Reşbelek

Ey saqî, ji kiteba noqteyek im

Ji deryaya dilopek im

Ji qedehê qurtek im

Ji can û bedenê ve pifek im

Ey saqî, ev çend sal in digerim li dost û hevalekî

Min nedît û nasnekir yekî weke te dilpakî

Dinya xayîne, ne bû yar, her bûye bar

Her ku me jê bawer kir ew bû arekî dijwar

Ey saqî, ez muptelayê meyxanê me

Heyranê şeraba ji destê te me

Were saqî, bixwene ji kiteba eşqê

Ji bo dilê min û yarê bikin meşke

Ey saqî, were derman bike van birîn û derdan

Dilê me wek cama Cem cîla ke bi soravan

Serxweş û talan im li meyxanê xêrîdar im

Tu were bazarê ê can didê bi erzanî ez im

Dema me tîra xwe avêt sedefa yarê

Can û beden bû wek pêt û arê

Kevankêş ser xwe rakir perda şermê

Bi şeraba eşqê gihaşte wê sir ê

Ava ku naherikê dibê genî,

Bedena nagerê dibê laşek mirî

Du dil û mejî, du can û beden,

Ku nebê yek ha sax ha mirî

Min dixwest ji bo te helbestekê binivîsînim

Lê dema min navê te digot her tişt ji bîra min diçû

Min dixwest ji bo te gotinên xweş bibejim

Lê navê te ji tev xweşîyan xweştir bû li ber dilê min

Tev gul û kulilk ji bo te bin

Ronîya roj û heyvê li ser te bin

Ava çem û zozana li ber pîye te bin

Dilazad im dildar û evîndarê te me

Ey şahê çavbirçî, çav bernede xezalê ew ya min e

Gerden ji zêr û zîv, zimrûd û yaqût e, ji bo çavê min e

Sîng tev çem û kanî, newal û zozan e, ji bo dilê min e

Lêv şekir û hingiv, şerab û şîr e, ji bo lêvê min e.

Ey kesê li ber dergeyê mîran, li ber te av û emê te

Kurtan ji te kêm e, biqasî kerekî nîne qîmetê te

Li qesrê li pey quna mîr digerê mîna koleya

Dema mîr hestûyan nîşan didê ewt ewta te ye.

Ey Dilo, te xwe gelekî êşand bi kul û derdê xelkê, bes e

Ji derba van nezan û sofî û melayan por spî bû, bes e

Ji bo aramî û dilşabûnê tasek ji şeraba saqî ji bo te bes e

Dilê te wek kanî ber biherikê, dema dil safî û zelal bû, bes e

15.04.2022 Corduene

Dilazad A.R.T.

Etîket: Helbest, Polylang KMR, reşbelek, sernivîs

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Nasname û Ziman – Mela Huseyn Êsî

Tîrêjên Ronahîya Pirtûka Pîroz

Pesn û Prestîj

Çîroka Çar Bajaran

Mehmet Öncü: Pêşî min bi tomarkiriyê ve dest pê kiriye!

Dilazad ART

DILAZAD A.R.T (Jiyan û Berhem) Li ser çand û hûner û weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovar û malperên Kurdî û Tirki de hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê. Nivîs û lêkolîn û helbestên Dilazad A.R.T di kovarên Nûbihar, Çirûsk, Nûpelda, Pengav, Heftreng, Keskesor, Nûdem (Qamişlo), Folklora Kurdan, Çandname, Bernamegeh, Sînemaya Serbixwe, Temaşe, Zaningeh, Bûyer (Qamişlo), The Hall Kurdî, The Raising of Kurds, Utopya, Artos, Tigrîs, Ufuk Penceresi, Ortak Zemin, Dava, Gizli Azizler, Rengîn, Besni Ekspres, OkuYorum, YazıYorum, DüşünYorum, Kalemyâr, Ramazan 2022, Ramazan 2024 û TigrisSophia de hatine weşandin. Xebatên Dilazad A.R.T di malperên wek zaningeh.net, nucehaber.com, newroz.com, nubihar.com, thehallkurdi.com, theraisingofkurds.com, candname.com, niviskar.org, zehraportal.com, hurbakis.net, antoloji.com, edebiyatdefteri.com, de hatine (an têne) weşandin. Di bin siya Zanîngeh Akademi de xebatên dokumenterî, klîp û fîlman amade dike. Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî ye.

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle