MÎTOS Û EDEBIYAT
Mîtosên Kurdo-Îranî di Edebiyata Kurdî de
Shahab Vali & Kenan Subaşı
Di dused salên dawî de bi hişyarkirina hestênneteweyî gelek milet li dû esl û binyad û paşxaneya xwe ketine. Ji bo xweîsbatkirin ûbidestxistina mafê gotinê di dinyaya îro de reh ûrîşên kevin bûne çavkanû û meşrûyeta hebûnê jibo qewman. Weku gelek miletên din Kurdan jî xwe li vê lidaçûnê qelibandine û xwestine nîşanbidin ku ew, yek ji qewmen Îranî yê herî qedîmbûne. Ji bo îsbatkirina vê yekê serî li mitos ûçanda xwe ya kevnar dane û di înşakirinamiletbûnê de ew bi kar anîne.
Di vê kitêbê de ji bikaranina “mitosa Kurdo-Îranî di edebiyata Kurdi de” hatiye nîqaskirin û destnîşankirin. Ev yek bi çar zaravayên Kurdi;di folklor, edebiyata klasik û nûjen de bi heştgotaran hatiye pêşkêşkirin.
Du gotarên ewil teorik in û derbarê peywendiyamîtos û edebiyatê û rêwitiya lehengê mîtolojîkde ne. Şeş gotarên mayî jî derbarê rengvedanamîtosa Kurdo-Îranî di edebiyata Kurdî de ne.
Perwerdeya Zarokan Bi Çîrokan
Kitêbeke Rêber bo Mezinan
Mihyedîn Nahrîn
Çîrok, tenê tiştên xeyalî nînin. Di eslê xwe de û bi peyama xwe alavake perwerdeyê ne. Perwerdekarên zarokan dikarin ji bo her rewşê ji wan re çirokan bibêjin yan jî bixwinin.
Em hin caran ji zarokan re çîrokan dibêjin yan dixwinin, lê bêyî ku em hay ji peyam û tesîra wan hebin. Çîrok rê nîşanî zarokan didin û wan perwerde dikin.
Bandora çîrokan li ser zarokan pir e, lewma divê em mezin hay ji çîrokên xwe hebin.
Çîrokên me ji zarokan re gotî, bi awayekî pozîtîf yan negatîf tesîre li wan dikin. Ji ber vê sedemê divê em çîrokên xwe baş hilbijêrin.
Çîrok dê hertim ji zarokan re rêbertiyê bikin. Emanet, hay ji rêberê zarokên xwe hebin!
Alimekî ji Medreseyê: Mele Heyder Varli
Mehmet Sadık Varli
Seydayê Mele Heyder Varli li gelek medreseyên Kurdan yên navdar xwendiye, îcazet girtiye, paşê li van navendên girîng muderistî kiriye. Ji kesên navdar ders girtiye, paşê ders daye kesên navdar. Mixabin zû, di 53 saliya xwe de jî wefat kiriye. Ew kekê Ebdullah Varli ye, yê ku li Tirkiyê cara yekem weala Qurana pîroz bi Kurdî nivîsiye. Heke Seydayê Mele Heyder di 53 saliya xwe de ji nava me koç nekira bêguman dê gelek berhem li pey xwe bihişta. Herçiqas di serdema wî de qedexeya tund li ser Kurdî dihat meşandin jî gelek xutbeyên bi Kurdî û helbest nivîsîne. Fetwayên wî yên ku bi nivîskî hene û li gor ku tê gotin, ev xutbe ji aliyê ilmî ve di asteke gelek bilind de ne.
Bi hêviya rojek ew jî bêne weşandin…
Bi Dîtin û Şahidiya Min
EBDULLAH M. VARLI
Mehmet Sadık Varli
Ebdullah M. Varli di 72 saliya xwe de wefat kiriye. Ji Bîranînên wî diyar dibe ku 62 salên wî bi tekoşîna li hember neheqiyan boriye. Heta dawiya temenê xwe ji bo Kurdî xebitiye û gelek meteryalên arşîvê civandine.
Di heft-heşt saliya we de dibe serkêşê hevalên we yên zarok. Rawestîna wî ya li hember neheqiyê cara yekem bi tolhildana ji dewrêşê ji hevalê wî re daye çêran dest pêdike.Parastina rastiya pê dizane jî di heman temenî de dest pê dike. Digel hê nû dest bi feqetiyê kiriye, zanînên wî bi sînor in jî ji rastiya pê dizane paşda nayê. Li gorî hîn bûye “zekat para feqîrên gund in, divê li wan were parvekirin.” Dema dibîne temsîlkarên şêxan zekatê berhev dikin bi gotina “neqla zikatê heram e” bertek nîşanî wan dide… Mamoste hemû temenê xwe bi xizmetê borandiye û li pey xwe di serî de Meala Qurana Pîroz, Jînenîgariya Ehmedê Xanî, Dîroka Dugelên Kurd û gelek berhemên din hiştine.