Destpêkek Ji Bo Diransazîyê

Eliezer Ben – Yehuda dibêje “Eger zimanekî me hebe em ê bibin netewe.” Heke ziman darek be edebîyat, folklor û zanist jî ax, av û tava wê ne. Ji bo ev darziman fêkî bide jî divê ji tiştekê kêm nemîne. Di kurdîya kurmancî de ji alîyê edebîyat û folklorê ve gelek xebat hatine kirin, lê ji alîyê zanistê nexasim tenduristîyê ve qels maye. Ji ber vê jî min xwest destpêkek jî be ji bo diransazîyê gotarekê binivîsim da ku em kurd ne mecbûr bin fêkîyên xav û tehl ên xelkê bixwin…

 

Diran, didan an jî dinan yek ji organên biçûk, hişk û tûj ên li ser hestîyên argûşkê rêz bûne. Bi kêrî gezkirin, jêkirin û cûtinê tên.

 

  1. Kronolojîya Diransazîyê¹

Dîroka diranî bi mirovatîyê re dest pê kirîye, lê weke ku tê qebûlkirin û ya ku heta niha tê zanîn bi vî awayî ye:

– BZ.7000: Li Pakistanê ji bo kurmîya diranî jê bibin kevirê hestem û qulkerên textîn ên biqews hatine bikaranîn.

– BZ.5000: Li gor teswîra nivîseka sumerîyan “Sedema diranê kurmî kurmik in.”

– BZ.1750: Di qanûna Hamurabîyî de diran bi vî awayî derbas dibe “Heke mirovekî diranê yekê di radeya xwe de şikand ê diranê wî jî were şikandin”.

– BZ.659: Li Çînê, Su Kungî di berhema xwe ya bi navê Materia Medicayê de ji boyî tijekirina diranê kurmî behsa amalgamê kirîye.

– BZ.600-400: Li Îtalyayê Romayîyan zêrhelî û pira westar bi kar anîne û ji bo paqijkirina diranan hestîyan, qaşûlên hêkê û qaşûlên îstîrîdyeyê tev li hingiv kirine.

– PZ.650: Nivîskarê Hîndî Vagbhata 75 nexweşîyên devî rave kirine.

– PZ.1280: Li Çînê, tib (bijîşkî) dabeşî 13 beşan kirine, yek ji van jî diransazî ye.

– PZ.1575: Li Fransayê Ambroise Paréyê ku weke bavê cerahîyê tê nasîn kitêba xwe ya bi navê “Hemû xebatên min” weşandîye. Di naverokê de rakirina diranî, kurmîyên diranî û şikîna argûşkê hene.

– PZ.1771: Li Îngiltereyê, John Hunterî berhema xwe ya bi navê “Dîroka Sirûştî ya Diranê Avakirî” weşandîye.

– PZ. 1839: Li Amerîkayê di dinyayê de kovara ewil a diransazîyê ya bi navê “Kovara zanistî ya diransazîyê ya Amerîkayê” weşîyaye.

– PZ.1896: Fizîkzan Wilhelm Roentgen “tîrêjên X”ê keşif kirine. Piştî vê bi sê mehan cara ewil rontgenê diran û argûşkê li Almanyayê hatîye kişandin.

– PZ.1900: Li Parîsê federasyona navneteweyî ya diransazan (FDI) ava bûye.

 

 

  1. Beşên Diransazîyê

 

Diransazî piştî van guherînan îro li hemû dinyayê tê qebûlkirin ku ji 8 beşan pêk tê.

Ev beş yek bi yek ev in:

  1. Endodontî (endodontics): Beşa ku li ser kakilê (pulpal) diranan û başkirina wê dixebite.
  2. Ortodontî (orthodontics): Peyveka yewnanî ye ku ji peyvên ortho yanî rast û odons yanî diran pêk tê. Ev beş têkildarî diranan ku li ser maxilla-mandibulayê (hestîyê argûşka jêr û jor) rast rawestinî û teşxîsa bêrêkûpêkîya rûyî ye.
  3. Perîodontolojî (periodontology): Têkildarî vehûnên hişk û nerm (pidû, sement, hestîyê alveolarê û lîgamenta perîodontalî) ên diranî dorpêç dikin. Ew beş e ku li ser teşxîs, lêkolîn û başkirina nexweşîyên li van vehûnan dixebite.
  4. Diransazîya restoratîvî (Restorative dentistry): Diransazîya restoratîvî bi kêrî başkirina kurmîyên li vehûnên diranî yên hişk an jî sedemên ji xeynî kurmîbûnê tê. Ji bo rastkirina estetîk û fonksîyona nexweşî jî dixebite.
  5. Diransazîya zarokan (pediatric dentistry): Başkirin û parastina diranên zarokan ên heta 12 salîyan dixebite.
  6. Oral diyagnoz û radyolojî: Oral û diyagnoz tên wateya dev û teşxîsê. Ev beş têkildarî nexweşîyên nişêta vehûnên devî ye.
  7. Protez (prosthodontics): Têkildarî çêkirin û bikaranîna proteza diranan e.
  8. Cerahîya dev, diran û argûşkê: Beşa ku bi teşxîs û başkirina nexweşî, birîn û xirabîyên vehûnên nerm û hişk ên li dev, diran û argûşkê re têkildar e.

