Dema pembo tê jenandin, berhemê jenandinê (35-40%) pembo ye û (60-65%) dendik in, ev dendikan (±18%) jê donê li gorî celebê pembo, zeviyê lê hatiye çandin û geşa heremê, wergirtina don ji dendikan bi coreyekî rêk û pêk û hem aborî bi van pêngavan dibe:
Bêjingkirin û pakkirin ji bo vejandina axê ji darikan û gemarê – kurkirina pûrta pembo ya bi “Lînt“ tê binavkirin, bi makînên taybet, bi du pêngavan – qaşkirina dendikên kurkurî û vebirajtina qaşilan ji sîsikan – şikandin û hêrana sîsikan li gel (12%) ji qaşila – zuhakirin û sorkirina sîsikên hêrdandî ta teratî bibe (4-6%).
Piştî pêngava zuhakirinê du rê hene, yek jê sîsikên zuha û sorkirî bêne guvaştin bi giranî di guveştokên lûlikî (helezeonî ), berhemê guvaştinê (±15%) donê xam e û kisbe ye ew dibe êmê pez û dewaran, lê tê de maye (5-7%) don li gorî dendikan û guveştoka ye.
Riya din, guveştinek sivik, berhem wê parek ji don tê wergirtin û kisbe bi (16-17%) don tê de maye, ev kisbe tê şûştin bi “Hêkzanê”, berhem para mayî ji don tê wergirtin û tevahiya donê wergirtî (±18%) û kisbe donê tê de maye kêmî (1%), ev rê herî aborîtir e.
Ji bo ev don bibe ji bo xwarinê divê bête rafînekirin (tekrîr), bi coreyê Kîmyawî, li gorî van pêngavan:
– Naturakirina (Teedîl) ji bo vebirajtina gemar, tirşîyên azad, şêrêz û parek ji rengvedaran, bi tirşiya fosfor û kostîkê.
– Sipîkirina don (bibe bi rengê zer ) bê kelandin bi celebekî taybet ji “Kîla ber çeman”.
– Șûştina donê sipîkirî bi dûmana avê re ji bo vebirajtina sedemên bêhn û tama nexweş, don piştre tê sarkirin û amade ye ji xwarinê re
Donê herî balkêş ji bo sorkirina (qelandin) xwarinê, ne xasme Kartol (petata), kutilk û masiyan, di heman dem de donê herî baştire ji bo çêkirina rûn û nivîşkê giyayî piştî heydrocên kirinê û tev celebên din ji donan weke donê berberoj, soya û xurma (palm).
Muhemed Şerîf Cilînî-Riataza