Me Ji 10 Kesan Pirsî Popkurd – 1

Bi te kîjan Kurd dikare Xelata Edebiyatê ya Nobelê bigre?

Bo çi?

Nûhat Deştî

Evdila Peşêwê ku di helbestên xwe de -wekî gelek helbestvanên Kurd- qala eşq, welêt, welatparêzî, pirsgirêka yekîtiya Kurdan, êşa xerîbî û xurbetê û hebûnê dike bi şêweya helbestên xwe di asta helbesta cîhanê de ye. Evdila Peşêw wek helbestvanekî gewre yê Kurdan hêjayî xelata Nobelê ye.

Krîstîn Ozbey

Ku Xelata Nobelê bidine Kurdekî/ê, bi ya min bêguman divê ew Bextiyar Elî be. Bextiyar Elî, bi qasî romanên wî yên ku min xwendine derûniya Kurdan bi zimanekî efsunî û car bi car bi rastiyekê tahl dinivîse. Milletekî ku zimanê wan jî mîna welatê wan perçe bûye di romanên wî de bi vegotinekê tije şîfreyên xurt dibe perçeyek. Bextiyar Elî bûye dengê milletekî di nav şer de ewqas sal maye û dev ji çand, ziman, welatê xwe û aştiyê bernedaye. Axlemîn jî bi romana “Apê min Cemşîd Xan ku her tim bê ew li ber xwe dibir” û “Hinara Dawî ya Dinyayê” dikare bibe berendam. Hema tenê ev hevoka di “Hinara Dawî ya Dinyayê” de ji bo girtiyekî azadiyê ku piştî 21 salan azad dibe, li ser beyabanê teswîr dike, têr dike ji bo Nobelê; ”Wê sehrayê ez kirim qûm, qûmekê tazî, qûmekê ku êdî tu tişt nikare wê bide ser hev.”

Semra Güçlü

Bi ya min divê Bextiyar Elî bistîne, ji ber ku teknîkên ku bi kar tîne û zimanê wî gelekî tekûz e. Mirov wexta kitêbên wî dixwîne têdigihê ku bi matematîkeke pir qeyîm stûnên teksta xwe bi cî kiriye, ev yek jî dike ku bala meriv tim li ser tekstê be û jê nede alî. Herwiha, ji teknîkên “fictionê” gelekî fahm dike û xweş bi kar tîne ku di nav cîhana wêjeyê de û nav zaneyên vî îşî de berbelav in. Û dîsa ji ber ku ji pizava realîzma efsûnî îstîfade dike û vê yekê di tekstên xwe de baş bi cih dike; bi ya min gelekî serkeftî ye, dibe sedem ku ew bibe xwediyê xelata Nobelê. Dîsa tiştekî din jî, di metnên wî de “navmetnî” gelekî girîng e û ew di bikaranîna vê teknîkê de jî biserketî ye.

Erol Şaybak

Ev pirsa meşhûr û ne-meqbûl me zêde zêde bêhnteng dike, niza’m ji ber çi ye. Her dildarê edebiyatê baş dizane ku xelata Nobelê didin wan zimanên “xudan-dewlet”. Piştevaniya hikumetekê ji bo edebiyata me elzem e. Îro ro, Kurdiya me ya malê, ji ber derbên xedar yên dagirkeran, hema bêje nîvkuştî ye. Ma çima Nobelê bidin zimanekî birîndar? Her lefza nivîskî -çi Soranî çi Kurmancî çi jî Kirdkî- beriya xelateke navdar divê bibe xudanê piştevanekî qewî û statuyeke resmî. Xeyn ji van şertûmercan, eger em gihîştin mirada dilê xwe û bi xeletî (?) Nobel dan edîbekî Kurd, ji miriyan Ehmedê Xanî, ji zindiyan Occo Mahabad, ji Soranan; Evdila Peşêw, ji Kurmancan; Şener Özmen, bi her kîte û kelîmeya xwe, hêjayî vê xelatê ne. Ema yek heye ji zû de axaftina xwe ya Nobelê hazir kiriye û li bendê ye: Bnr. “Pirça Winda”. ‘Esas, hemî ş’air û edîb û nivîsendeyên Kurd li benda vê xelatê ne (di dilê xwe da) lê ji nav ewqas qiyameta Kurdan tenê axaftina Mihemed Şarman hazir e. Ev jî ‘eyba me ye. (Pirsa we zehf m’enîdar e…)

 Rûken Hekaryan

Ger rojekê nivîskarek Kurd Nobelê bistîne ew ê teqez Bextiyar Elî be. Romanên wî ji romanê zêdetir şahidên serdemên dîrokî ên Kurdan dikin. “Romanên wî xwediyê tewneke resen in” (Hevoka Zilkif Ergün e). Bextiyar Elî, bi ziman û şêwaya xwe ya cihêreng ku mirov dibêje qey bûyerên rast in, metaforan ji metaforbûnê derdixîne.Wek firîna Apê Cemşîd. Min teqez bawer dikir ku eve çîrokek rasteqîn e û Apê Cemşîd yekî wisa bû ku hertim bayê ew li ber xwe dibir. Romanên wî hem ji aliyê dîrok û jiyana Kurdan ve, hem jî ya Rojhilata Navîn ve têr û tijî ne. Nêçîrvanê girêyan e. Bextiyar Elî xwediyê cihneke cûda ye ku vê bi hostatî vedibêje. Bo min roman jiyîna tişta ku dixwînim e, Bextiyar Elî jî vê tehmê ji heddê xwe zêdetir bi min didet hîskirin.

Evdî Hesqera

Berhemên kê bêhtir bên wergerandin, ew ê Nobelê bigre. Dibêm qey herî zêde romanên Bextiyar Elî hatin wergerandin.

Hîvran Bayat

Bi min ew kes Bextiyar Elî ye. Ji ber ku roman û pirtûkên wî ne tenê ji bo kurd û kurdistaniyan e. Di vebêja Bextîyar Elî de metaforên wiha efsûnî û her wiha jî rasteqîn hene ku, şîroveyan van tiştan bi takdîra xwendevanan xwe nîşan dide  û diguhere. Ji van pêştir jî niviskarê me ji alê afirîna karakteran ve geleki serkeftî ye, kesên ku pirtûkên wî xwendibin, ne mumkin e ku qehramanên romanên wî jibîr bikin. Meriv dizane ku ev roman û karakter bi mêjîyekî layiqî hemî xelatan tên nivisandin.

Emerîkê Sidîqayê

Xelata Nobelê ne tenê pîvana edebîyata milettekî ye, pîvana edebîyata dinyayê ye. Lazim e berhemeke wisa bête afirandin ku bi terz, şêwe û naveroka xwe ve çixireke nû ji edebiyatê re vebike. Ango li gorê qaîdê edebîyatê bêqayde be! Lewra ne tenê di beşa  wêjeyê de di beşên din ên ku hêjayê Xelata Nobelê têne dîtin, keşifên terr û teze ne. Vêca keşifeke wiha di edebîyata Kurdî de kî/ê çêdike, ku ji edebîyata cîhanê re kap biavêje?

Bi ya min be Kawa Nemir di vî îşî de gelek serkeftiye. Kawa, ne ku tenê di edebiyata Kurdî de, di edebiyata cîhanê de jî çixireke terr û teze ye. Çima? Lewra edebiyata Kawa; terz û şêweya xwe ve harmoniya edebiyata Rojhilat û Rojava ye. Heta niha di edebiyata dinyayê de kêm kesan li vê harmoniyê ceribandine. Ceribandina vê yekê şarezatiyeke dixwaze ez dibêjim şarezatiya Kawa Nemir têra vê meselê dike.

Pınar Kaya

Dikarim bêjim Bextiyar Elî. Di warê edebiyata Kurdî de, bi ziman û vegotinê xwedî tarzeke cuda ye. Pirtûkên wî bi şêwazeke herikbar balê dikşîne û meriv naxwaze ji destê xwe deyne. Helbet bi du sê hevokan nivîskariya wî nayê nirxandin lê ev rastiyek e ku wêjeya Kurdî bi nivîskarên weke Bextiyar Elî wê di asteke bilind de cî bigire.

Abdulhakim Baş

Li gor min Xurşît Mîrzengî hêja ye. Krîterên Xelata Wêjeyê ya Nobelê çi dibin bila bibin ger mijar bibe wêje li gorî min raste rast mijar dibe ziman lewra wêje bêziman nayê kirin. Jixwe ji van krîteran yek jê jî bikaranîna şêwaza ziman e. Ji çaxa dinya avabûye û heya roja me kî zane bê çend ziman ji ser rûyê dinyayê têk çûne. Kîjan ziman li ber mirinê be divê wêjekar li ser van zimanan berheman biafirîne ku ew ziman bi her awayî dewlemendiya xwe biparêze. Lewra wêje dewlemendiya ziman derdixe holê. Li ser van fikran bi qasî min xwendiye nivîskar Xurşît Mîrzengî jî dewlenendiya Kurdî di berhemên xwe de bikar tîne. Ev yek nayê wateya Kurdî li ber mirinê ye lê ji ber ku Kurdî dibin ewqas polîtîkayên qirêj de maye û ji aliyê Kurdan jî her ku diçe kêm tê axaftin, têkûz û dewlemandiya wê jî tê jibîrkirin. Nivîskar bi kîjan zimanê dibin zilmê de be, berhemên hêja û tekûz binivîse divê ew Xelata Wêjeyê ya Nobelê bidin wî nivîskarî. Li gorî min jî brêz Xurşît Mîrzengî jî bi Kurdiya resen û xwerû dinivîse û ew û berhemên wî hêjayî Xelata Wêjeyê ya Nobelê ye.

PopKurd, Jimar 1, Gulan 2018

Derbar Rêvebir

Check Also

Eskerê Boyîk: “Civakê rewșenbîrê xwe nas dikir û, qedrê rewșenbîriyê-xwendevana li nav xelkên me da zêde bû”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Eskerê Boyik ji kerema xwe, tu dikarî …

Leave a Reply