…
4
Kesê ku nefsa xwe islah nekê, nikarê dîgeran islah bikê.
Kelîmat
5
Ma gelo tu tenê ji bo dinyayê hatîye aferandin ku tu tevê zemanê xwe li wê xercdikê!
Kelîmat
6
Kesê ku misafir be, qelbê xwe bi tiştekî ku bixwere nebê girênadê.
Mesnewî-i Nurîye
7
Ku tu dost bixwazê Allah bese. Belê ku ew dost be, hertişt doste.
Nektubat
8
Ew mirina ku lezzetan texrîb dikê û tehl dikê bibîrbînîn.
Lemaât
9
Piştî zewala lezzeten dumana ku dimînê, gunehin.
Mesnewî-i Nurîye
10
Jin ji hêlîna xwe derketine
beşer ji rê derxistine, pêwiste vegerin hêlîna xwe.
Kelîmat
11
Kesê ku qenaetê bikê wê iqtîsadê bikê; ê ku iqtîsadê bikê wê bereketê bibînê.
Mektubat
12
Bi mirinê cesed belav dibê, ruh baqî dimînê.
Îşaratu’l-İcaz
13
Daîra helal ferehe, kafîyê kêfê tê. Hîç luzum tune ku meriv bikevê heremê.
Kelîmat
14
Ku nimetên derbasbuyî te şukra wan nekiribê pêwiste ku tu şukra wan qeza bikî.
Mesnevî’i Nurîye
15
Şukur nimetê zêde dikê, xefletê direvînê.
Lemaat
16
Ji bonî pişt qebrê bixebitin, seadet û lezzeta heqîqî di wirdeye.
Mektubat
17
Ji kesê ku bibê ebd ji Allah re hertişt musexxere. Ji ê ku nebê re hertişt dijmine.
Mesnevî-i Nurîye
18
Ji bo ku derîyê pevçunê werê girtin, derîyê benqeyê bigrin.
Kelîmat
19
Tefekkur xefletê îzale dikê
Mesnewî-i Nurîye
20
Dema ku tiştek bi temamî bidest neyê xistin, ne caize ku meriv wê tiştê bi temamî terk bikê.
İşaratu’l-İcaz
21
Belê hêvîdar bibin. Di nav vê inqîlaba istiqbalê de sedaya herî mezin, wê sedaya Îslamê be.
Tarîxçeya Heyat
22
Bingeha ilman, şah û padîşahê ilman; ilmê îmanêye.
Kelîmat
23
Secdeyeke bi serî ku ji bo Allah bê ew îbadete, bo xeyrî wê delalete.
Mesnewî-i Nurîye
24
Qur’an ji qelban re quwwet û xidaye. Ji ruhan re şîfaye. Tekrara xidayê qut zêde dikê.
Mesnewî-i Nurîye
25
Bêje ” çiqas delal hatîye aferandin “, nebêje ” çiqas delale “.
Kelîmat
26
Eger nexwestane bidê, xwestin nedida.
Mektubat
27
Xwe mezin nede xwuyakirin tê piçuk bibê.
Kelîmat
28
Meraq mamosteyê ilmêye.
Sunuhat
29
Eger tu mal bixwazê qenaet bese.
Mektubat
30
Eger te dijmin bivê, nefis bese.
Mektubat
31
Di tiştekî ku têde dewam tunebê lezzet tuneye
Mesnewî-i Nurîye
32
Zaman da xwuyakirin ku Cennet ne arzane û Cehennem jî ne bê luzume.
Mektubat
33
Gunah, di heyata ebedî de nexweşîyên daîmîne.
Lemeat
34
Nexweşî xefletê belav dikê, axîretê didê fikirîn, mirinê texettur dikê.
Lemeat
35
Dunya madem fanîye, nehêjaye elaqeya qelbî .
Mektubat
36
Kesê bawerî qederê bikê, ji xeman rizgar dibê.
Şuâ’at
37
İnsan hatîye vê alemê da bi wasiteya ilim û dua tekamul bibê.
Kelîmat
38
Rehetî di zahmetîyêde ye, zehmetî di rehetîyêde ye.
Lemeat
39
Tenê yek seet, kafîye bo pênc demê nimêjê û destnimêjê.
Kelîmat
40
Madem Allah heye. Elbette âxîret heye.
Kelîmat
41
Lezzetên dinyayê ditijbine hunguvînê bi jehr. Li gorî lezzeta wê elema wê heye.
Mesnewî-i Nurîye
42
Hêza ku çavê pêşîyê aferandî, roj jî wî aferandîye.
Mektubat
43
Di vî zemanî de ihsaneke herî mezin, wezîfeyek, xilaskirina îmanê ye.
Lahîqeya Emîrdaxê
44
Dermanek, ku ji heddê xwe derbas bibê, derd tînê.
Mektubat
45
Digel ku zeman ixtîyar dibê, Qur’an ciwan dibê.
Mektubat
46
Eywax ! Em hatin xapandin. Me ev heyata dunyewî sabit zankir. Ji ber wê zennê me tev tev windakir.
Kelîmat
47
Destavêtina umumê, terkkirina umumêye.
Muhakemat
48
Eger we lezzet û zewqa heyatê bivê, heyata xwe bi îmanê heyatdar bikin û bi feraidan zînet bikin û bi durketina ji gunehan muhafeze bikin.
Kelîmat
49
Kesê ku delal binêrê delal difikirê. Kesê ku delal bifikirê ji heyata xwe lezzetê distînê.
Mektubat
50
Ciwanê herî bextewar ewe ku; wekî ixtîyara mirinê bifikirê ji âxîreta xwere bixebitê, nebê esîrê hewesatên ciwanîyê û di xefletê de nexeniqêye.
Mektubat
51
Di lezzeteke dunyewî de gelek elem hene. Wekî ku hebeke tirî bi we didê xwarin, lê wekî ku deh şemaqan li we bidê lezzeta wê direvînê.
Kelîmat
52
Netîceya derbaskirina hêza ciwanîyê di îbadet de : Di Dâr-ı saadetê de ciwanîyeke ebedîye.
Kelîmat
53
Teslîmî qederê bibe ku, tu di selametê bimînî.
Mesnewî-i Nurîye
54
Îslam emir dikê ku mu’minek ji mu’minekî ji sê rojan zêdetir nexeyidê.
Kelîmat
55
Di insan de demara herî tehluke, enanîyete û damara wî ya herî zeîf ewe.
Mektubat
56
Fîyetê nimet û Rahmet-a Îlakî şukre.
Lahîqeya Emîedax
57
Rêya xilaskirina îmanê û bihêzkirin û tehqîqkirina wê ya herî kurt û hesan di Rîsale-î Nur de ye.
Lahîqeya Qastamonu
58
Tişta herî girîng ya ku Xaliqê Rahman ji îbadê xwe dixwazê şukre.
Mektubat
59
Bo kê Allah hebê, her tişt bo wî heye û bo kê tunebê, her tişt jêre tuneye, hîçe.
Kelîmat
60
Her tişt bi qederê hatîye teqdîrkirin. Ji qismetê xwe razîbe, da ku tu rehet bibê.
Mesnewî-i Nurîye
61
Dema ku di âxiretê de eserekî ku te xilas nekê tunebê, di dinya’ya fanî de jî ti qîmetê nede nede eserên ku tê bihêlê.
Mesnewî-i Nurîye
62
Dîn heyata heyatêye, hem nura wê, hem esasê wêye. Vejîna vî milletî bi vejîna dîn pêk tê.
Ķelîmat
63
Mirovê ku li ser hesabê Allah li kâînatê binêrê, ew çi muşahede bikê ilme.
Mesnewî-i Nurîye
64
Şohret, tişta ku ne malê insan be jî, dixê malê insan.
Muhâkemat
65
Mukerremtirînê mexluqatan, belkî insanê ku herî a’lâye, eger xira bibê,ji heywanê xirab bêhtir xiradibê.
Lemeat
66
Nexweş pêşî bila li xwe binêrê, piştre dikarê li Nexweşan binêrê.
Mektubat
67
Dibin perdeyên kirêt de, netîceyên xayet delal hene.
Lahîqeya Emîedaxê
68
Rızaya zulmê, zulme.
Lahîqeya Qastamonu
69
Xatirê heqqîyê bilinde, lazime ji ti xatiran re neyê fedakirin.
Munazarat
70
Ruhê îbadetê, ixlase.
Îşaratu’l-İcaz
71
Di îslamîyet’êde Piştî îmanê heqîqeta herî mezin nimêje.
Tarîxçeya Heyat
72
Eger tu zêde ji mal heskê, ne bi hirsê, belkî bi qenaet bixwaze, da ku gelek werê.
Mektubat
73
Xiybet, sîlaheke alçaqe ku ehlê edawet û hesed û înadê herî zêde bikartînine.
Mektubat
74
İlmê ku hezim nebuyî, lazime newê telkîn kirin.
Kelîmat
75
Ku Cenabê Heq ji ebdê xwe hesbikê, dinyayê ji wî dixeyîdênê, kirêt didê xwuyakirin.
Mektubat
76
Eger win lezzet, zewq, saadet û rehetîyê bixwazin; bi keyfa di daîreya meşru de iktîfa bikin. Ew, kafîye ji keyfa we re.
Kelîmat
77
Zalim di izzeta xwe de, mazlum di zilleta xwe de dimînin û ji vê derê goçber dibin diçin. Naxwe ew li mahkeme-i Kubra têne hiştin ( danîn ).
Kelîmat
78
Ev weswese tiştekî wisaye ku, cehalet wê dawet dikê, ilim wê red dikê. Tu wê nasnekê tê, nasnekê diçê.
Kelîmat
79
Hirs, sebebê mahrumîyatê ye, lê tewekkul û qenaet wesîleya rahmetin.
Mektubat
80
Dua, ruhê ubudîyetêye û netîceya îmanekî xalise.
Mektubat
81
Dostê cahil, dikarê biqasî dijmin zererê bidê.
Muhakemat
82
Quweta îmanê astenge ji laqeydbunê re û iştîyaqa îbadet ji sefahetê re.
Lemaat
83
Tişta ku insana zindu dikê hêvîye, dikujê bêhêvîbune.
Mektubat
84
Pêwiste ku quwwet ji heqîyê re bibê xizmetkar.
Kelîmat
85
Kesê ku qederê tenkîd bikê serê xwe li çekuç dixê, dişkînê. Kesê ku i’tîrazî rehmetê bikê, ji rehmetê mahrum dibê.
Mektubat
86
Musîbet; netîceya cînayetê û muqeddîmeya mukâfatê ye.
Mektubat
87
İstiqbal tenê û tenê wê bo Îslamê be û hakim, wê bo heqaikên Qur’an û îmanê bê.
Xutbeya Şamê
88
Heqê mezin tuneye ku tekebburê li hember piçuk bikê.
Mesnewî-i Nurîye
89
Hikmet û arnanca rêkirina insan bibal vê dunyayê ve; naskirina Xaliqê Kaînatê û bawerîya bi Wî û kirina îbadete.
Şuâât
90
İnsanek ku başîyên wî kemmîyeten û keyfîyeten ji xirabîyên wî zîyade werê, ew insan musteheqê muhabbet û hurmetê ye.
Lemaat
91
Çawa ku bi weşandina dara gihaştî fêkîyê wê diweşin; reerîya nexweşê mu’min jî, wisa gunehan diweşînê.
Lemaat
92
Tengasî, muallimê sefahetê ye.
Sunuhat
93
İhtiyaç, ustadê medenîyetê ye.
Sunuhat
94
Çawa ku carna di seadetê de felaket heye, ji felaketê jî seadet derdikevê.
Sunuhat
95
Çêkirina her tiştî ji tiştekî û çêkirina her tiştî tiştek, karekî bi xasê xaliqê her tiştîye.
Kelîmat
96
Ustadê ehlê zindiq, şeytane.
Mektubat
97
Îmran hem nure, hem quwwete. Belê mirovê ku îmana heqîqî bidestbixê,dikarê ji kâînatê re meydanê bixwînê û li gorî quwweta îmanê dikarê ji tezyîqata hâdîseyan rizgar bibê.
Kelîmat
98
Belê, ustada insan a herî yekemîn û muallim a herî bi te’sîr ,walîdeya wî ye.
Lemeat
99
Çavê înadê, ferişte/ melaîket şeytan dibînê.
Kelîmat