ESASÊN PERWERDEHİYÊ

 

Tu cara em qet jibîr nekin: “Siheta aqlî, ruhî û bedenî ji her tiştî û ji her serkeftinî li pêştir û girîngtir e.”

 

DESTPÊK

Gotineke pêşiyan a Çîniyan halo ye: “Heke tu salekî pişt re bifikirî tovekî biçine, heke tu deh sal pişt re bifikirê darekî biçine lê heke tu sedsalî pişt re bifikirê mirovan perwerde bike…heke tu masiyan bidê gelê carekî zikê wan têr be lê heke tu gel hînî girtina masiyan bikê ê tim û daîm zikê wan têr be…”[1]

Bêgûman, perwerdehî ji bo siberoja mirovahiyê û ji bo sazkirina şahristaniyekî zêde zêde girînge û yên ku heya wan ji vê rastiyê hene tim û daîm feydeke mûazzam dîtine. Ji bo girîngiya têgiha(mefhum) perwerdehiyê di vê lêkolînê de em ê li ser esas û prensîbên perwerdehiyê bisekinin. Bêgûman qesta me tenê ne “Esas û Armancên Perwerdehiya Netewî a Tirkan” e.[2] Em hemû cûrêyên(texlît, çeşit) perwerdehiyê qest dikin.[3]

 

  1-PERWERDEHÎ ÇI YE?

Peyîva “perwerdehiyê” bi Îngîlîzî “education” e. Etîmolojiya vê peyîvê ji kelimeyê Latînî ji “educare” tê û wateya “educare” jî “înşaa kirin”, “rakirina ser piyan” û “çandin û çikandin” e.[4]

Tarîfa perwerdehiyê: “Di jiyana mirovekî de pêvajoya gûhertina tevger û lebt û rabûn û rûniştinê ye ku ev gûhertin bi hemdî hatine plankirin û hatine xwestin.”[5]

Bêgûman qesta “gûhertinê”, gûhertineke muspet e.

Tarîfa perwerdehiye halo jî çêdibe: “Li gorî mexsedên diyarkirî, pêvajoya gihandin û pêşvebirina mirovan e.”[6]

Her wiha bi xêra perwerdehiyê; mîrasa çandê transferî nivşên nû dibe di navbera wan û civakê de aheng çêbibê.[7]

2-RAMANA AQLÊ PIRALÎ ÇI DIBÊJÊ?(The Theory of Multiple İntelligences) 

Li gorî vê ramanê di perwerdehiyê ev nêrîn û gotin şaş in: “bêhtir şahreza ye”, “bêhtir serkeftî ye”, “ji herkesî çêtir û bilindtir e!”

Êdî divê em qebûl bikin ku fitratê/mîzaca herkesî, qabîliyet û meraqên herkesî di qad û meslekên cûda de ne…

Ev ramana balkêş di sala 1983an de ji terefê Howard Gardner hatiye parvekirin. Li gora Gardner, hinek aliyên/qadên aqil li gorî genetîkê, firsat û îmkanan û li gorî çandê mûhtemel e ku kêm an jî zêde binin. Neh(9) qadên/aliyên aqil hene[8]:

  • Aqlê devokî-zimanî-lîngûîstîkî
  • Aqlê mantiqî-matêmatîkî
  • Aqlê dîtbarî-mêkanî
  • Aqlê bedenî-kînestetîkî
  • Aqlê rîtmîk-mûzîkî
  • Aqlê civakî
  • Aqlê hûndirî/derûnî
  • Aqlê xwezayî
  • Aqlê hebûnî

Êdî hinek zana îhtiyaca îlavekirina “Aqlê Exlaqî” tênin ziman. Xebatên wekî “perwerdehiya hêjayiyên civakî” tên tavsiye kirin.

Herçiqas qadên aqil ji hev cûda ne jî, lê dise jî aqil yekpare ye.

3-EM ZAROKAN ÇAWA DIKARIN BAŞTIR PERWERDE BIKIN?

-Xelata herî baş ku em bidin zarokan: terbiye kirina wan e, eleqeya bi wan re û wext derbas kirin a bi wan re ye.

-Di perwerdehiya ciwanan de, nexasim di perwerdehiya zarokan de divê hezkirin, merhamet û ‘efûkirin esas be.

-Di terbiyekirina zarok û ciwanan de divê daxwaziyên me ji wan a maqûl bin, divê hezkirin bêhtir li pêşbê û di mû’amelata wan de nakokî bi me mezinan re nebin.

-Divê zarok bi rehetî dikaribin kul û derdên xwe û fikr û ramanên xwe ji me re parvebikin.

-Divê bi êmpatî em nêzîkî wan bibin û wan fam bikin.

-Divê pirsgirêkên di navbera wan de em çareser bikin û rêzgirtinê di navbera wan de bibê esas.

-Divê li gorî plânekî tedrîcî yanî piçiko, piçiko em wan perwerde bikin û wan pêşve bibin.

-Divê em wezîfeyan bidin zarokan.

-Divê em zarok hembez bikin de hezkirin û germehiyeke xweş di dile wan de çêbibê.

-Divê pêşî

daristan neyên şewitandin piştre ma’ne çandina fîdanan heye. Yanî pêşî nekirina neqenciyan esas e, li ser vî esasî ji çiqas qencî werin avakirin baş e.

4-FEYDEYÊN KEDÊ Û ZAHMETİYÊ

-Xwedê Te’ala di nava kedê de li ber zahmetiyê; lezzet, kelecan û dilgeşî jî daye mirovan. Piştî mirov di nav karekî de germ dibê edî stres diçê kêfxweşî û lezzet peyde dibe. Sê feydeyên kedê hene:

Feydeya yekem: Mirov ji hînbûnî û tevgerên û lebtên nebaş dûr dikê.

Feydeya duyem: Ked û mijûlahî mirov kêfxweş û bextiyar dikê.

Feydeya sêyem: Ked û xebat dibe wesîleya bereketê.

Di vê ayeta pîroz de jî di vê îstîqameta ku me beyankiriye de pêyameke xweş heye:

“Vêca birastî digel her tengasiyê firehî heye.

Birastî digel her tengasiyê firehî heye.

Nexwe dema ku tu (ji karekî) vala bûyî, dest bi karekî din bike.

Bila perwerdegarê te jî daxwaza te bê.”[9]

Wextê mirov li şitilên bacanên sor dinêrê, heke em zahf avê nedin wan, em bihêlin ku tî bibin; ew jî kokên xwe dirêj dikin û xwe digihênin nav axa kur. Ji bo ku kokên şitlê hem zahf belavî nav axê dibin ev jî ji wan re dibe avantaj û bêhtir saxlam mezin dibin…

Çawa ji bo bi dest xistina zêr di agir de divê di pêvajoya helandinê de û piştre jî werê safkirin û rafinajkirin; divê em zanibin ku ji bo cevher û qabîliyetên derkevin holê divê em jî di zahmetiyen de derbasbibin.

Ji bo heyvaneke sipehî perperok(pelpelîsk) jî çêbibê, divê pêşî tirtûl ji hêkê derkevê. Piştre divê mezin bibê û di dawiyê de metamorfozê(veguherandin) derbasbikê û bibê perperok. Ev pêvajo bi me didê fam kirin ku di jiyanê de zahmetî, sebir û gûhertin şert e.

Ji simbilekî genim bi nîveki dora çil heb genim çêdibê. Heta heba genim nekevê ‘erdê, nekevê bin axê û nemirê simbilê genim jî çênabê. Ji loma divê em jî mîna hebeke genim, daxwziyên. nefsa xwe bikûjin û bi fedakarî tevbigerin de bereket di jiyana me de çêbibê.

Avantajeke tahsîla ‘ilm jî ev e: wekî di rivayeteke meşhur de derbas dibe “Xwedê Te’ala li gora xwestina xwe dewlemendiyê didê mirovan, lê kî bixwazê û bixebitê ‘ilm û zanînê didê wan.”

 

5-DI PERWERDEHİYÊ DE DILNIZMBÛN Û HUSNÊ ZAN

   Bêgûman di perwerdehiyê de û di têkiliyên civakî de nefsbiçûkbûn ji quretiyê û ji pozbilindahiyê çêtir e.

Ji aliyê transferkirina zanînê ve divê em di navbera paşeroj û sibêrojê de wekî pirekî bin. ‘Alim û zanyarên berê wekî bavekî zarokê xwe yî piçûk deynê ser milê xwe an jî pişta xwe; piştre ew zarok ji darê ji çiqilekî bilind fêkî jêbikê çawa ew serkeftin neya wî zarokî bi tenê ye; ev pêşveçûna îro jî bi sa’ya keda pêşiyên mirovahiyê ye.

Çawa çiqilên darên bifêkî a nizm in mirovên a bifêkî û zana jî divê mutewazîbin. Yên ne nefspiçûkbin, xisarê li xwe dikin.

Hinek kes, malbet, rêxistin an jî dewlet tim û daîm neyartî û nefreta dewletina û bawerîna pompeyî dilê zarok û ciwanan dikin. Lê agirê wê nefret û dijminiyê nagihê derên dûr, ew agir nêzik dişewitênê mixabin û kaos, şer, pevçûn û neheqî kêm nabê ji coxrafyaya me. Heke husnê zan û hezkirin di dilê ciwanan hebê ê bi nêrîneke baş û bi tevgereke muspet ê şahristaniya me pêşve bin û pirsgirêkên di nava me de yê mînîmîze bibin.

 

ENCAM

Bêguman zanîna isûl û esasên perwerdehiyê girîng in. Lê belê ji bo di pratîkê de hebûna perwerdehiyeke îdeal divê siheta aqlî, bedenî û rûhî a li cih be. Ji loma divê ’ewilî bêhêvîbûn û bedbînî ji nav me rabê.

