Lêker
girîn
girtin
kişandin
şikandin
Lêker: girîn
Dema niha
Ez digirîm.
Tu digirî.
Ew digirî.
Em digirîn.
Hûn digirîn.
Ew digirîn.
Dema bê
Ez ê bigirîm.
Tu yê bigirî.
Ew ê bigirî.
Em ê bigirîn.
Hûn ê bigirîn.
Ew ê bigirîn.
Dema borîya têdayî
Forma yekemîn
Ez girîyam.
Tu girîyayî.
Ew girîya.
Em girîyan.
Hûn girîyan.
Ew girîyan.
Dema borîya têdayî
Forma duyemîn
Ez girîm.
Tu girî.
Ew girî.
Em girîn.
Hûn girîn.
Ew girîn.
Çîrokîya dema borîya têdayî
Forma yekemîn
Ez girîyabûm
Tu girîyabûyî.
Ew girîyabû.
Em girîyabûn.
Hûn girîyabûn.
Ew girîyabûn.
Çîrokîya dema borîya têdayî
Forma duyemîn
Ez girîbûm.
Tu girîbûyî.
Ew girîbû.
Em girîbûn.
Hûn girîbûn.
Ew girîbûn.
Dema borîya dûdar
Forma yekemîn
Ez girîyame.
Tu girîyayîye.
Ew girîyaye.
Em girîyane.
Hûn girîyane.
Ew girîyane.
Dema borîya dûdar
Forma duyemîn
Ez girîme.
Tu girîye.
Ew girîye.
Em girîne.
Hûn girîne.
Ew girîne.
Lêker: girtin
Dema niha
Ez digirim.
Tu digirî.
Ew digire.
Em digirin.
Hûn digirin.
Ew digirin.
Dema bê
Ez ê bigirim.
Tu yê bigirî.
Ew ê bigire.
Em ê bigirin.
Hûn ê bigirin.
Ew ê bigirin.
Dema borîya têdayî
Min girt.
Te girt.
Wî girt.
Wê girt.
Me girt.
We girt.
Wan girt.
Çîrokîya dema borîya têdayî
Min girtibû.
Te girtibû.
Wî girtibû.
Wê girtibû.
Me girtibû.
We girtibû.
Wan girtibû.
Dema borîya dûdar
Min girtîye.
Te girtîye.
Wî girtîye
Wê girtîye.
Me girtîye.
We girtîye.
Wan girtîye.
Lêker: kişandin
Dema niha
Ez dikişînim.
Tu dikişînî.
Ew dikişîne.
Em dikişînin.
Hûn dikişînin.
Ew dikişînin.
Dema bê
Ez ê bikişînim.
Tu yê bikişînî.
Ew ê bikişîne.
Em ê bikişînin
Hûn ê bikişînin.
Ew ê bikişînin.
Dema borîya têdayî
Min kişand.
Te kişand.
Wî kişand.
Wê kişand.
Me kişand.
We kişand.
Wan kişand.
Çîrokîya dema borîya têdayî
Min kişandibû.
Te kişandibû.
Wî kişandibû.
Wê kişandibû.
Me kişandibû.
We kişandibû.
Wan kişandibû.
Dema borîya dûdar
Min kişandîye.
Te kişandîye.
Wî kişandîye.
Wê kişandîye.
Me kişandîye.
We kişandîye.
Wan kişandîye.
Lêker: şikandin
Dema niha
Ez hêkê dişikînim.
Tu hêkê dişikînî.
Ew hêkê dişikîne.
Em hêkê dişikînin.
Hûn hêkê dişikînin.
Ew hêkê dişikînin.
Dema bê
Ez ê hêkê bişikînim.
Tu yê hêkê bişikînî.
Ew ê hêkê bişikîne.
Em ê hêkê bişikînin.
Hûn ê hêkê bişikînin.
Ew ê hêkê bişikînin.
Dema borîya têdayî
Min hêk şikand.
Te hêk şikand.
Wî hêk şikand.
Wê hêk şikand.
Me hêk şikand.
We hêk şikand.
Wan hêk şikand.
Çîrokîya dema borîya têdayî
Min hêk şikandibû.
Te hêk şikandibû.
Wî hêk şikandibû.
Wê hêk şikandibû.
Me hêk şikandibû.
We hêk şikandibû.
Wan hêk şikandibû.
Dema borîya dûdar
Min hêk şikandîye.
Te hêk şikandîye.
Wî hêk şikandîye.
Wê hêk şikandîye.
Me hêk şikandîye.
We hêk şikandîye.
Wan hêk şikandîye.
Bawer Agirî
Çavkanî: https://hingehakurdi.blogspot.com/
Vîdyoya vê mijarê
Roj baş! Ez dixwazim spasiya we bikim ji bo karê weya baş. Ez meraq dikim gelo hûn dikarin ferhengeke baş û nû (kurmancî, kurmancî) ji min re pêşniyar bikin? Ez dixwazim hînî hevwateyan bibim..û hê bêtir..
merheba ji we re. biborin me dereng bersiv da. ev ferhenga gelek baş e
https://www.pirtukakurdi.com/urun/zana-farqini-kurtce-sozluk-seti ya ku li ser play stor jî : wq ferheng
silav û rêz