Ji kerema xwe van ji zarokan re bixwînin

Jiyanê Delal dibêje:

Xwarina tendurist ji min re dibe alîkar ku ez geş bibim û pêşve herim. Ez jî bi tendurist dixwim da ku nexweş nebim. Hevalno, hûn çi dikin ku bibin xwedî parêzek têr û hevseng?

👉Ez rojê 8-10 qedeh av vedixwim

👉Bi roj sebze û fêkiyan dixwim.

👉Ez rojê 2 qedeh şîr vedixwim.

👉Ez xwarinên vekirî naxwim.

👉Ez hêdî hêdî dixwim û xwarina xwe baş dicum.

👉Li şûna ku ez çay an jî vexwarinên bigazî vexwim, ez ava fêkîyên ku min guvaştî, şîr an jî dew vedixwim.

Hevalno, em bi tenduristî xwe xwedî dikin. Ji ber vê yekê divê em çi bikin ku saxlem bin?

👉Divê em berî xwarinê û piştî xwarinê destên xwe bişon.

👉Divê em bala xwe bidin ser wê yekê ku sebze û fêkiyên ku em dixwin bi aveke pir were şuştin.

👉Di dema xwarinê divê em çetel, kevçî, kêr, piyalek û qedehê xwe bikar bînin.

👉Divê em her şev zû razên û her sibe zû şiyar bibin.

👉Divê em bi rêkûpêk tevbigerin û her roj temrînên xwe bikin.

👉Malbata me divê bi rêkûpêk bejn û giraniya me bişopîne.

👉Divê em kêmtir wextê xwe li ber televîzyon, têlefon, tablet û kompîturê derbas bikin.

👉Divê em çenteyê xwe yê firavînê paqij bihêlin.

👉Divê em dev ji xwarinên bêserûber(abûr cûbûr), xwarinên şekirî û vexwarinên gazê dikin berdin.

👉Divê em piştî xwarinê diranên xwe firçe bikin. Dema ku em nikanin firçe bikin, divê em devê xwe bi avekê zêde bişon.

Emîrê Elî

Derbar Çand Name

Check Also

Di Toreya Kurdî De Nasnavê Jinan

Ciwanên Hêja! Di Toreya Kurdî de rûmeteke pir zêde ji bo jinan heye. Rûmeteke wisan …

Leave a Reply