Ma’lûme, di jiyana me hemû mirovan de gelek kul û dert hene. Ji bo pandemiyê, şer û pevçûnên di cîhanê de, nexwêşiyan û ji bo krîzên aborî heye ku ji bo siberojê em bedbîn û xemgîn bin/an jî hinek kes di depresyonê de bin. Di van şertên xerab de mirov nikarê qala perwerdehiyê û serkeftinê bikê. Ji bo mirovên bi dert û bargiran ev ayeta pîroz hişyarî û mizgîniyê didê:

“….ji rahmeta Xwedê hêviyên xwe qût nekin…”[10]

Ev ayet jî reberiyeke xweş ji me re dike:

“ ji bo pêşerojê xemgîn nebin(nekevin fikaran de). Bila kul û dert û barên sibehê ji sibehê re bimênin, çimkî derdên îro ji îro re bes in.” [11]

Ev tê vê ma’nê: Divê em kul û dert û barên pêşeroj û paşerojê em newênin îro, de em di bin wî barî de newin pirçiqandin.

Tu cara em qet jibîr nekin: “Siheta aqlî, ruhî û bedenî ji her tiştî û ji her serkeftinî li pêştir û girîngtir e.” Ji bo perwerdehiyeke baş jî şerta herî bingehîn û ‘ewilî jî hebûna sihetê ye.

Şerif ÇELEBİ

chelebisherif@gmail.com 

ÇAVKANÎ

Akkuş Süleyman, GOTINÊN NAVDARAN, Weşanên Ronya, Ankara

Boselî Bedel, ÇÊBUNA GERDÛNÊ Û PEYDEBÛNA JIYANÊ, Raman, Topkapı-İstanbul, Kewçêr 2013, Çapa yekemin

Bümen Nilay T., OKULDA ÇOKLU ZEKÂ KURAMI, Pegem A Yayıncılık, Ankara, Haziran 2002, 1.Bsk

Didin Hâce Ahmet., The Holy Qur’an And Word Of Word Translatıon, Arabıc-Turkısh-Englısh, Rayiha Publıcatıon, Turkey-Ankara 28 August 2007

İNCİL, Yeni Yaşam Yayınları, İstanbul Ekim 2010, 9. Bsk

KITÊBA PÎROZ, Komela Hêvî û Jiyanê, Bielefeld Germany, Mijdar 2011

KOVARA FELSEFEVAN, Weşanxaneya Na, Îzmîr, Rêbendan, Sibat Adar 2015, Hejmar 1

KURAN HİÇ TÜKENMEYEN MUCİZE, İstanbul Yayınevi, 2002, 3.Baskı

KUTSAL KİTAP(Tevrat, Zebur, İncil), Yeni Yaşam Yayınları, Seoul/Republic of KOREA, Kasım 2011

MEALA QUR’ANA PÎROZ A KURDÎ, Serokatiya Karûbarên Diyanetê, İstanbul, 2015, Çapa 1.

 

JÊRENOT:

[1] Kuan-Tzu, hozanê gel ê Çînî. Beriya zayînê salên hezarî jiyaye.

[2] “Esas û Armancên Perwerdehiya Netewî a Tirkan” ev in:1-Yekîtiya fêrkirinê, 2-Perwerdehiya karma, 3-Berbelav kirina perwerdehiyê, 4-Mecbûrî kirin û xwendina bêpere a dibistana seretayî, 5-Bersivdana îhtiyacên jiyana civakî vê dema modern, 6-Netewîbûn û zanistîbûna bernameyên fêr kirine, 7- Di perwerdehiyê û di fêr kirine de prensîba disîplînê..

[3] Perwerdehiya Formal: 1-Perwedehiya honakî-li dibistanan..-, 2-Perwerdehiya berbelevbûyî-li qûrsan..-

Perwerdehiya Înformal: Pêvajoya ku ji ber xwe di malbatê de û di nava jiyanê de dîbê…

[4]https://tr.wikipedia.org/wiki/E%C4%9Fitim#:~:text=E%C4%9Fitim%2C%20%C3%B6nceden%20saptanm%C4%B1%C5%9F%20esaslara%20g%C3%B6re,istedik%20de%C4%9Fi%C5%9Fme%20meydana%20getirme%20s%C3%BCrecidir.

[5] Öztürk  Selahattin, 1979

[6] Fidan Nurettin

[7] https://www.dmy.info/egitim-nedir/

[8] https://egitim.com/coklu-zeka-kurami

[9] SÛREYÊ ÎNŞÎRAH 94:5-8

[10] Zümer 39:53

[11] ÎNCÎL/Matta 6:34

Derbar ziman

Check Also

AGIR DI BAWERÎ Û ZARGOTINA KURDAN DE

Destpêk Bêguman em dikarin hilbêrîna êgir, destkeftîyên mirovan ya herî giring û pêwîst bihesibînin. Li …

Leave a Reply