Girîngiya perwerdehiya pêşdibistanê

Perwerdehiya zarokan a sereke bi perwerdehiya dayikê dest pê dike. Belê berî perwerdehiya zarok, pêdivî perwerdekirina dayikê heye. Heta ku dayik baş perwerde nebe, nikare zaroka xwe baş perwerde bike. Wekî ku tê gotin; “Heke hûn dixwazin mirovekî perwerde bikin, pêwîst e  ku hûn ji dapîra wî dest pê bikin”  Ji bo wê divê berî zarokê dayika zarokê; heta berî wê jî dapîra zarokê baş were perwerdekirin

Ji me we ye ku perwerdehiya dayikê ya sereke bi dibistana seretayî dest pê dike. Naxêr, rastî qet ne wisa ye. Lewre, perwerdehiya zarokê ya sereke di malzaroka dayikê de dest pê dike û heta dawiya temenê wî/wê didome. Dema ku zarok dest bi dibistana seretayî dike, kesayetî, xislet û behreyên zarokê hemû temam bûne. Ji bo wê, divê zarok an di malê de ji hêla dayika xwe ve an jî di pêşdibistanê an jî dibistana maderî de baş were perwerdekirin.

Piştî perwerdehiya dê û bavan, pêvajoya perwerdehiya pêşdibistanê dest pê dike. Asta perwerdehiya dê û bavan çi dibe bila bibe, rewşa wan a aborî çiqasî xweş be jî, nayê nîqaşkirin ku her zarokek perwerdehiya pêşdibistanê ya sîstematîk dibîne. Ji bo vê jî divê ji bo her zarokekî derfetên perwerdehiya pêşdibistanê ya bi zimanê zikmakî bê dayîn..

Di sê salên pêşîn ên zarokê de, çêtir e ku dê û bav rasterast beşdarî perwerdehiya zarokên xwe bibin; bêyî ku li bendî alîkariya saziyek din a perwerdehiyê bin. Lêbelê, şert û mercên jiyanê dê û bav neçar dikin ku li derve bixebitin û di warê aborî de tevkariya malbatê bikin. Tê zanîn ku ji ber rewşa aborî û civakî dê û bav nikarin pêdiviyên bingehîn ên zarokên xwe bi cih bînin û nikarin zarokên xwe bişînin saziyên perwerdehiya pêşdibistanê. Ji ber vê yekê malbat ji ber kêmasiya zanîna pedagojîk û şert û mercên aborî rê nade zarokên xwe û tercîh dikin ku ji wan re ‘alîkarekî/ê an jî nihêrînkarekî/ê peyda bikin û ji bo zarokên xwe derfeteke perwerdehiyê ya bi vî rengî pêşkêş bikin. Kêmbûna agahdariya perwerdehiya pedagojîk û zanistî ya lênihêrînê xeletiyên perwerdehiyê bi xwe re tîne. Zarok hemû tevgerên kesên ku pê eleqedar dibe û digihîne, yên erênî û neyînî teqlîd dike, Ev ne çareserî ye û nabe sedema perwerdehiyeke tekûz a pêşdibistanê ji bo zarokan. Ji ber vê sedemê pêwîst e ku şert û merc û derfetên her zarokê hebe ku bikare here saziyên perwerdehiya pêşdibistanê. Belê di vê domana perwerdehiya pêşdibisatnê de, divê her zarok teqez bi zimanê dayika xwe perwerde bibe.

Pisporên tendurustiya derûnî ya zarokan ku di pêvajoyên perwerdehiya xwe de, nemaze di dema perwerdehiya dê û bavan de, hewcedariya saziyek perwerdehiya sîstematîk a pêşdibistanê diparêzin: pisporên vî karî  destnîşan dikin ku divê zarokên di navbera 2-7 salî de adetên baş bi dest bixin da ku xwe bi hawîrdorê re biguncînin. Di temenê ku ew dest bi pêdivî û pêwendiyên civakî dikin; ew îdia dikin ku xeletiyên ku di vê heyamê de têne kirin dê di pêşerojê de zirarek bêserûber û dijwar bide kesayetiya zarokê. Dema ku saziyên perwerdehiya pêşdibistanê bi perwerdeya zarokên 2-7 salî re mijûl dibin, ji bo her komê bernameyên guncav amade dikin.  Saziyên perwerdeyê yên pêşdibistanê di çarçoveya bernameyekê de xebatên xwe yên perwerdeyê didomînin. Dibe ku hin bernameyên ku di van saziyan de têne meşandin diyar bikin.

Divê saziyên ku rasterast xizmeta zarokan dikin hemû li gor Bernameyên Perwerdehiya Pêşdibistanê’ tevbigerin.  Ji bo wê divê ji bo zarokan  bernameyên lênihêrîn, hînkirin û perwerdehiyeke berfireh amade bikin.

Divê bernameyên ku di saziyên perwerdehiya pêşdibistanê de têne pêkanîn, şert û mercên hawirdor li ber çavan  bigirin û piştgiriyê bidin malbata zarokê.

Divê bernameyên bi vî rengî yên ku li ser geşepêdan û perwerdehiya zarokan tên amadekirin karê dê û bavê zarokan jî hêsan bike û aramiyê bide wan.  Bi vî awayî, hem dê dê û bav û hem jî kesên ku ji perwerdehiya zarokan eleqedar in xwe  perwerde bikin  û roleke erênî bilîzîn.

Divê bernameyên ku di saziyên pêşdibistanê de têne kirin, hişyarkirina civaka ku zarok tê de dijîn û digihên li ber çavan bigirin.

Belavkirina pergala perwerdehiya pêşdibistanê bi van nêzîkatiyên bernameyê yên cuda dikare pêk were. Saziyên perwerdehiya pêşdibistanê ne tenê rêxistinên ku rasterast xizmetê didin zarokan in. Wekî din ji gelek cureyên bernameyên perwerdehiya pêşdibistanê; anku modelên cûda yên ku ji bo pêşveçûn û perwerdehiya zarokan pêk tên, hene. Hin ji van modelên ku ji hêla armanc û celebên xwe ve ji hev cuda dibin, saziyên fermî ne û hin jê jî saziyên xwemalî ne. Hinek rasterast xizmeta zarokê dikin, hinekên din jî alîkariya derdorên ku bi perwerdehiya zarokê re têkildar e, dikin

Li gelek deverên dinyayê bernameyên perwerdehiya pêşdibistanê bi giştî bi 3 cureyên bingehîn tên amadekirin:

  1. Bernameya perwerdehiya pêşdibistanê ya navendî ku zarokê bingeh digire
  2. Bernameya perwerdehiya pêşdibistanê ya navendî ku zanîn û ceribandinê bingeh digire
  3. Bernameya perwerdehiya pêşdibistanê a navendî ku malbatê bingeh digire

Ya yekem; bernameya perwerdehiya pêşdibistanê ya ku zarokê navend  digire, perwerdehiya zarokên 3-6 salî dike armanc. Di vê bernameyê de cihê perwerdehiyê dibistana maderî û kreş in  (zarokxane ne).

Ya duyem; bernameya perwerdehiya pêşdibistana zanîn û ceribandinê ye.Ev bername jî  perwerdehiya zarokên 3-6 salî armanc digire. Armanca wê ya sereke ew e ku di warê civakî-çandî de jêhatîbûn û şiyanên kêmasiya zarokan temam bike. Rahênerên/perwerdekarên bernameyê, mamosteyên kreşê û alîkarê pisporê perwerdehiya taybet in. Amûrên wê, lîstikên plankirî ne.

Ya sêyemîn jî; bernameya navendî ya malbatê’ ye. Ev bername bi piranî di forma qursan de ye ku agahdariya li ser lênihêrîn û pêşketina zarokan dide dê û bavan.

Yek ji bernameyên ku di kreşxaneyan de têne sepandin li ser bingeha “Teoriya Pêşketinê” ya nêzîkatiya berbelav li ser prensîba ku “zarok ji çalakiyên ku ew bi xwe plan dikin û pêk tînin”  bêtir sûd werdigirtine.

Bi kurtasî, saziyên pêşdibistanê ew saziyên ku ji 3 saliya xwe ve ji bo zarokên ku dê û bavên wan naxebitin, ji 4 saliyê jî ji bo zarokên ku dê û bavên wan dixebitin,  perwerdehiyê didin.

Ev sazî di serî de dibistanên maderî û zarokxane ne. Ji bo zarokên di vî temenî de perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya di van saziyan de hem çarenîn û hem jî feydedar û bikêr e. Lê ji bo ku zarok di van saziyan de bi ser bikevin, divê perwerdehiyeke honakî ya birêkûpêk hebe. Herwiha, divê mamoste û perwerdekarên van saziyan xwediyê formasyonek pedagojîk a perwerdehiyê bin.

 

Çavkanî: xwebun1.org – Adar Jiyan

Derbar Çand Name

Check Also

Nirxandina Gotara ‘Fêrkirin û Fêrbûna Kurdî li Kurdistanê: Serkeftin û Zehmetî’

Di vê gotarê de,  perwerdehîya kurdî li pêş û piştî 1920an tê dabeş kirin. Di …

Leave a Reply