Rêzehevpeyvînê Jina (26) – Evîn Çîçek (2)

  Beş – 2  

Lokman Polat – 6) Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

Evîn Çîçek: Niviskarî bibe karek(şixulek) profesyonel. Ne bi amatorî pênus verin şixulandin. Niviskar serî de nebin kopyaker, texlîdkerên hin kesên din. Bi têybetîya, cûdatîya xwe werin naskirin. Mihra xwe li demê bixînin. Bibin mînak. Berhemên wer binivsînin ku zu bi zu neyên bîrkirin. Berhem deng vedin. Bibin anaxtara nasandina netevekî. Mihra xwe li demê û sedsalên pêşerojê jî bixinîn. Her niviskar mecburê bê derew(vir, partav), teybetîyên herema, ciwata, neteva xwe, yan jî herema ku herî rindtir(baştir) nasdike bigire dest. Nefire, ji rastîyan dûr nesekine. Jur de sêri mijarê neke. Bi lêkolîn, bi zanabûn, weku bisporekî nêziki mijara xwe bibe.

Xandevan gêj, bêfam, dem kuştvan(birandker) ninîn. Pêwîste xandevan, kesên ku berhemê dixînin, demê anda nekin. Bi xandinê tiştan hûbikin.  Hevok wan hêsîr bigirin, pirsan çêkin. Li bersivan bigerînin.

Heta ku em xwe bi rêxistin nekin, bi çalekîyên şexsî profesyonelî, pêzanîn, dewlemendîya ku em xeyal dikin çênabî. Niviskare/a ku hêla aborîda nav tengasîyanda be, bi serê rehet nanivsîne. Bi sedan sed xwa nade mijarê. Nikay gora wastina, armanca xwe berheman bide. Niviskarê/a ku bi qelema(pênusa)xwe nekare xwe, zarîyên xwe xadî bike, nikare zêde bibeze! Zu diqefile(diweste). Bê xastin dimîne.

Partîyen kurdan dixwazin niviskar bibin alîgirên, malên, berdevkên wan! Kesê ku bibe bindestê serokê partîyan nikare bi rihê azad binivsîne. Ji tixuban(sinor) derbaz nabe. Dibe berdevokê serokpartîyan! Rêvebirîyên partîyên kurdan, niviskarên serbixwe, tikitenê dêylin. Bi nêzikbûyînên xwe jî wan difetisînin. Dibin sebebê kûrbûyînê, bêhêvîyê. Kes li wan tiştekî naxwaze. Bila astengîyan dernexînin, buxtanan nekin, ambargoyan daneynin bese.

Îro hikumeta başur dikare seba alê weje de gora demê pêşvaçuyîn çebe, projan bide amadekirin. Dest bide niviskaran. Dîtînan, ramanan bigire. Navbera niviskaran de danustandinan çêbike. Bi ciwatên teybetî moralan bilindbike. Rîya zêdetir, rindtir berhemdayînê veke. Medyayê de mijara wejeyê ra gora pêwîstîyan cî veqetîne. Berheman li xandevanan bide nasandin, hezkirin. Binyata xandina kîtaban bavêje. Dagirkeran, kîtab weku dijmin(neyar), sucdar, sandixên xirabîyê nîşandane, nîşan didin. Tirs ava kirine, hêjî dikin. Tenê bi projeyên teybetî ew tirs li holê radibe. Bi projeyên hezkirdinê şexsîyet bê tirs dikarin destên xwe dirêji kîtaban bikin. Dibistanan de, saziyan de, malan de gora programan kurmanc ku hûnbin xandinê, êjmara xandevanan jî zêde dibe. Asta (sewîye) xandinê ku bilindbû, ya niviskar jî bilind dibe. Yê/a ku xwe bilind neke nay xandin. Zêde xandevan, asta bilind dibe sebebê xwe nû kirina niviskar. Xasteka nivisandinê dide ber xwe, dibezînê. Niviskar xwe mecbur dibîne qalîtê bilindbike.  

Lokman Polat – 7) Pirtûkên We yên helbestan hene. Li gorê We helbest çiye?

Evîn Çîçek: Heta naha sê pirtukên min yên helbestan hatin çapkirin. Min pir helbest jî nivîsandîne. Nedane çapê. Gora min helbest terapîya psîkolojîke. Yen ku helbestan dinivsînin pênus û xetêra (kaxizêra) deng dikin. Hestên ku hundir da hêsîr bûne yan şahîyê da ne, yan jî şînê dikin. Her ku xwe diçerixînin, me jî dilivînin. Bi rîya qelemê, kunikan dibînin, xwe li tîpan dipêçînin û bazdidin derva. Dikevin govenda azadbûyînê. Bi vê rê canê helbestvan jî sivik, rehet dibe. Ji giranîya baran xelasbûyîn du de tê. Paşê; xandevan dibin şîrîk ! Hevokên helbestan de rewşa rihi ya (giyanî, derûnî) xwe dibînin. Helbest; gillîye, gazine, axîne, awaze, parvakirine……… 

Çawa ku tav çavika ronahiyê ye, çawa tav û ronahî ji hev nayên veqetandin û yekîtiya diyalektîk nîşan didin, helbest û helbestvan jî wekî wan girêdaiyeke diyalektîk û xwezayî nîşan didin. Tav ku tîrêjan bernede, germiya xwe li xwe dûr neke diteqê. Helbestvan jî ku li hestên xwe hevokan nemune, dibayîce, difetise.

Helbestan dinivîsînim, ew nîşan dide ku ez, hestên min, em rastîkine û hene. Fîlozof Descartesê dibê; “Cogito Ergo Sum/difikrim, heme.” Eger pirs bi çima re girêdayî bibe, meri dikare bibê ew çêbûn(jêhatîbûn) jenetîk e, meri dema ku tê dinê xwe re yek tîne (idéae innetiae)? Yan jî “ideae adventia” ji sedemên derveyî bedenê, der û dorê, îdealên derveyî me çavkanîyê digire? Yêkitiya diyalektîk di navbera sedemên hundirî û derveyî de heye. Meri ku bikare cewerên nava xwe tespît bike, ser bişuxule, encamên baş(rind) digire. Ez nizanim ev teybetî û gêrûfî dema hatim dinê vir va herdem canê min de hebû, yan na?

Çiyayê Çengeliyê seba Kurmancên heremê pîrozgah, ziyaret bû. Gundê min Çîmen jî li bin lingan ava bibû. Wî, em bi avihêşînahîya xwe xwadî kirin. Fera, pakişîya xwa da me. Çengelîyê ruhekî yêkbûyînê, hevgirtinê, li hevidi hezkirinê, loxme parvakirinê dida niştecîyên gundên dora xwe. Hemî teybetîyên ku temelê xwe li ola Zerdeşt digirin li heremê, ser me bibandor bûn. Loma Çengelî pîroz bû.

Malên me de saza ku di cem û civatên de, rojên dînî de, seba nîyazan-îbadetan, yan jî seba şahiyan, kêfxweşiyan dihat xebitandin, rihê wêjeyê, muzîkê dida me. Wêje, muzîk li me dida hezkirin. Çawa çiyayê Olympos wekî ziyaret ser gelê Yûnan(Grek-Helen) bandor kiriye, helbestvanên Helen ew esas girtine, xwezaya me jî li ser me hêla pozîtîf de tesîr kirî ye. Ew eşkere ye. Muzîk û wêje, di herêma min de, qedexe, yan jî guneh ninin. Hest wek helbest, kilam, kenok, çîrok, destan bi rehetî tên gotin. Saz, dûllî(bilur) û ensturomanên din jî wan re yêk tên bi karanîn. Loma helbestvaniya min gelek xweza ye, normal e.

Herwiha, çiyayên, dar û berên, çemên me yên pîroz em xwedî kirin. Xalîya(axa)mey ku kalipîran kiribûn teberik bi daynana ser ziman, xwarin wê, hêla rihî de em li tengasîyan dûr digirtin, diparastin. Ew ku ket zikê me, me xwe serkeftî, bi fêr, bi hêz hîs dikir. Ne psîkolog, ne psîkyatr, ne jî nexaşxane pêwîstbûn. Bi nêzikbûyîna qîymet dayîna xezaya xwe, em dibûn weku hesinên bê zeng. Xwezaye me, xwebawerî, xwestin, armanc, hezkirin, rihê hevgirtinê, yêkitîyê, parvakirinê dida me.

Li gor teybetiya herêma xwe, ez dikarim rewşê bi kurtî bidim famkirin; çuçik û hêlin çutan ku li hev nayên qetandin, cudakirin, merîyên herêma min û ez jî li hunerê, wêjeyê û helbestvaniyê, kilambêjîyê wek wan nayên dûrkirin, veqetandin, cudakirin. Hebûna me hevra girêdaîye.

Em di zikê dayîkan de jî bi muzîk û wêjeyê gir dibinê. Lêkolînvanên zanista beşa merîyan tespît kirine ku muzîk ji bo zarokê di zikê dayîkê de wek derman e. Mêjiyê zarok perwerde dike. Dema pêşveçûyîna hestan zêdetir zindî dike û aliyê pozetîv ve dide berxwe, dibezîne.

Çîçeg beriya hungiv digêşin, vedibin. Ew mêşên hungiv têr dikin. Bê çîçeg mêşa hungiv nikare çêca hungiv çêke. Çavîkan tîjîke. Loma sosyalîzasyona şexsiyetan gelek mihime. Pisporiyê de, bijartina beşan de hîme. Deridor, edetitore, helbestvan xadî û amade dikin.

Helbesta kilasîk a Kurdî; Helbesta kilasîk a Kurdî di bin bandora şovenîzma çandî ya Ereb, Faris û Osmanî-Îslamî da maye. Helbestvanê/a Kurmanc ji Xwedê, ji Resûlan bi berhêvî bû, berhêvîye. Ji wan alîkarî dixwest, dixwaze. Pesna wan dida, dide. Ew hewildanên vala, pûç bûn, pûçin. Ne Xwedêyan, ne Resûlan, ne Olan, ne jî diayan Kurmanc û Kurdistan li bin lingan rakirin. Welatê qelişandî, neteva bindest her dinalên, dikurên. Bîrin nayên dermankirin. Her îcran û xwûn diherike. Tu feydeya lîstîkvanên olî-dînî û sembolan negihîştîye me, nagêşe jî. Hêviyan li me dem dan borandin, andakirin. Didin borandin, andakirin. Em zêdetir kirin nav tengesiyan. Hêjî nav pîsatîya bindestîyê de manê. Nikarinê xwe bişonê. Pak binê. Olên yêk Xwadê agir berdan malên me. Netewa Kurmanc tarimar kirin. Bawerîyên olîyên cûda netew qelişandin. Millet  ji hev dûr kirin. Hestên netewî kuştin. Pîrozîya xwezaya me dan bîrkirin. Hezkirin kuştin. Wekî jehrî-axu beden, mêjî teslîm girtin. Xwastina xwaş(sax) mayîne, xebatê, berhem dayînê nehiştin.

Dagîrkeran Xwedê jî, Resûl jî bi rêya tebaqa-sinifa olî seba xwe dan şixulandin. Feyda ji wan dîn. Me her tişt, himik wenda kir. Faris, Osmanî û Ereban textên xwe yên şovenîstî bi rîya xelîfan, pîrozgahên ola yêk Xadêyan(mêr) xurt kirin. Nejadperestiya ku bi navê Îslamê û bi berru ket welatê me tu feyda neda me. Rihê zindîbûnê, armanca jîyana vê dinê, xebatê, xwestinê, pêşveçûyînê kuşt. Her tişt seba biheşta paş mirinê kir armanc, weku tiştê herî pîroz nîşan da. Kurdan dev ji vê dinê berdan.  Bi tirsa cehenemê teziyan. Pirsgirekên welatî, netevî bîr kirin. Bi anaxtara ummet hatin tezandin, xapandin, dagirkirin, kud kirin. Her hêlê va tevabûyînê ve rû bi rû man. Nav mija tezîbûnê de derneketin. Bi zelalî deridor nedîn. Rewş famnekirin.

Desmond Tuto yê Efrîka ya Başur dibê; “Dema çerm sîs(sipî) hatin. Herda me, kîtaba pîroza wan(bîbl) hebu. Wan me re gotin “Çavên xwe bigirin, seba Xwede û lawê Xwadê duan(nîyazan) bikin.” Me jî wer kir. Dema me çavên xwe vekirin, bîbla, kîtaba pîroza me, herda çerm sîsan hebû.” Yanê ser navê Xwede çerm reş hêla çerm sîsan ve hatibûn xapandin, dagirkirin. Her tişt anda kiribûn. Halê Kurdistanê û netava Kurmanc di rastîya nav van hevokan de pir eşkere tê dîtin.

Loma ez dikarim bibêm helbesta kilasîk a kurmanc nav mija olî-dînî da hesp bezand. Bi hêla negatîv û (pesndayîn) metker antî-Kurdistan û antî-kurmanc bû. Li hember berjêvêndîyên Kurdistanê û kurmancan kon vedabû. Tîr avitin. Kesên bawermend bi riya helbestan, bi nezanîn bûn dest û lingên şovenîzma olî ku weje û çanda me maf kir. Weje, ziman hundir da, nav malên me de hatin dagirkirin. Hêsîr ketin.

Ji hêla(aliyê) din ve, bi pozîtîfî helbesta Kurd a kilasîk dest daye serxwebûn û azadiya Kurdistanê. Li hember nejadperestiya Ereb, Faris û Osmaniyan derketiye. Ji wî alî ve tê qebûlkirin û parastin. Ez aliyê kevneperest, newelatperver, newelatparêz rexne dikim. Pêwîst e zanayên wê mijarê bi objetîvî agahdariyê bidin civata me. Xeletî û jarbûnên helbestvanên me bidin berçavan.

Helbestvan ji her alî ve çiqas zana be, weqes bi zanabûyîn, rehetî dinivsîne, şîrovan dike. Yên ku mêjî bi hêla îdeolojiyên ku dijminiya (neyartiya) me dikin, hatine dagîrkirin, xizmeta me nakin. Ji biyaniyan re dixebitin. Wêjeya wan dewlemend dikin. Qilavuzên rih, rêç wendakirî ne.

Helbestvan xwedî dîtinekê ye, îdeolojiyekê ye. Di deriyekê de sêri cîhanê dike. Nêzîkayiya wê/î ya hunerê li gor komkirina zanîna wî/ê, bixwe ye. Nêzîkbûyîna şexsiyatan, kom û kufletê, civatê binyatê xwe sosyalîzasyona wî/ê de digire. Mafê bijartinê jî dest da ye. Merîyê lêkolînê neke, dinê re eleqedar nebe, nexwîne, çavdêr nebe, nikare berhemên balkêş û nemir binivîsîne. Bi teybetî em Kurd nikarin demên xwe bi tiştên romantîk û sivik derbas bikin. Helbestvan ku xwedî rêza mafê mirovan, heyvanan, xwezayê bibe, dikare wekî mamostekî/ê civatê bi helbestên xwe perwerde bike. Zanîn, helbestvan dike wek stêrkê bê alternatîv. Di ser derenciga herî bilind de herdem dide sekinandin. Ew, gêr nabe, gildorî nabe. Seba xwepêgirtinê tiştan dibîne. Ji bo helbestnavê/a Kurd tiştê herî girîng xelaskirina çand, weje, netew û welat e. Pêwîst e ew armanc bi evînek, hûmanîzmek cîhanî ve were xemilandin.
Ez helbestên xwe de jîyana civaknasî, rewşa Kurdistanê, halê netevê, zilma-nêzîkbûyîna dagîrkeran, şewitandin, komkujî, tekoşîn, evîna serbixwabûnê, azadîyê…gelek tiştan digirim ber çavan. Mijarên helbestên min, min jî, welatparêzan jî dêyşînin. Tabloya xwe bi rastîyan neqş, çînik dikim. Dem, herêm, deridor, bindestî, evîn, azadi, buyer bi rengan tên tarîf kirin. Hêza(fera) nivisandinê li hêjayên netev û welatê xwe digirim. Kona helbestê datînim û dixemlînim.

Ez nikarim wekî endamên wêjeya dîwanê bi vezna aruz dirêjîya rîyên, şaşikên şêxên Ereb, Faris û yên din binivîsînim, pesna wan bidim. Jîyanên, têkilîyên wan wek mijar bigirim dest. Kedxwaran, xapandvanan met bikim. Pesnê wan bidim. Seba min çavkanî netevîne. Nikarim li wan dur bikevim. Helbest, çalakiyek, berhemek ramanî ye. Hunera şexsîye. Bi dîtina Kant, hunera helbestê ji hêla hûtbûn û meleka fêmkirinê ve tê gerandin. Ew berî diguherîne. Hunera helbestê lîstika hestan e, aqil e.

Bi baweriya min hunera helbestan lîstika aqil nine. Ez tê de şiûrê, ramanê bi hev re dibînim. Helbest seba min muzîkala şahî û şînê ye. Nînîka muzîkalê hîmê helbestê datîne. Ez ku bin tesîra(bandora) buyerekê de, pêşvaçûyînekê de mam, li qelem û xetê digerim. Bi wan herduyan darên tevna xwe nav hevdida derbaz dikim. Bi hevokan li hev pir kîp girêdidim, dişidînim. Bi  qezîyên ku bi rehetî tên fêmkirin, xapikan davêm ser bendan û pênusê(qelem) weku kelkît lêdixînim. Gotin dikevin rêzê. Bi ahengî piştê didin hevidi.

Ez wekî Aristoteles nafikrim. Helbest haceta texlîdê (jêgirtî) nine. Helbest fîlozofîye, tîmarkirina guh (guçik) û rih e. Helbest û raman, fîlozof û helbestvan tenişta hev disekinin. Afirandina  helbestê,  ji hêlikêva kisbikare (mijûlî, koşîn). Hêla din va ahenga dengî ye. Hem jî devlimendîya, rengdarîya xiyalkirinê ye. Gora ramana min di hunera helbestê de hinav, derûn (şimşat-şikil) yekîtiyeke diyalektîk pêk tînin.

Pilaton li gor teoriya zanîna xwe dibêje; “Beytên ku ji Xwedêyan re tên xwendin, helbesta lîrîk in. Ew diayên ku seba qencî xwestina mirovan tên xwendin in. Ya duyemîn helbesta Logos ya hêja ye. Ew felsefî ye. Ew li cîhana hestên (hissî) wî alî (layê dî), cîhana Logos ên îdeal (mengî) e.”

Helbestên min de ne di şekil de, ne jî di naverokê de sir (pin-raz) tunin. Bi gotinan rastiyên diyalektîk dibirqînin, didin nîşan. Helbesta min sûrrealîst (jurvayî, dervayî rastîyan) nine. Li rastiyên jiyanê mijaran digire. Jiyan, têkilîyên sosyal, berxwedan, tekoşîn…. ya min û ya neteweya min tîne ziman, diqîre, bang dike. Quncikên ku tariyê de mayîne tîne ber çavan. Ez û Descartes di deriyên cuda da sêri dinê dikinê.  Wî ser axa xurt te binyata felsefa xwe dayna. Min li nav xanîyê rastiyên Kurdistanê de, li ser xonçeya kurm ketî de dest bi nivisandina helbestên xwe kir.

Bi helbestan rewş, rastiya welat û neteweya xwe didim naskirin. Di hemû helbestên min de welatê min, milletê min, evînên, êşên, kêfxweşiyên wan û yên min hene. Her helbestek min wekî mijar axînan-keseran bi hestanî li xwe bar dike. Ez hêla netew û welatê xwe têm têrkirin. Helbest parçek jîyana min e. Qîrîna bedena min a bîrîndar û çavdêre. Herikandina hestên minên xemgîne. Çiqas bi hezkirina serxwabûnê, rîzgarîyê hatiye xemilandin, weqes jî dinyaîye.

Bê xwestin û bê biryara me welatê me hatiye qelişandin, parçekirin. Zimanê dayîkê qedexe ye. Ez dayîk im û bi her du zaroyên xwe ve li sirgûne bi hesreta millet û welatê xwe salan diborînim. Di xewnan de li welat digerim. Berê helbesta min li welatê min e. Nikare xwe vegerîne hêlik din. Herd hêla xwe va dikişîne. Ew wek sîtav(şewq), min, me nîşan dike. Navnîşan naguhere.

Ez welatê xwe di rihê xwe de digerînim. Tirajediya, êşa welatê xwe bi helbestê tînim ziman, nîşan dikim. Kesî rehber nagirim. Texlît nakim. Gora xwe, teybetiya xwe dinivsînim. Tirajediyan bi destanî, wekî destan tînim ziman. Helbesta min hestên, axînên, janên, êşên, kêfxweşiyên min dibirqîne. Min tarîf dike, dide nasandin. Qîrîn û hawara min e. Qilavuza ku bi hevokan hatiye munandin e. Wek şûrekî dev tûj bi qezîyan tayên dagîrkeran dibire. Helbest û muzîka gelekê, rewşa civakî ya wî gelî dibirqîne, dide ber çavan. Ya min li vê rastîye dûr, cûda nine.

Mafên mirovan, mafên netewîbûnê di dest milletê min de hêla diz û xwînxwarên modern ve hatine girtin, zeftkirin. Ez ku intellektûelek Kurd im, ezê çawa bê deng, bê helwest bisekinim? Çalakiyên min, tekoşîna min bi riya helbesta min jî dom dikin. Berxwedan, temlê(bingeha) helbesta min e. Loma helbestên min li jinên din, yên xwedî welatên azad gelek (pir) cuda ne. Naverok bi ferq in. Ji ber ku neteweya min bigêşî azadiyê, wekî hemû neteweyên xwedî welat û serbixwe bijî, ez helbestên xwe mîna enextareka(kilîtike) derî didim şuxilandin (xebitandin). Nivîsandina helbestan ji tekoşîna azadiyê dûr û cuda nine. Wekî dêrî û zirzeyê ye. Hebûn û zanabûna min berheman diherikîne. Ez xwe mecbûr dibînim ku binivîsînim. Mîna çemekê hevokan biherikînim. Helbestvanê/a gelê bindest nikare wek kesên di nav rehetiyê de bi mijarên sivik demê biborîne. Netevek bin tehlukeya wandabûyînê da ye. Ez nikarim demên xwe bi helbestên evîna merekî, kesekî biborînim.  Li jiyana rast dûr, di xeyalên ser  rastiyê re demê derbas bikim û binivsînim. Afirandin parçeyek li jiyan û îradeya min e. Çiqas şexsî ye, weqes jî civatî ye.

Serkeftina herî biaqil û serkeftin ji bo me ew e ku em doça tekoşînê bernedin û şerên pêwîst bi hemû hacetên pêk bînin. Loma pênûsê(qelemê) wekî çekekî ji zêr hember dagîrkerên nav me û derveyî me dixebitînim, didim şuxilandin. Xwe berpirsiyar, mecbûr dibînim ku bibim zimanê gelê ku her roj tê kuştin, peliqandin, di bin qedexeyan de dijî û bûye nîv mirî. Hêla din va rehbera, qilavuza min danezana mafên mirovan e.

Ez wek helbestvanek xelasbûn û azadiya jinê, bi rizgarîbûna civata mê re yek digirim dest. Jin û welatekî rizgar, azad, weki dayîka ducanî û zaroka di zik de bi hev re girêdayî ne. Jina ku ji her alî ve azad be, welatê xwe digeşîne derencîga (nerdivana) azadiyê. Ew jin li rêvebiriya welatê xwe de kursiyan bi mêrên dilxwez re bizanebûn parve dike. Xwedî biryar, wekî kesayetiyeke zana û xurt, welatê pîroz ji her hêlê ve dike dewletek sosyal. Ne li xirabûnê re, ne li kevnperestiyê re, ne li bindestiyê re, ne li hêsîrtiya mêran re dibe parzun. Başiyê-rindîyê(qencîyê) re, serkeftinê re, aşitiyê re, xelasbûnê re dibe sêwan. Dibe perverdevana, gêştevana zarokên welatparêz, modern, heqnas, heqzan. Nabe xadima helişandinê, avakirinê re mînakiyê wek armanc diparêze.

Lokman Polat – 8) Dibêjin helbestvan diltenik in, nazik in, narîn in, gelek baş û qenc in. Gelo Tu bi xwe jî wehayî û ev ji çi tê?

Evîn Çîçek: Ew dîtin, şîrove tê vê manê; canê helbestvanan de hêla hestên pozîtîf girantire. Nikarin bi rehetî xirabîyan bikin. Li wan jî were kirin, giran tê. Ranagirin, qebul nakin, dêşin. Bê xem nînin.

1-Yan zêde êşîne, hatine êşandin, pelixandin, loma diltenik in, nazik in. Pir zû reaksîyonan nîşan didin. Rindîya, qencîya wan li hember zilmê, zilimkarîye helvesteke, reaksîyoneke. Rola başiyê, rindiyê, qencîyê qebul dikin, diparêzin. Xirabîyê li xwe dûr digirin. Pir zêde êşîne, loma naxazin kes bêyşî.

2- Yan jî bi delalî, qedriqiymet hatine xwadî kirin, gir kirin. Şexsîyet bin darê zorê da natiye qelişandin, parçekirin. Ji encamên hemî zordariyan dûr mane. Her xwastina wan pêk hatiye. Dilteniktî, nazik tî, narîntî ji wê rewşê, jîyanê te. Xirabî nedîne. Nizanin, nikarin xirabiyê bikin. Li rindiyê, qencîyê tamê digirin. Nikarin bêyşînin.

Barên evînan canê kesên wer dagir kiriye. Bê evîn, hezkirin nikarin bijîn. Teybetîyên genetîk, perwerda malbatê ser şexsîyet bûyînê de bi tesîre.

Helbest, dinya min a hundir nîşan dike. Psîkolojiya min dide dest. Her gotinekê manek bar kiriye, dikişîne. Dîroka rast tîne ber çavan, sûçdaran eşkere dike, hesabê dipirse, hişyar dike, şîretan dide, evîna azadiyê, rizgariyê, serxwebûnê di dil û mêjiyan de dide neqişkirin.

Diltenikîya, nazikîyan, narînîya min li bêazadîye, bê serxwebûne te. Ez helbestvana neteva xwadî welat, hêla din va bê welat im. Çiqas diltenik, narîn, nazikim, weqes jî bi hers im. Diltenikîya min, hêrsa min ne şexsîye, ciwatîye, netevîye, welatîye, dîrokîye. Pireya navbera dîroka hatiye anda kirin û ya îro ye. Bendê serîk azadî û serîk bindestî ye. Rastî giranin, dêşînin, bê xew dêylin, çalekvanîyê, berdevkîyê dixwazin.

Her helbestvanek hîssîyata xwe bi helbesta xwe dide nîşan. Gora her helbestvanekî mijarên hissîyatê cûda ne. Bandor kêm yan jî zêdene. Hissîyatê de (hestyarîyê) rastî, rasyonelî cîhana  rihu dide dest.

Homeros’da; hîssîyata qedera mirovahîyê heye.

Hesiodos’da; hîssîyata Xadêyan dibirqe, heye.

Sapho; gora zanînê yekemîn helbestvana Helen-Grek e. Hîssîyata xwezayê heye, bilinde.

Lucretius; xwadîyê hîssîyata rihê-aqlê meran û bi wan eşkere kirina evrenê (gerdûn) ye.

Virgilius; hîssîyata dîroka mirovahîyê heye.

Dante; bin bandrola  Virgilius da dimîne. Xwadê-meri- xebitandina, bikaranîna zimanê dayikê heye.

Lamartine; hîssîyata mirina evîna wî xwe dide dest. Helbesta ku seba gola Lémanê nivisandiye de ew hest eşkere dibe.

Neruda; Canto Generale’de  hissîyata xway heqqê herda emîraka da, xwadîyên herdan de nîşan dide.

Lucretius’da hîssîyat û rasyonelî hevra ne.

Hemoy Xanê, Melayê Cîzîrê, Osman Sebrî, Cigerxwîn xwadîyê hissîyata Kurdistanê ne.

Yên min de trajedîya welat û milettê min hevidi hemêz kirine, dikin. Helbestên min hemî hev ra cîhana minê hundirî û ya dervayî didin famkirin. Dîyalektîka takekesî û gerdunî berhevdane. Raste pir germxwazi (peljenî, hessas), diltenik im. Her başîya(qencîya, rindîya) xelkê dixazim(divêm). Ne mimkine, nikarim xirabîye bikim. Yên ku xirabîye dikin, xwe li kesên wer dûr digirim. Nikarim nêzik biskinim, têkilîyê daynim, denkim. Li wan kesan jî naborim, af nakim. Çiqas diltenikim, weqes jî hember xiraban(nebaşan), zilimkaran dil pola me.

Lokman Polat – 9) Dibêjin; yên nebe evîndar derdê evînê nizane. Gelo tu buyî evîndar? Yanî tu aşiqê kesekî buyî? Yan jî kesekî aşiqê te bûye?

Evîn Çîçek: Raste hetaku tişt neyên serê meran, meri nejî, nizane. Bi gotinan tenê tê îzax (terîf) kirin. Seba min evîn û azadî hevidi dibezînin. Hevra govendêdane. Evîna li azadîyê dûr tamê nade. Evîna ku bike girtî, dibaîcîne, difetisîne. Rihê min, canê min xwadî nake. Berheman nade. Mîna darê hişkbûyî ne sîyê, ne xezalan, ne jî çîçegan û fêkîyan dide.

Canê min bi evînan hatiye dagirkirin. Ez tenê hezi meriyan nakim. Seba min xeza, heywan, tiştên zindî, ne zindî jî mijarên hezkirinê ne. Evîna ku bibe sebebê girtîbûne tehlikeye.  Evîna ku meriyan bike hêsîr, kole tehlikeye. Heta rih li canê meran derkeve, meri hestên hezkirinê canê xwe de  diparêze, xwe re yêk digerîne.

Ez bi hezkirinê hatim perverdekirin. Bi qedriqîmet hatim girkirin. Loma hêsta hezkirinê canê min de bi giranî xwe dide hîskirin. Min hezkir. Hezdikim. Bawerim ku heta bimirim jî ezê hezbikim. Weku dayîk, xang, met, welatparêz, netevperest… hezkirin. Hezkirin, belaye. Weku çoyê ku serî kî de hinguv, serî kî de mêşa hunguv digerîne hundirê meran de disekine. Meri nizane kîjan ro hunguv dide tamkirin, kîjan roj mêş meran da dide, diperçiqîne.

Cara yekemin min hezi xortekî 20 salî kir. Hezkirina xwe neyna ziman jî. Nejîyam. Ew xortê ku Kurmanc bû, li herema min girbibû, 1980’de li Estemolê hêla nijadperestên komara Tirkîyê ve bi gulleyan hati kuştin.

Kurmanc bûyîna, çep bûyîna wî sucê herî mezin bû! Faşîstên ku destên rejîma faşîzanin davî li jîyana wî hanîn. Wê kuştinê pêlên pir giran li canê min xistin. Lerzandinek pir giran bedena min de avakirin. Êşa ku peyda bû naye îzah kirin. Bi salanê dilê min de kon daynaye, ramedîye. Naterikînî, pêsîra min bernade, nare. Wê êşê canê min hêsîr girtiye. Helbesta mina “Rêhevalo, rêhevalo” behsa mirina wî xorte kurmanc û rewşa min dike. Dil ji vê helbestê, min helbesta evînê nenivisandîye.

Wê evînê, mirina evînê min ser şexsîyeta min de rêç hîştin. Loma dema evînan dibînim pir kêf xwaş, şad dibim. Dixazim meri hezi hevdi bikin. Gora xastina xwa bijin. Qet neyşin. Li hev dûrnekevin. Kes wan neyşîne, aciz neke. Hemî xwastekên wan pêk bên. Evîna wan nemir be. Her darê evîne avbidin, hêşin beylin, fêkîyan bigirin. Bin da xwe biparêzin. Evîn şerm nine. Evîn suc nîne. Evîn xirabî nîne. Çi heyfe ku ciwata me da yên xwadî evîn li hevidi dûr dikin. Wan didarizînin, dêyşînin, dipelixînin, ceza dikin. Davîya evînan bi trajedîyan xelas dibe. Wê carê jî rudinin kilaman dibên. Behsa bejnibalan, rindiktîyan, qencîyan dikin. Destanên hezkeran herem herem dibên, nav xwe de digerînin. Hesudên evînan, yên ku hezkirin nebûye para wan, dema evîndaran dêyşinin tamê digirin. Fizul Beko li her heremê hene. Teva nabin. Çandên Kurdistanê şexsîyetên wer digêşînin.

Ku em îro rewşa sosyolojîk-ciwaknasî neteva xwe şîrove bikin, çi heyfe mêrê Kurmanc layiqi evîna, hezkirina xatuna-xanima kurmanc nîne. Çima? Mêrê kurmanc bi sosyolozîsyona xway paşverûu, kevneperest li mafan, heqqan bêxebere. Li azadîyê ditirse. Nasnake! Mêrê kurmanc; olvane, kevneşope. Li jîyana, têkilîyên polîtîkda; dûrû, paşvamayî, fêlbaz(zexel), xêrnexwaz, wekhevîye neparrêz, nexaz e. Evîn, hezkirin meta-mal nîne. Hest bi malê dinê va nayên berdêlkirin. Hestan bi nezanî dikin gorîyê edetitoran. Loma jinên kurmanc yên ku entellektuelin tenê ne. Xwe mecbir dibînin tenê bijîn, tenê biminin. Mêrê kurmanc serkeftina, serfîrazîya, pêşvaçûyîna, azadîya xatuna kurmanc qebûl nake, ranagire, lê ditirse! Loma xanima kurmanc mafê, heqqê hezkirinê naxebtîne(naşixulîne). Tenê mayînê weku parastina mafên takekesî dibîne. Rê, çareserî namîne. Yan evîn, hezkirin û bindestîya, sêwana mêrê kurmanc, yan jî nejîyana evînan, hezkirinan û tenê mayîn.

Lokman Polat – 10) Helbestvanê navdar Aragon dibêje : Evîna bextewar tune. Evîndar şad û bextiyar nabin. Dibêjin miradê evîndaran naçe serî. Ji xwe yê ku evînê dike evîna nemir jî nemiradiya evîndaran e. Evîndar bi hevre nacewicin û nagîşin miradê xwe. Lewre jî evîna wan pîroz e, nemir e. Tu li ser evîna nemir çi difikirî?

Evîn Çîçek: Helbesta Aragon ku nav “Evîna bextewar tunne” 1946 ‘da hatiye weşandin. Aragon evîne weku hemezkirina leşkerên bê çek şîrove dike. Evîne hundirê xwe de weku çuçikik bîrîndar xwadî dike. Dibê “Min ra qala evînê bikin û histêran nebarînin.” Ew behsa evîna teybet dike. Ne ya gîştî(gelenpêrî).

Dema Parîs hêla Nazîyan va tê dagirkirin Aragon tev li hev dibe. Ew endamê Partîya Komînîste û netevpereste. Helbesta “Hêlîya(aynika) Elsa” da behsa jina ku hezdike dike. Elsa evîna wî ye. Şîrovan li ser por şekirina Elsa yê dike. Elsa objeyek evîna wî ye. Dixwaze roja xwe bi temaşekirina Elsa yê derbaz bike. Seba Elsa dibê “Nîvîyê trajedîya me da ye.” Aragon nikare xwe li Elsa veqetîne. Elsa çavkanîya azweriyên (ihtirasa) Aragon e. Dema meri bi objektîfî mijarê digire dest rastîk din dîbîne. Elsa li tenişta Wî ye, ne dûre. Aragon bîna canê wê dikişîne. Hêlîyê de seri Elsa dike! Ev nakokî(mixrik)ye îşan dide. Ew narsîzmê eşkere dike. Ew mijara psikanalîzê ye. Evîn sebebê kêfnexwaşîyê , bêbextewarîyê nîne.  Navbera wan de ahengî, hezkirin tunne. Jîyana Aragon kêfxwaşîyê nade Wî bixwa. Pirsgirek binyata xwe li teybetîyên Aragon digirin. Nikare bersiva xwastinên Elsa bide. Wê kêfxwaş bike. Hesuduya derxunê, cîyê, şeyê Elsa dike! Sêri rûyê Wê nake. Li hêlîyê da li Elsa digere. Elsa xeyalî evîna Wî ye.

Lokman Polat – 11) Di gel helbestên evînê tu çîrokên evînê jî dinivîsî yan na?

Evîn Çîçek: Helbestên evînê de mijar milletê, netewa, welatê, xwezaya min e. Çîrokên evîne nanivsînim. Lekolînan de kesên ku min dane deng kirin jîyanên, serborînên wan nivisandine. Ez bi ciwaknasî, dîrokî, psîkolojîk, lekolînvanî nêziki mijaran bû me. Nav de hezkirin jî hene. Parçeyên jîyanê hatine dengkirin. Gora min zanînê de, hunerê de şerm tunne. Loma ez bi feretî nêziki mijaran dibim.

Lokman Polat – 12) Di edebiyata kurdî de rexnegirî heye, tune? Heger heye di çi radeyê de ye? Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Evîn Çîçek: Ew neteva ku dîroka wê hatiye anda kirin, welatê wê hatiye dagirkirin, bê dewlet e, wejeya wê bîrîndar e. Trajedî hespan dibezînin. Çeper li ber serkeftinan, pêşvaçuyînanin. Negêştîye merhela ku tê xwastin. Ew wejeya ku xwadîyê trajedîyane, bîrîndare, meri dikare kîjan rexnan lê bike!?

Ez bixwa bi kuranî ser vê mijarê nesekîniyam. Hin kes rexnan dikin. Min hin rexneyên ku li ser hin berheman, niviskaran hatine kirin xwendin. Morala min xirabû. Ew ne rexne, êrîş (xişkirin) bûn. Hezi niviskar bikin, tiştên pozîtif dinivsînin. Pesnan didin. Ku heznekin berikan (fîşengan) davêjin. Hevidi qilêr dikin. Ew rexnegîrî nine. Me weku  ciwat pêşva nabe. Şîrovayên ku hêla niviskaran ve hatine xastin, seba xatiran hatine nivisandin, bi rastî min dikenînin. Ew nêzikbûyîn niviskar naguherînin, kêmasîyan nadin ber çavan, pêşvatannadin. Feyde tunne! Rexnegirî ewe ku, dema rexne dike, sebeban, kemasîyan, xeletîyan, rîyên çareserîyê jî nîşan bide.

Lokman Polat – 13) Gelo di nav enîya edebiyata kurdî de valahîya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn?

Evîn Çîçek: Tenê seba ku bibên rexneye rexne nay kirin. Ew mijar profesyonelîyê dixwaze. Bi amatorî nabe. Îro wejeya netava Kurmanc bin qontrola partîyên sîyasîdaye. Kesên alîgirên partîyanê datînin ber vîtrînan. Berhemên wan didin firotin. Naylin rexne çêbin.

Niviskarên ku ne alîgirin, yan jî gora pêwîstîya entellektûalîtê helvest digirin bin sansuran, ambargoyan da dimînin. Naylin berhem verin bilavkirin, firotin. Nav wê rewşê de rexnegiriya ku neteva Kurmanc re pêwîste zîl nade, girnabe. Dema ne partîyan, devletekê ev millet îdare kir, ew ê pêşketin, gora pêwîstîye rexnegirî çêbe.

Lokman Polat -14) Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina  kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

Evîn Çîçek:  Nasandinê berdin, daynin hêlikê, endamên partîyên Kurmancan weku rêberên xway dagirker berheman qedexe (bend) nekin bese. Nasandin tene nasandina serokpartîyane. Ew xebatek pîroze! Weje tê wê manê; pesndayîna (met kirina) serokpartîyan. Niviskarên ku rast niviskarin gora wan kesan nasandinê heq nakin! Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina  kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîstîyek lezûbeze.

Lokman Polat – 15)Di nav nivîskarên cîhanê de bandore kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî?

Evîn Çîçek: Ez di bin bandora kesî de nemam. Bi hin niviskaran sedema mijarên, pêşvaçûyînên ciwakî ku dinivsînîne, li meydanekê digêşinê hevidi. Nivisandina rastîyên têkilîyên sosyal de ez, John Stenbeck, Gorki, Berhorlt Brecht xwadîyê hin teybetîyên şîrik in.

Bi Tirkî: Etki alanina girmek yazar veya sair olmak degildir. Ancak başka yazarlarla, sairlerle ortak  anlayışlar, bağlantılar olur. Örnegin  ta Homeros’dan bu yana  dünya siir tarihini alirsak, bizim siir gelenegimizle ne tur ortak etki alani yarattigi uzerinde inceleme yapmak gerek. Gerek klasik, gerek gunumuz sairleri arasinda ortak direnis temasi benim dikkatimi çekti. Romali sair Lucretius’un “De rerum Natura” adli kitabini bitirdikten sonra intihar etmesi, Lorca’nın frankistler tarafin mezari kendisine kazıtıldiktan sonra kursuna dizilmesi, Neruda’nın at sirtinda Latin Amerika’da gezmesi, Yannis Ritsos’un Albaylar Cuntasi doneminde yazdigi siirler, hatta pek çok Çinli ve Vietnamlı siyasal kişilerin şiire ilgisi sadece şiirsel bir humanizm baglantisi olarak ele alinabilinir.

Aslen kizilderili olan Pablo Neruda’nın, butun Latin Amerikayi anlatan siirleri, Canto General de  o topraklar da yapılan jenosidleri islemesi, (asagi yukari 40 milyon insanin katedilmeleri) dikkat çekicidir. Güneşrenkli kardeslerimizin ortadan kaldirilmalarını içeren ağıtlar Kürdistandaki ağıtlardan farklı değiller. Benim yakılan, kimyasal ilaçlarla mahvedilen memleketim, jenosidlere ugratılan halkım, ülkemin halkları, diasporalara kovulanlar. Kıta ayrı, konular, acılar aynı. Gunesderililerin Musik eşliğindeki şiirlerini dinledigimde, kendimi  Bohtan’da, Dersim-Qoçgiride  his ediyorum. Bu duygu ortaklığı benim siirde estetik paylasma olarak gordugum bir gerçekliktir.

Lokman Polat – 16) Tu ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Evîn Çîçek: Prof. Qanaté Kurdo.

Lokman Polat – 17) Te qet pirtûkên min xwendiye?

Evîn Çîçek: Min pirtûka te ya bi navê “Çîrokên Rengîn” xwendiye

Lokman Polat – 18) Di pêşerojê de dê kîjan berhema te bê weşandin?

Evîn Çîçek: “Bin sîya qirkirinan de li komara Tirkiyê devleta netevî”, “Artêşa Tirkiyê û rêvebirîya devletê”

Hin kelkolînên ku  mijar koçberkirine, dîaspora ye. Helbestên  mijar cûda.

 

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply