dayê Dibê Aşitî (Begefîlm,2011,54’,Azîz Çapkurt)

Dayê Dibê Aşitî: Li dû şopa lawên wenda!

Dayê Dibê Aşitî: Li serê wan laçikên sipî, di destê wan de wêneyên lawên wenda û di dilê wan de hêviya aşitî û biratî û wekheviyê! Dengê dêyekê: ‘Em naxwazin tabûtan himbêz bikin, em dixwazin kurên xwe himbêz bikin.’

Dayê Dibê Aşitî: Belgefîlma ‘Dayîkên Aşitiyê’. Belgefîlm qala dayîkên aşitiyê dike û êş, jan û kedera wan tîne ser ziman. Dayikên aşitiyê ev çend sal e li hember zordariyê dicivin û navên kurên xwe yên bezire diqêrin, lê guhên kujerên ku herkes wan nas dike û tevî deshilatdaran kerr in, nabihên.

 

Afirandin Guhertin Veguheztin: Fîlmên Pevxistî An Jî Pevbestî

Press(Pevxistî,2010,100’, Sedat Yilmaz)

Press: Li pey şopa rastiyê, rojnamevanî û mirin!

Press: Di bin êrîşên dijwar û dojehî de rojnamegeriya rastiyê!

Press: Di dîroka rojnameya ‘Özgür Gündem’ê de hilmekê bixwîn!

Press: Qala rewşa çapemeniya di salên 1990an de dike. Fîlm li Amedê di buroya rojnameya ‘Özgür Gündem’ê de derbas dibe. Di fîlmê de mirov bi çavên Firat (Aram Dildar) hem hînî rojnamevaniyê dibe hem jî êrîş û zordariya desthilatdaran a dijberî çapemeniya Kurdan nas dike.

Tu Kes Behsa Pişîkên Îranê Nake (Pevxistî,2009,106,’ Behmen Qobadî)

Pişîkên Îranê: Dengvedana muzîkê ji bin erdê!

Pişîkên Îranê: Berxwedana xortan a bi muzîkê!

Pişîkên Îranê: Rûyê muzîkê yê serhildêr û protest!

Tu Kes Behsa Pişîkên Îranê Nake: Qala du xortên piştî ku ji girtingehê derketine û ketine dû rizgarkirina komeke muzîkê, dike.

Armanca xortan ew e ku komeke muzîkê ava bikin û biçin Londonê konserekê bidin. Xort ji ber rejîma Îranê ya dijwar an di bin erdê de karê muzîkê dikin an jî li hin deveran gorî xwe cih ji xwe re çêkirine. Bi dîmenên xwezayê, muzîk, hêviya avakirina komekê û pişîkên bê mak bi hev re di kuçeyên Tehranê de.

Heval “Arkadaş” (Pevxistî,1974,105’ Yilmaz Guney)

Fîlmê hunermendê nemir Yil-maz Guney ‘Heval’ ji nû ve ji bo mîhrîcanê hatibû hilgirtin.

Heval: Bûyera fîlm di navbera du ‘heval’an de derbas dibe. Herdu kes, hevalên kevin in, lê bi demê re yek ji wan hevalan kirasê jiyana xwe diguherîne û kirasek din li xwe dike. Hevaltiya kevin, jiyana kev-nar, lixwemikurhatin, veguhaztin, îxanet û ‘heval’tî.

Dirêj-Kurt-Pevxistî: Kurtefîlm

Bisqilêt (Kurtefîlm,2010,15’,Î. Serhat Karaaslan)

Bisqilêt: Belengazî û bi dilê zarokî, hêvî!

Bisqilêt: Qala zarokekî belengaz ku daxwaza bisqilêtekê dike. Zarok rojekê di nav poxanê de bisqilêtekê dibîne lê tekerekeke bisqilêtê jê kêm e û zarok bi hêviya bidestxistina tekerekek din dijî.

Deng (Kurtefîlm,2009,20’,Fîlîz Işik Bulut)

Deng: Qêrîna girtiyan li girtîgeha Amedê!

Deng: Nalîn û barebara girtiyên di bin hovîtiya desthilatdaran de li zindana Amedê!

Deng: Deng û nalîn û barebarên ku di salên derbeya 12ê Îlonê de ji zindana Amedê difiriyan, li maleke li nêzî girtingehê her roj û her gav dihat bihîstin.

Berf (Kurtefîlm,2010,20’, Erol Mîntaş)

Berf: Miraza kulmek berfê beriya mirinê!

Berf: Jana pîrejineke li gel kur û neviyeke xwe dijî tîne ser perdeya sipî. Daxwaza pîrejinê beriya mirinê kulmek berf e.

Pera Berbangê (Kurtefîlm,2010,15’,Arîn Înan Aslan)

Pera Berbangê: Jiyana kesên piştî şewitandina gundan, li bajêran bicih bûyî û têkiliyên wan tîne ser perdeya sipî.

Xaçera (Kurtefîlm,2010,13’)

Ev kurtefîlm xebateke ‘Atolyeya Sînemayê ya Navenda Çanda Cegerxwînî’ ye. Fîlm karê çend zarokên karker û serpêhatiyekê wan kat dike.

 

Çend Gotinên Dawî Ji Mîhrîcanê Re

Mîhrîcanê bêhtir dêhn û bala xwe dabû belgefîlman û bi awayek zanyarî, ez di vê baweriyê de me ku zêdetirîn belgefîlmên li ser dîrok û rewşa xwezayiyê hatibûn hilbijartin . Welatekî wekî Tirkiyê ku pir bêhiş û bîr e, rola belgefîlman pir muhîm e û zêde jî belgefîlmên dîrokî. Mîhrîcanê jî bi belgefîlmên dîrokî ve dîrok bi dîmenan raxist ser perdeya spî û rewşa dîrokê careke din li bîr xist û herwiha mora jibîrkirinê bi reng û deng û belgeyan li ser singa dîrokê kêm kir. Li aliyê din; xwezayî jî ji bîr nekir û rewşa tebîetê bi belge, lêkolînên zanîstî û şiroveyan kat kir û tehdît û pirsgîrêkên tebîetê raxist ser perdeya spî.

Bi her awayî ‘Şeşemîn Mîhrîcana Navneteweyî ya Fîlmêm Karkeran’ îsal bi çak û pak pêk hat.

 

Îmad Bernas *Xwendekarê Zanîngeha Marmarayê

Kovara Pêngavê – Hejmara 5an (sal 2011)

Derbar Çand Name

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply