Ji bo derxistina bajêr xebatên arkeolojîk dest pê dikin.
Li Ercişa Vanê bajarekî dîrokî yê 2 hezar û 600 salî hatibû dîtin. Arkeolog ji bo bajêr derxin ser rûyê erdê, dest bi xebatên kolanê dikin.
Dîwarên ji kerpîçê, amûrên seramîk û riyên avê…Ev der li Ercişa Vanê, li hêla Girê Zernakiyê ye.
Bajarekî 2 hezar û 600 salî hat tespîtkirin.Ji bo derxistina bermamiyên bajêr, dest bi xebatên arkeolojik tê kirin.
Girîngiya vî girî ew e ku li vê derê li gorî plana binesaziyê bajar hatiye avakirin. Ev plan li bajarên antîk ên rojava hebûn, lê li Rojhilatê Anatolyayê ev cara ewil e ku bajarekî wisa tê tespîtkirin.
Tê diyarkirin ku bajar li gorî binesaziya kanalîzasyonê hatiye avakirin.
TRTNUÇE