 

  1. Anatomîya nava devî û diranan

 

       3.1. Anatomîya nava devî²

– Diran ji bo tenduristîya mirov gelekî giring e. Nexasim ji alîyê fonksîyon û estetîkê ve. Ji ber vê jî diransazî bi tena serê xwe zanisteka berfireh e. Bi kurtasî çend agahîyên li ser diranî ev in:

– Diranê pêşî yê ku derdikeve 6-7 mehî yê jêr û nîvî ye.

– Tevahî 20 diranên zarokan/şîrî hene.

– Piştî 6-7 salî diranên zarokan/şîrî dikevin .

– Piştî diranên zarokan/şîrî diranên mayînde derdikevin.

– Diranên mayînde jî 16 li jêr, 16 li jor, tevahî ji 32 diranan pêk tên.

– Ev 32 diran ji van pêk tên:

4 diranên nîvî (santral)

4 diranên kêlekî (lateral)

4 diranên qîl/tûj (kanîn)

8 pêşdiranên kursî (premolar)

12 diranên kursî (molar)

Diranên aqil (wisdom) jî ji diranê kursî tê hesibandin.

 

3.2.Anatomîya diranî³

– Diran gelemperî yek, du an jî ji sê kokan pêk tên.

– Bi navê tac, stû û kok sê beşên diranan hene.

– Diran ji çar avanîyên sereke pêk tên.

  1. Enamel: Ew tebeqeya ku taca diranî dorpêç dike û diparêze. Hêmana herî hişk a laşî ye.
  2. Dentin: Di bin enamelî û sementî de ye. Avanîyeka zindî ye. %70 ji mînerala xwêyî, %20 ji hêmanên organîk, %10 jî ji avê pêk tê.
  3. Pulpa: Ji beşa nîvî ya diranî û vehûnên nîvî yên li wir pêk tê. Heta serê kokê didome. Li pulpayê demarên xwînî û malzarên (hucre) rehik jî hene.
  4. Sement: Ew tebeqeya ku koka diranî dorpeç dike. Tebeqeyeka gelekî zirav û hestîyokî ye.

 

  1. Diran di nav gelî de

 

Ji xeynî van salên dawîn diran di nav gelî de bi metodên cuda dihat başkirin. Weke dê û bavên me dibêjin şewitandin (agirkirin), bi tayê rakirin, bi destan rakirin û hwd. çend metodên rakirinê ne. Û ji bo başkirinê jî simaq, qehwe, nan, şîrê pelê hejîrê û hwd. Jî çend metodên başkirinê ne.

 

  1. Diran di nav biwêj, nifir û gotinên pêşîyan de⁴

 

– Her çiqas ji alîyê zanistî ve di destê me de li ser diranî tu tişt tune bin jî di nav biwêj, gotinên pêşîyan û nifiran de gelek caran diran hatîye bikaranîn.

– Diran di dêv de neman: Gelekî kal an jî pîr bûn.

– Diran di gewreyê de bûn: Ji bo kesên kîndar û xinis tê bikaranîn.

– Diran jê re sûtin: Li hember kesekî hestên neyarî sêwirandin.

– Diran li (yekî) qirqiçandin: Gef xwarin. Niyeteka ne baş di dilê xwe de sêwirandin.

– Diran pê de çûn: Zor gihîştin.

– Diranşikestî bûn: 1. Debara xwe nekirin. 2. Xwarin zêde nexwarin.

– Dirantûj bûn: Jîr, jêhatî û pêkhatî bûn.

– Diranên (yekî) di enîşkê de bûn: Armanc û mebesta xwe bi zelalî nexuyandin.

– Diranên (yekî) şeqeşeq kirin: Serma kirin.

– Diranê xwe guvaştin: Li ber xwe dan.

– Diranê xwe (ji yekî) tûj kirin: Ji bo heyf û tolê li firsendê gerîn.

– Diranên (yekî) kişandin: Nerm kirin. Bandor qels kirin.

– Xeber ket nav sî û sê (du) diranan, wê bikeve nav sî û sê bajaran.

. Gotinek dikeve nav sî û sê diranan, wê têkeve nav sî û sê malan.

– Xwedê goşt dide mirovê bêdiran, pê re dide mirovê nezan.

– Nok heye diran tune ye, diran heye, nok tune ye.

– Bûkê tune ye dev û diran, xwesûyê, tune ye dîn û îman.

– Diranê xwe veşêrin, kûçik li hestîyan digerin.

– Bav qoriq dixwin, lawa diran ditevizin.

– Diran di devê te de nemînin.

 

 

  1. Encam

Diransazî îro li hemû dinyayê zanisteka giring e. Bi hêvîya çirûskekê…

“Hem ji bo sahîbrewacan

Hem jî ji bo diransazên kurmancan”

 

Rêzan Diljen

 

Çavkanî

  1. http://www.dthakanaksu.com/dis-hekimligi-tarihi/

https://www.tdb.org.tr/sag_menu_yazdir.php?Id=22

  1. Wêne:

https://images.app.goo.gl/pRZMWeyuiwiYVgvC7

  1. Wêne:

https://images.app.goo.gl/3cMnp1nbobNEQPuW6

  1. Boraq Mustafa, Ferhenga Biwêjan – Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê / WQFerheng

Derbar ziman

Check Also

Fikra Netewî û Pirsgirêka Kurd – Mücahît Bilici

Selamûn Eleykûm! Ey gelê Kurd, hun bi xêr hatin! Û Gelên Tirkiyê, hun bi xêr …

Leave a Reply