Di Dîroka Edebiyata Kurdan De Cih û Rola Medresa Sor

Di dîroka edebiyata kurdî de Medresa Sor birastî rolek gelek mezin lîstiye. Medresa Sor bi Melayê Cizîrî ve bûye yekwucûd.

Mela li atmosfer û mîmariya Medresa Sor de bû evîndarê Xwedê û ji dilê wî helbestên bêhempa yê bi zimanê kurmancî herikî. Helbestên Melayê Cizîrî ji bo edebiyata kurdî gelekî biqedre. Piştî Mela gelek zanayê Mela şopandî derket. Lê asta helbestê Mela heta niha jî ji aliyê tu kesê ve nehatiye nivîsandin. Mela di helbestên xwe de hûnera mulemma jî bikaraniye. Wî bi kurdî, tirkî , erebî û farisî ango bi çar zimanan mulemma şixulandiye. Ev jî di edebiyata cîhanê de zêde nehatiye dîtin. Em dikarin bêjin ku Melayê Cizirî fîlozofekî jêhatî bû . Asta helbestvanê mezin yê tirk, ereb û farisa de bû.

Belê koka vê çinara mezin ji Medresa Sor derket û li cîhanê belav bû. Ev xebat têde gelek xebat li ser wî û medresê hatiye kirin û hê jî yê bêkirin. Dîsa dîwana Mela di dîroka edebiyata kurdî de wek dîwana muretteb cih girtiye. Piştî wî, Şêx Ehmedê Xanî jî li Medrese Sor de ders daye. Ehmedê Xanî jî beriya bûyera Fransayê tovên fikrên netewperwerîyê li cîhanê direşîne. Ev rastî jî di dîroka edebiyata kurdî de gelekî biwate ye.

Zimanê Medresa Sor kurdî ye. Ev jî di dîroka edebiyata kurdî de peşketinên mezin avakiriye. Wek mînak zimanê kurdî winda nebûye. Û hatiye îspatkirin zimanê kurdî zimanê edebiyatê ye. Bi vî awayî gelek berhemên kurdî hatine dayîn. Pirtûkxaneya kurdî zengîn bûye. Wek mînak Ehmedê Xanê ; Mem û Zîn , Nûbihara Piçûkan û Eqîda Îmanê bi zimanê kurdî nivîsandiye.

Di dîroka edebiyata kurdî de Medresa Sor biperwerdeya xwe li ser gelê Cizîrê otorîteyek avakirîye. Ango gel bi gelek pirsgirêkên xwe yên civakî biriya medresê çareser dikirin. Medresa Sor ji bo gelê kurd motîvasyonek mezin e. Îro dema mirov diçe serdana wê hewayek xweş di dilê mirov re derbas dibe. Û piştî naskirina medresê girêdana mirov ya Mela û ya medresê zêdetir dibe. Gelek nivîskarê modern yê serdema me dema dest bi nivîsandina berhemeke bike piranî dîwana Mela dinêre.

Medresa Sor di bajarê eşq û evînê Cizîra Botan de hatiye avakirin. Ji avakirina xwe heta îro li hember hemî astengî û pirsgirêka herdem li ser lingê xwe sekinî ye. Medresa Sor bi sedsalan bûye cihê zanistê. Di medresê de tenê ne dersê dînî dersê fen û bîrkariyê (matematîk) û felsefe û hwd. dihat dayîn.

Medrese di programa xwe de perwerdeyek têr û tejî dihewand. Xwendekarê medresê ji perwerdeyek zor û zehmet re derbas dibin. Tişta li vê derê bala me kişandî medresê hê wî zemanî jî ango beriya 500 sala berê li ser zimanê kurdî perwerde didan. Îro em di sedsala 21. de dijîn lê hê jî gelek dewletên kurd bi milyonan dijîn ji vî mafê rewa feyde nabînin. Birastî dema Osmaniyan de gelek medrese hebûn. Tenê medresê li Kurdistanê zimanê perwerdeyê, zimanê kurdî bû. Mîr û zana û alimên kurdan biawayekî zanebûnî li ser perwerdeya zimanî sekinîne. Di vî warî de gelek berhem dayîne. Heta niha jî ew berhemê wan zanayên mezin tê xwendin û şîrovekirin.

Birastî perwerde ji bo netewekî tiştek gelekî girîng e. Lê perwerde bi awayekî azad dê çawa bê kirin? Ev rê jî li statûya siyasî re derbas dibe. Wek mînak Melayê Cizîrî di bin hîmayeya Mîrên Cizîrê de helbestê xwe nivîsandî ye. Û ji vê yekê re dibêjin helbestvanê patronajê. Tişta min ji vir derxîstî pêşketinên ilmî bi pêşketinên siyasî ve girêdayîn e.

Dîsa li ser vê mijarê bi van beyitên Şêx Ehmedê Xanê jî ez dikarim bikim alîkarê xwe :

Rabit ji me cîhanpenahek

Peyda bibitin ji me padîşahek

Şî’rê hûnera me bête danîn

Qedrê qelema me bête zanîn.

Medresa Sor alimên bi alimên mezin kirî ve xizmetek gelek mezin ji bo edebiyata kurdî kiriye. Helbestên Melayê Cizîrî heta niha jî tên xwendin û şîrovekirin. Bi gelek zimanan tê wergerandin. Bi vî awayî çand, ziman û edebiyata kurdî li hemî cîhanê belav dibe. Îro wek berê perwerda medresê tunebe jî baş-nebaş perwerdeyek didome. Lê dinya fireh û xweş bûye. Îro li her malê kurd de înternet kêm-zêde heye. Televîzyon hene. Pirtûk, sîteyê înternetê, nivîskarê kurd gelek hene.

Tişta dikeve li ser milê me divê her malek ya kurdan bibe medreseyek. Herkes ziman û folklora xwe xwedî derkeve, hîn bibe û zarokên xwe bide hînkirin.

 

Nivîskar: Hadî EBEM

Ji Têza ”Di Dîroka Edebiyata Kurdan De Cih û Rola Medresa Sor” hatiye standin

Derbar Çand Name

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply