Lêkolînek: Gelo kîjan pîşe û jêhatîbûn heya sala 2025an tê xwestin

  • Li gorî Rapora Pêşeroja Pîşeyî ya Foruma Aborî ya Cîhanê, her ku adaptasyona teknolojîk li cîhê kar zêde dibe, ji sedî 50yî karkeran dê heya sala 2025an hewce bike ku jêhatîyên nû bi dest bixin.
  • Ramana rexneyî û çareserkirina pirsgirêkê di nav jêhatîbûnên ku karsaz bawer dikin dê di pênc salên pêşîyê dê derkevin pêş.
  • Zehmetiyên ku îsal ketin navnîşê jêhatîbûnên xwe-rêveberiyê yên wekî hînbûna çalak, berxwedêrî/rezîlyans, tolerasyona stresê û nermbûn in.
  • Bersivên Lêkolîna Pêşeroja Karan texmîn dikin ku ji sedî 40ê karkeran ji bo bidestxistina jêhatîyên nû şeş meh an jî hîn kêmtir hewce ne.  

“Gava ku otomasyon her ku diçe bêtir pîşeyan diguherîne, ligel bandorên aborî yên pandemiyê, dê pêdivî be ku nîvê mirovên karker di nav pênc salên pêş de jêhatîyên nû bistînin.”

Ev îdia ji aliyê Rapora Karên Pêşerojê ya Foruma Aborî ya Cîhanî ve hatiye kirin, ku kar û jêhatîbûna pêşerojê nîşan dide. Di raporê de tê gotin ku ”tevliheviya” teknolojîk a ku karan diguherîne jî dibe ku bibe mifteya afirandina kar û karên nû û rê bide me ku em jêhatîyên(becerî) nû fêr bibin.

Profesor Klaus Schwab, damezrînerê forumê, dibêje: “Amûrên cihêreng di destê me de hene. Nûbûniya teknolojîk, ku ji bo serdema ku em tê de dijîn, neçar e, dikare were bikar anîn da ku potansiyela mirovî vebike.”

Forum texmîn dike ku heya sala 2025an, 85 mîlyon kar dikarin ji ber guheztina dabeşkirina kar di navbera mirov û makîneyan de werin derxistin. Lê ji hêla din ve, tê îdia kirin ku bêtir kar – 97 mîlyon – dê li gorî dabeşkirina nû ya kar di navbera mirov, makîne û algorîtmayan de werin adaptekirin.

10 Jêhatiyên(becerî) herî sereke

Zêdetir pejirandin û adaptasyona teknolojiyê ji karsaziyê re tê vê wateyê ku jêhatîyên ku di cîhana karsaziyê de têne xwestin dê di nav pênc salên pêş de biguhezin û valahiya jêhatîbûnê di navbera mirovan de dê berfireh bibe.

Ji bo karmendên ku di karên xwe de dimînin, rêjeya jêhatîbûnên bingehîn ên ku dê heya 2025an biguhezînin dê ji sedî 40 be, û ji sedî 50 ê hemî karkeran dê hewceyê jêhatîyên nû (heta ji sedî 4) be.

Ramana rexneyî û çareserkirina pirsgirêkê di nav jêhatîbûnên ku karsaz bawer dikin dê di pênc salên pêş de derkevin pêş. Van jêhatîbûn ji ber ku rapor yekem car di sala 2016an de hate weşandin bi domdarî di navnîşê de ne. Di lîsteyê de îsal nû jêhatîbûnên xwe-rêveberiyê yên wekî hînbûna çalak, berxwedêrî, tolerasyona stresê û berxwedêrî hene.

Navnîşa temamî li vir e

1. Ramana analîtîk û nûbûn(înovasyon)

2. Fêrbûna çalak û stratejiyên hînbûnê

3. Çareserkirina pirsgirêka tevlihev

4. Ramana rexneyî û vekolîn

5. Afirînerî, resenî û destpêşxeriyê(însîyatîf)

6. Rêberî û bandor/bandora civakî

7. Bikaranîna teknolojîyê

8. Sêwirana teknolojî û bernamekirin

9. Berxwedan(rezîlyans), tolerasyona stresê û nermî

10. Aqilkirin(mihekeme), çareser kirina pirsgirkan û feraset

Werger: Bîlalê Hesenî

Çavkanî: https://www.weforum.org/agenda/2020/10/top-10-work-skills-of-tomorrow-how-long-it-takes-to-learn-them/

Derbar Çand Name

Check Also

Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min …

Leave a Reply