Di hînbûna zimanî da çi qas zehmetî heye?

Sê xalên girîng hene ku gava ku kesek nû hînî zimanî dibe û tê da zehmetîyan dikişîne; jiberkirina peyvan, hevoksazî û demsazî… Ji bilî van, hînbûna dengan û bilêvkirina wan jî hene. Ev xala dawîyê di demeke kurt da dikare were çareserkirin, lê her sê xalên din pir dijwar in.

Di hevoksazîyê da kîjan peyv dê li ku be, daçek û hoker dê li ku bin, bi rastî jî ev bi serê xwe hînbûneke pir dijwar e. Hînbûna demsazîyê jî bi heman awayî dijwar e. Di demsazîyê da lêker li gorî dem û kesan hin qertefan digirin û di wan da hin deng tên guhartin. Di nava demsazîyê da hin rawe jî hene ku divê yek bi yek li gorî mantiqê ziman werin bikaranîn.

Ez çima van tiştan dibêjim? Ji bo dê û bavan… Ji ber ku dê û bav berî ku kurdî hînî zarokên xwe bikin, yan tirkî yan erebî yan jî farisî hînî wan dikin. Bi xwe kurdî dizanin, dibêjin qey zarokên wan mezin bibin ew ê jiberxxwe kurdî biaxivin. Ev bawerî û nêzîkatî dihêlin ku zarok ji zimanê xwe dûr bikevin û kurdî tune bibe.

Me li jorê bal kişand ser dijwarîyên hînbûna zimanî. Her wekî hate ravekirin, ziman ne tenê bi dengan tê axaftin, her wiha ew deng gava ku tên cem hev, çend sîstemên cuda ava dikin. Di zimanî da gelek sîstem hene. Yên herî girîng jî me li jor bi kurtahî behsa wan kir.

Mirov der barê taybetîyên zimanî da çi qas agahdar bibe, ew qas girîngîyê dide zimanî. Mirov zimanê xwe nas neke û nezane çawa tê xwendin û nivîsîn, mirov nikare wan zanyarîyan hînî nifşê nû bike. Ji ber vê jî divê dê û bav pêşîya pêşîn hînî xwendin û nivîsîna kurdî bibin.

Bawer Agirî

Çavkanî: https://hingehakurdi.blogspot.com/

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply