Ji Xwe Em Bi Kurdî(Kurmancî/Zazakî) Nizanin! (Bîranînek li jiyana rasteqîn)

Îro ez pir bi kelecan bûm. Ez ketim Dersa  Kurdî ya bijarte. Bi eslê xwe ez li dijî dersa bijarte bûm. Li kû de ra cihanê û kîjan gel zimanê dayika xwe bi awayekî bijarte dixwîne gelo? Disa jî ji bo ku zarok bê mamoste nemînin û hînî xwendin û nivisandina kurdî bibin, min xwest ku ez bikevim dersa wan.

Pêşî ez ketim dersa pola pêncemîn. Min bi kurdî silav da wan:

– Rojbaş zarokno!

Hemû xwendekar keniyan û bersiva silava min nedan. Ez matmayî mam. Min di dilê xwe de got: Law, hûn çima dikenin? Ma ez bi zimanê çivikan bi we re dipeyîvim? Ev çi hal û hewal in gidî!.. Na, na, ma sûcê van zarokên belangaz çi ye? Sûc, sûcê wan mirovên hov in ku me ji çand û zimanê me dûr kirin û zarokên me, ji zimanê xwe re kirine xulam û bende.

Zarokekî pirsî:

-Mamoste, branşa te çi ye? Tu dikevî kîjan dersê?

-Ez mamosteyê Zimanê Kurdî me.

 

Dîsa zarokan li hevûdu meyîzand û bi dengekî bilind keniyan. Piştre yek ji wan got:

-Mamoste! Jixwe em bi kurmancî zanin. Çi ma vê dersê didine me?

 

De vêca were û ji qehran nepeqe! Xwêdaneke sar ji pişta stûye min hat xwarê. De ez ê çi bersiv bidim van zarokan? Ax felekê, ev çi hal e, bê bextê, xirabê… Min ji zaroka ku ev pirs kiribû pirsî:

– Hûn bi Zimanê Tirkî dizanin?

– Belê, mamoste em baş dizanin!

Rast e, hemû zarok bi tirkiyeke zelal dipeyivin. Bi wî awayî cudahîya wan û zarokên Tirk tunebû. Min disa pirsî:

-Madem hûn bi Tirkî baş dizanin, çima  perwerdehîya vî zimanî ji dibistana seratayî heta dawîya zaningehê didin we?

Vêca zarok li ber vê bersivê heyirî man. Min dewam kir:

-Da ka bêjin zarokên delal, hûn çima bêdeng dimênin?

Yekî ji wan got:

Mamoste, ji bo ku em bibin xwedîpîşe, pewîst e em Derse Tirkî bibînin. Di hemû ezmûnan de jî, pirs ji vî zimanî tên pirsîn. Heke em bixwazin bibin mirovekî  jêhatî,  lazim e em vê dersê baş hîn bibin. Lêbele zimanê Kurdî em baş bizanibin jî, kes xelatê zêrîn bi stûyê me ve nake. Ma em ê çima li ser vî zimanî bixebitin?

 

Xwendekareke dî got:

– Jixwe ev ziman (Kurdî) tenê li bazarê û li gund bikêrê me tê. Wekî din di jiyane rojane de nayê bikaranîn. Wê gavê ev malika Ehmedê Xanî hat bîra min:

 

“Çi bikim ku qewî kesad e bazar

Nînin ji qumaşi ra xerîdar…”

Erê heta ku ev zimanê belengaz nebê xwedîbazar, jê re serkeftin tûne.

Min dewam kir û got:

– Ewên ku em bi Kurdî baş dizanin, gelo wê bi kurdî navê demsalan bêjê ji me re?

 

Yekî  tilîya xwe bilind kir û got:

-Demsal çi ye, mamoste?

Min got:

-Demsal bi Tirkî jê re dibejin ‘mevsîm’.

Yekî got:

– Ez zanim mamoste.

Min got:

– Keremke xortê hêja bêjê. Bila hevalên te ji bielimin.

Kurik got:

– Adar, sibat, gulan……. demsal ev in mamoste, ne wilo?

Min got:

Na, evên ku te jimartin navê mehan in. Bila be, wê kî navê mehan bi kurdî bêjê?

Yek, diduyan tilîya xwe rakirin. Lê belê her du jî di serî de xetimîn. Min got:

Hûn bi kurdî baş nizanin.

Wê gavê hin xwendekar rabûn ser piyan û gotin:

– Mamoste, pêwîst e em pêşî fêrî zimanê xwe  bibin. Me fam kir ku em hê zimanê dayika xwe nizanin.

Min got:

-Heydêêê zarokên hêja, werin em hînê zimanê xwe yê şêrîn bibin.

Welhasil, zarok heta ku fam kirin ku pêwîst e, em xwe ji vê xewa xefletê hişyar bikin, çavên şeytên peqîyan.

 

Ramazan Yaman

08/10/2013 Batman

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply