SERXWEŞÎ
“ Înne lîllehî we înne îleyhî racîûn
Em ji Xweda ne û em ê dîsa vegerin bal wî. ” (Beqere: 156)
Mamoste û nivîskarê Kurd Şaban Şenateş ji ber koronayê roja 22.08.2021 da wefat kir.
Şaban Şenateş oldar, evîndarê welat û zimanê xwe bû. Em wekî malpera Çandnameyê ji Xwedê rehmê dixwazin; bi cenneta xwe wî şad bike; sebir û metanetê bide zarok, malbat û dostên wî û serê Kurd sax be.
Şaban Şenateş Kî Ye
Şaban Şenateş. Di sala 1966an da li gundê Girgomez hatiye dinyayê. Ji ber ku li gundê wî mekteb tunebû di 1976an da li Mekteba Leylî ya Sêwregê dest bi seratayî dike.
Piştî xwendina navendê azmûna mamostetîya Bedlîsê qezenç dike û li wir dixwîne. 1987an da Zanîngeha Marmarayê Beşa Mamostetîya Dîrokê qezenç dike û dest bi zanînghê dike.
Di 1992an da mezûn dibe li gundê Bombatê ya Şîrvanê girêdayê Sêrtê ye wek mamosteyê polê dest bi mamostetîyê dike. Paşê hatîye Sêwregê mamostedya xwe didomand.
Dimilkîya fesîh li rojavayê Sêwregê li herêma Gundên Deştî dibîne û di ferhenga xwe ya Dimilkî da wiha qal dike: “ ….Li vê heremê hezkirina Zazakî çê bû û qewet da min. Bi dimilkîya vê heremê bi zimanên din ra û bi gotinê wan ra karim qaqibo bikim. Di vî Dimilkîyê de Kîp, dem û pirsgirêkên ziman da nakevî tengasiyê bi rehetî karî bibêjî. Ji bo zimanekî çi rêgez hewce hebe tevahî rêgez hene. Hewce nake ku rêgezê ji zimanên dina bigrî û bistînî. Min Dimilkîya xwe yê gund jî ji xwe re nekir wek pîvan.”
“ Min, nîjadperestîyê wek nexweşîyekê didît. Lê ez qet nedibûm nîjadperestê miletekî din jî. Çimkî ev nexweşîyekî anormal bû.”
Berhemên Wî: Ferhenga bi navê “Vajekano Dimilî” di 28 salan da hatîye amade kirin ferheng ji 50.000 kelîmeyan pêk tê. Ev ferheng niha li Weşanxaneya Nûbiharê da amadehîya çapê dibe.
Gotar û helbestên wî di kovara Nûbiharî da hatîye weşandin.
Gotar, çîrok û ji Rîsaleyê Nûr çend parçe, ji bo zarokan çend çirok, Keçelok(Keloğlan) û Çewliga Heywana ya George Oliver wergerandîye Dimilkî.